Îmaja Nivîskariyê – Cihan Roj

Carê bi yeke tirk re me sohbet dikir; axaftina min bi wê balkêş dihat, ji sohbetê kêfxweş bû lê belî bû ku bawer nedikir ez nivîskar im! Ez di dilê xwe de dikeniyam;

1. Kurd bi xwe jî, bi piranî, ne bawer in ku kurdek romaneke hêja wek romanên dunyayê binivîsîne û heta gelek nivîskar jî ji alî derûnî ve ne bi wê îtiqadê ne!

2.Îmaj; ser û guhê min, îmaja min nedişibiya nivîskarên ku ew dinase!

3. Şêwaz; em hînî nivîskariya li ser maseyan nebûne, ez pêdivî jî pê nabînim. Malîava Proust, bi bîra me xistiye ku nivîskarî “ez” ek e, wek kes em “ez” ek in; wek kes, sohbetên normal kêfa min tînin, hela hela yên bi henek û bi kêf sohbeta wan bêtir kêfê dide min. Ma “ez”a nivîskarî; hewqas jî cidî li meselê nanihêrim; kêlya nivîsînê de çi zewq, heyecan, êş, elem, ked, xeyal, hezkirin, nefret, huner, têkçûyîn hene min ew dane û ez jiya me, ji vir bi şûn de dora xwendevan û berheman e…

4.Em ji edebîyata dunyayê dizanin; berhemên qonaxan henin berhemên dem û dewranan…Yên berhemên qonaxan dinivîsînin çiqas meşhûr, bi kêf xuya bikin jî pirs welew rastiyek her kêliyê dev dike canê wan mixabin.

5.Îmaja herî delal peyv in, hevok in, sehneyek serkeftî ye…

6.Jiyan tiştekî wisa ye; alyê wê bimehne,alyê wê wek çem, robar,kanî diherike bi hemdê xwe ye, lê alyê wê yê bi lehî yê bi guregur deng dide!

7. Heyra, dunya germ e, mîna cehnemê ye, ez ji tirsa dil newêrim derkevim derve, ma ez ê nenivîsînim ez ê çi bikim, îro dibêjim, çi xweş e hevaltiya “feys”(z)ê heye!

Nivîskar: Cihan Roj

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply