3-WATEYA PÊŞIBÎ
( WATEYA MECAZÎ )
Bejeyên ku ji wateya ferhengê der tên gotin. Hevokan de bêje wextê durê wateya xweya rastî bin û ji bo wateyek dinê bên bikaranîn, ji wan re “ bêjeyên pêşibî ( mecazî ) ” û bêjeyên bi “ wateya mecazî ” tên gotin.
- Dilêmin şewitî.
- Te ez xwarim
- Dilê min ji te sar bû.
- Ez birîndarê çavên te me.
Tilîya te di vî bûyerê de heye!
Pirs û galikên giran ji me re got.
Dilê min ji te şikestîye.
Xeberekî reş ji min re hat.
BIWÊJ
Kombêjeyên ku, bi piranî ji bo vegotinê xurt û devlemend bikin, ji wateya rastî der hatibin bikaranîn, ji wan re biwêj tên gotin. Biwêj ji du bêjeyan kêmtir nayên saz kirin û gotinên ku bi wateya pêşibî ( mecazî ) û bi wateyên taybetî ne. Bi hinek bêjeyan, gelek wate tînin ziman. Di biwêjan de ji ber ku wateyên wan neyên windakirin, cîhê bêjeyan nayên guherandin. Biwêja « tevn û teşîya xwe dike » wek « teşî û tevna xwe dike » nayê gotin.
- Tevn û teşîya xwe dike.
- Dev lê bada.
- Tu him li nal dixî him jî li mix dixî.
- Dîsa balte li kevir xist.
- Ava me di coyekî de naçe.
- Xwedê cila xwe ji binê te avêtîye.
- Îro çende agir bi serî ketîye.
- Av bi dev ketin.
- Ba bi ber guhê vî ket.
- Barê giran li ser mine.
- Bi derzîyê çalê vedide.
- Li ser dirikan rûniştîye.
- Ezê te bikim pincar!
- Here dilê wî bigire.
- Wele ez dev panîyê nizanim.
- Ji bo Erebekî Erebîstanê neşewitîne.
- Destê wî dirêje.
- Wextê wî qise dikir devê te vekirî ma!
- Dîwaro ez ji te re dibêjim bûkê tu fehmbike.
- Tu di vî karê hanê de ketî çavê min.
TÊGIH ( NAVLÊK )
Bêjeyên ku di zanistî, huner , karbend, werziş ( spor ), ticaret û di qada teknîkê de tên bikaranîn. Her qadekî zanistîyê de têgih û navlêkên taybetî he ne. Van bêjeyên hanê hevwate ( hevmane ) nîn in. Bi wateyên serbixwe ne. Wateyên van bêjeyan bitixûb ( bi sînor ) û teng in û bi tenê wateyek an jî tiştek tînin ziman. Wateyên wanên lêkirî, mecazî û biwêjî tune ne û bi wateyên rastîn in. Di axavtina rojane de kêm tên bikaranîn.
Wêneyên naturmort çê dike.
Di sînema Kurdî de gelek rolên girîng girtîye.
Artîstên vî fîlmê tu nas dikî?
Helbest di edebîyata Kurdî de zêde hatîye nivîsandin.
Çîrokan ji çîrokbêjan guhdarî bike.
Helbesta te çend rêz e.
Sêgoşe, hevtgoşe, kare, logarîtma û mêtre navlêk û têgihên ( termên ) matematîkê ne.
Navlêkên hinek şaxên zanistîyê : Gevher, atom, nûn, optîk, şewl, gol, set, kroşe, kros, şût, xerîte, sterk…
ZIMANÊ KOLANÊ ( ARGO )
Zimanê ku, di civakekî de bi tenê di navbera hinek însanan de, bi bêjeyên xirab, bêrêz, bêedeb tê karanîn. Lê miqabil ev qisedana hanê çêr û xeberdan nîn e. Qisedana argoyê bi bêje û bivêjên xwemalîn tên çê kirinê.
- Argo wek zimanek cuda di nav ziman de tê karanînê.
- Zimanê jîyanekî serbixwe û bêpergale.
- Argo ji bo vegotinek kêş û qolay tê karanînê.
- Qisedanekî bêpîv û nepixandîye.
- Ji bo dil rihetkirinê û dilhênikbûnê tê karanîn. Çêrkirina bê çêr e.
Lavo ezê te daqultînim.
Kundirê ( tiralê ) pismamê min li binê darê razaye.
Berxê min ji lotikxanê ( diskoyê ) tê.
Hey mala te re kûre ye, hûtê derewa ye!
Berde binê te erde!
Evî qeşmerî gelek şeq û deq derbas kirîye!
Leglegê qûn bi zîrç tu çi dxwazî ?
Lawo tu çi dikî tire tir!
Nivîs a bidomê (3)
Nasır Kemaloğlu