Têgihên (Navlêkên) Ziman (2)

2-ZIMANÊ  DAYÎKÊ

“ Zimanê ku mirov bi taybetî ji dayîka xwe ( û civaka mirov tê de dijî ) dibîhîze û fêl dibe ” re “ zimanê dayîkê ” tê gotin. Zimanê dayîkê netew bi hevkarî bikar tînin. Kesayeta civakîya mirovan diafirîne û xala herî pewist ya çêbûna netewan e. Di dinyayê de her netewek bi zimanê ( bi taybetî bi zimanê dayîkê ) tê nasîn. Netew ji ber ku hebûna xwe bidomînin divê zimanê xweyê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bikarbînin.

ZIMANÊ NIVÎSANDINÊ

Vegotina ku meriv pê hîs û ramanên xwe bi tîp, kîte, bêje û wêneyan tîne ziman re “ nivîs ” tê gotin; ziman bi qeyde û rêzikan hat bikaranîn û bi nivîsê vegotin hat çêkirinê re jî “ zimanê nivîsandinê ” tê gotin. Di nivîsê de fikr û hîsên merivan bi komişaretên taybet tên neqil kirin. Zimanê Nîvîsandinê zimanê edebîyat û çandê ye. Nivîs bi rêzikên rêzimanan tê sazkirin. Li welatan de zimanê çandê û nivîsandinê, wek zimanê “ navenda çandê ” tê hesibandin. Pêwist e ku rewşenbîrên netewan zimanê nivîsandinê baş bizanibin, bikarbînin û qise bikin. Zimanê nivîsandinê navnîşana yekîtîya ziman e û karanîna wî hevkare ye. Ji bo parastina yekitîya zimanekî û fehmkirina wekhevî divê mirov zimanê nivîsê, pirtûkê, çandê û edebîyatê  bikarbîne. Zimanê nivîsandinê de ji ber ku hevkarî û hevbeşî çê bibe zarava û devok nayên bikaranîn. Di xwendin û nivîsandinê de hevkareye û wek heve. Zimanê nivîsandinê re meriv dikare bibêje;

  • Zimanê nivîsandinê hevkar e û tu cudayî tê de tune ye,
  • Girêdayîyê şert û mercên rêzimanê ye û bi rêzik û qeyde ye,
  • Bi serûber e ( bi plan e ) û şaşî tê de tune ye,
  • Zimanê nivîsandinê wek zimanê qisedanê xwezayî nîn e; meriv dikare bibêje zimanê nivîsandinê çêkirî ye.

ZIMANÊ QISEDANÊ

Zimanê ku gel bi hev re pê qisedikin û dayîn û standina hîs û ramanên xwe dikin. Zimanê  qîsedanê  herem bi herem cudayî rava dike, qeyde û rezik tê de tune ye bi serbestî tê karanîn. Xwezayî ye û di nav gel de zimanekî rojaneye. Vegotina hîs, raman û daxwazên  devkî  “ qisedan ” ; vegotina bi tîp, kite û wêneyan re jî “ nivîs ”  tê gotin. Zimanê  qisedanê bi gelemperî bêrêzike û wek zarava, devok û cudayîyên deverî tê beşandin. Ji bo wî yekê Kurmancîya Wanê, Erziromê, Amedê …cuda cudaye. Wekhev nîn e.

QISEDAN

Vegotina devkî ya ku meriv pê hîs û ramanên xwe tîne ziman re “ qisedan û axaftin ” tê gotin. Qisedan taybetmendîyeke mirovatîyê ya rêya ragihandinêye. Meriv bi bêjeyan hîs û ramanên xwe tîne ziman. Bi van bêjeyan jî ziman tên çê kirin. Organên me yên pê deng çê dibin ( gerden, gewrî, dev, poz, diran, lêv…), bi hev re  deng û kîteyan; bi vana jî bêje tên çê kirin û bi vî awayî qisedan tê holê. Ragihandina bi qisedanê  wek jêrîn tê beşandin :

  • Qisedana fermî ( qisedana bi yên dûr û mezinan re )
  • Qisedana ne fermî ( qisedana bi yên hindik nêzik re )
  • Qisedana dilgerm û samîmî ( qisedana bi yên pir nêzik re )

ZARAVA

Di zimanan de, cîyên ji hev dûr û fireh de, cudayîya qîsedanê û nivîsandinê ye. Beşên zimanan yên ku bi gorî sedemên heremî, dirokî û ramyarî ( sîyasî ) çêbûne. Di nav van beşan de cudayîyên sazîya hevokan, deng û bêjeyan gelekin. Sedemên çêbûna zaravayan ( diyalektan ) coxrafî û çandî ye. Hinek zimanzan bi şaşîyek mezin, zarava û diyalektan wek zimanên cuda pêşniyaz dikin. Zarava devlemendîya zimanan e. Her zaravayek bi rêzik û qeydeyên cuda û taybet tên bikaranîn. Penc zaravayên zimanê Kurdî he ne. Kurmancî, Loranî û Lorî, Soranî, Zazakî û Goranî.

DEVOK

Di nav zaravayan de beşên herêmî û cî bi cî cudayîyên  axaftinê ne. Kurmancîya li Erziromê û Dîyarbekirê  tê axaftin  wek hev nîn e û cudayî tê de he ne. Zazakî li hêla Dîyarbekirê, Erziromê, Dêrsimê û lê cîyê dine cuda cuda tê qisedanê. Devok û şêwe wekî bi rêzik û  qeydeyan pir dûrê hev nîn in. Sedemên devokan taybetmendîyên herêmî, civakî û gelêrî ne. Bi taybetî devokên zimanê Kurdî girêdayî herêman û êl û eşîrên Kurdan in. Devok wek zaravayan cudayîyên zêde rava nakin. Cudayî wek ji navê vî ( devok ) jî tê gihiştin, bi gorî qisedanê ye, ne bi gorî rêzimanê ye.

WATEYA FERHENGÊ ( WATEYA RASTÎN )

Wateya bêjeyan ya ku ferhengê de tê gotin û nivîsandin. Ji vî wateyê re   « wateya rastî » jî tê gotin. Wateya rastî re meriv dikare “ wateya ku ji alîyên herkesî tê zanîn û ya herî  rast ” bibêje.

  • Daristan şewitî.
  • Min firawîn xwar.
  • Mal sar bû.
  • Di şer de gelek birîndar bûn!

Nivîs a bidomê (2)

Nasır Kemaloğlu

Têgihên (Navlêkên) Ziman (1)

Têgihên (Navlêkên) Ziman (3)

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply