Wateya Peyva ‘Xweda’ yê

Navê ELLAH, di kurdiya kurmancî de XWEDA ye.
Bi kurdiya Babanî (soranî), XWA ye.
Her miletek, navekî bi zimanê xwe ji bo XWEDê peyda kiriye.
Zayenda peyva XWEDAyî, di kurmancî de nêr e, tê gotin: XWEDAyê MIN…
Piraniya Kurdan bawer dikin ku ew hêja nihênî di heyînê de ku em jê re dibêjin XWEDA, wê hêzê xwe bi xwe, xwe daye, ango xwe derxistiye holê.
Eger bawerî ev be, ev guman ji gelek kesan re çêdibe berî ku xwe derxîne holê, nebû. Bi vê baweriyê jî, meriv dibe munkir.
Min gelek li ser wateya navê XWEDAyî lêkolîn kir, di dawî de ez geham vê baweriyê:
Navê wî XWE ye, çewa ku di kurdiya babanî de niha jî XWA tê gotin.
Peyvika XWAyê ji XWOyê hatiye.
Di kurdiya kevn de XWO, navê ROJê ye.
Diyar e ku jiyana hemû tiştên di heyînê de, bi rojê berdewam dibe.
Îcar dema Kurdan bawer kiriye ku xwedawendek (reb) ji vê heyînê re heye, jê re gotine XWORDA, yanî ewê ku rojê daye: XWOR + DA= Xworda.
Berê di kurdî de navê Rojhelatê, Xworhelat bûye. Navê Rojavayî, Xworava bûye.
Gelek peyvên wisa di pêvajoya bi hezarên salan de, têne guhertin; hin tîp ji wan têne daqurtandin, hin tîp xwe bi tîpine dî diguherînin û sivik dibin. Yek ji wan jî peyvika XWORDA ye. Piştre ev peyv jî, bûye XWEDA.
Kurdên me yên Êzîdî jî, di serê pêşî de ji Xwedê re gotine EZDA (ez+da). Yanî ew hêja ku em afirandine. Lê ev peyv di nava demê de bûye YEZDA û piştre jî ÊZÎDÎ. Niha jî ev peyv, ji wan Kurdan re bûye nav.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser navê XWEDê…
Her şad û bextewer bin…

Zeynelabidin Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply