Bîranîna Erdhejiya 6ê Sibatê ya 2023yan

Îro salvegera Erdhejiya 6ê Sibatê ye. Kesên ku di wê demê de erdhejiyê hîs kiribin û jiyabin bîranîna wan kesana miheqeq hene. Bîranîna min a erdhejiyê:

Sala berê demsala zivistanê xweş derbas dibû demsal ne wek demsala zivistanê bû. Ji ber ku baran pir tunebû, şilî çênedibû erd hişk û ziwa bû, serma jî pir tunebû. Mirovan digot ku wiha derbas bibe wê ava beraj û kaniyên me pir kêm bibin. Zeviyên me wê baş nebin, wê dinya ber ve xelabûnê ve here. Di heş û aqilên mirovan de tev ev hebûn. Lê kesek bawer nedikir tufanek wek erdhejiyê were ser me li me biqewime.

Erdhejî weka niha tî bîra min, her çiqas qala Sibatê an erdhejiyê dibû erdhejiya bi tirs dihat bîra min. Salek berê van çaxa ez çûbûm gundê xwe, wan rojan de berf jî barîbû, gund û her der berf bû lê bi zehmetî jî be dîsa ez û malbata xwe vegeriyan mala xwe, bajarê Diyarbekirê çimkî divê min dest bikar bikira. Wê şevê weka her şevê em raketin.

Şev şeva meha Sibatê ye dinya sar û seqem e, sira seqemê li her derê wergirtibû. Berf barî bû, berfê li her derê sipî dikir. Ciyê ku baran dibarî an ku berfê pir negirtibû erdreş bûbû. Di şevgûra şevê de dem ber ve berbangê diçû. Weka her şevê herkes li mala xwe nava ciyê germ de di xewa şêrîn û giran de bû. Ezman ewrî, dinya bê deng û lal bû.

Raketibûm, di xewê de ez hejîyam li xwe haybûm ku erd diheje min guhdar kir; ciyê min diheze, qîrçînî ji dîwaran dihat. Bîna wek hêlekanê diçû û hat, di nava ciyan de min bi baldarî goh da hejandinê, min ferq kir ku erd diheze  di wê hejînê de ji nişkave, hima bi lez ji nava ciya rabûm, bi xof û tirs û bi dilê sakîn min malbatê tev hişyar kir û min got “Rabin, erd diheze, zarok û betaniyan bigrin em herin ciyê stariyê?” Mal li qatê dehan bû lê em herin ku? Carekî ve hate bîra min em herin qatê jor. Min alê zarokan kir,  em tev diçûn qatê jor ku em xwe bavêjin qatê jor. Di wê telaş û hejiyê de di nerdanekê de em diçûn û dihatin. Weka ku yek xaliyê ji bin mirov bikşîne. Me bi zor xwe ji hindûr avêt ser xanî. Gelo ev jî ciyê stariyê bû!? Erdhejî berdewam dikir.

Di wê sermaya şevê de bi tirs em û zarok hatibûn cem hev, me betanî li xwe pêçandibû. Her malbat û cîran hêdî hêdî şîyar dibûn. Herkes ji xwe re û ketibû telaşiya can û malbata xwe. Hinek cîran debance diteqandin hinek diqîriyan, dengên feryad û hawarê di xanî û kuçeyan de bilind dibû, hinekan bi qîrinî digot “Allahûekber, Laîlaheîellah….” Tirs her derê me girtibû, qîrîn, girî û hewarî ji her der û dorê dihat…Lê erd diheziya qatê jortir mîna hêlekanê diçû û dihat. Me xwe gihandibû jor lê tiştekî ku me bikira tunebû, hêviya me tenê Xweda bû û em sekinîbûn li ser xanîyê. Erdhejî hîna berdewam dikir. Saet û telefon di destê me de tunebûn ku saet çend e û wext çi ye?

Paşê ku erdhejî sekinî, bi lez û tirs çûm xwarê min ji odê telefona xwe hanî  min dît ku saet 4.20e û wext ber ve sibê diçe. Me xeber girt ku navenda erdhejiyê li Bakurê Kurdistanê li bajarê Meraşê(Pazarcik) ye, û saet di 4.17ê de bi şîdeta 7.7 erd hejiya ye. Roj 6ê Sibatê  sala 2023an. Ku erdhejî sekinî em daketin ketin odeyekê

Erdhejî sekinîbû, ji ber ku serma bû em ji qatê jorîn hatin xwarê ketin hundurê malê. Em dîsa tev hatin cem hev di odeyekê de sekinin, tirs berdewam dikir. Betanî û telefonên me li cem me bûn. Min di pencerê de mêzekir ku herkes li derve ye û derve qerebalix e. Hinek bê betanî û bê çek û cilên qalind, pir kes bi zor xwe havêtibûn derve. Yên ku erebeyên wan hebûn çûbûn hundurê erebeyên xwe, hinek jî erebeyên xwe digirtin ji baxçeyê bînayê derdiketin û diçûn. Yên mayî ji bînayê dûr tev li baxçê sekinî bûn. Kesê ku çûbû der newêribû bihatana mala xwe.

Erê em jî li hundir ditirsiyan lê şev e û serma ye em ê çawa herin der, ku em herin der jî ne erebe heye ne jî ciyê ku em lê stare bibin heye. Em li hundir man, me çek û cilên xwe yên qalind li xwe kiribûn, betanî li xwe pêçandibûn. Em gelek sekinîn. Lê Ji ber ku dinya sar û seqem bû, em ketin nav ciya ku em germ bibin. Wê gavê dîsa hejinî bi erdê ket lê ne qasê berê bû. Dîsa wek berê bi xof em çûn qatê jor. Ji tirsa erdhejiyê jinûyên min diheziyan. Ku hejinî qediya em çûn nav ciya, bi sebir sekinîn. Ciyê starê dîsa qatê me bû! Çimkî ji bînayê bilind derketin zor û zehmet bû, pir talûke bû jî. Ku em bi asansor jî daketina jêr asansor çiqas stare bû.

Min carna di pencerê de mêze dikir didît ku di papûra mezin de ji hatin û çûyîna erebeyan rê tûnebû ku erebe herin û werin, erebe tev li pey  bûn. Sîrena polîs û ambûlansan, dengên erebeyan. Qada parkê jî tiji erebe bûbûn, nikarin biçûna tevde sekinî bûn. Min li xeberan temaşe dikir; li gelek bajaran xanî hilşiyabûn. Mirî hebûn, perîşanî hebû, jan û xemgînî bi hev re.

Bû sibe, min xwe hazir kir, ketim rêya kargehê ji malê derketim. Di kuçeyan de min didît ku pir kes di nav erebeyên xwe de sekinîne, xwe di erebeyê de distrandin, kes ji tirsana nediçûn malên xwe. Gelek malbat jî bi peyatî di kuçeyan de yê diçûn û yên ku dihatin. Çûm ser rêya papûrê ciyê rawestgahê sekinîm ku otobûsa belediyê were ez lê siwar bibim. Li rawestgehê jî pir kes hebûn. Wexta îş bû lê erebeya çi? Otobusên belediyê û yên taybet nedihatin û nediçûn. Gelek wext çû otobusek hat, otubusa gel ya taybet hat lê tê de cî tunebû, min û çend kes xwe bi zor havêt hundir û ez lê siwar bûm.

Di otobosê de xemgînî hebû, hinek digiriyan, hinek dia dikirin. Wê rojê herkes ji hev re pir baş bûbû ne wekê rojên berê bûn, herkes ji hev re bi merhamet û xweşî qiseyên xwe dikirin. Herkes bi telefonê ba mirovên xwe dikir halên hev dipirsyan… hinek jî qala xaniyên ku hilşiyabûn dikir…digotin “ Li navçeya Baxlarê/Rezan, Bînaya Galeriyê ya Deriyê Çiyayê Xarpûtê….” dikir.

Heya ku çûm ciyê kargehê gelek wext derbas bû. Pir hindik kes hatibûn kargehê. Şûxûlên fermî tev sekinî bû. Her karmend ketibû derd û canê malbata xwe…yên ku hatibûn tev xemgîn bûn aqil û fikrên wan li ser xaniyên hilşiyayî bûn. Ez jî poşmam bûm ku çima hatime kar.

Ji ber ku pir kes nahatibû kargehê, ez hatibûm lê aqil û fikrê min dîsa li malbata min bû, karmendê kargehê xwarin hanîn min bi lez xwarina navrojê xwar, ji kargehê derketim çûm rawestgehê li benda otobûsê mam. Her der mirov bûn. Kesî newêribû biketa xaniyên xwe hinek li ber malan hinek di kuçeyan de sekinîbûn. Li nêzê otobûsê yekî qîrin kir, got: “ Hele li têlên ceryanê mêze bikin ? Çawa têl diheziyan, û tên li hev dikevin, xuya ye ku erd dîsa diheze.” Min jî bi baldarî li têlan mêzekir, dît ku têlên ceryanê diçûn û dihatin cem hev, weka ku yekê xurt dîrekên ceryanê bihezine….saet 13.24 bû erê erd dîsa diheziya. Ez li ser erdê li ciyê rast bûm diheziyam, çokên min diheziya lê niha xanî niha çawa dihezin? Zîlên telefonan lê diket, dipirsiyan “Hûn li ku ne? Erd hejiya…” yê din di telefonê de qise dikir: “Bi lez ji malê derkevin, herin warê rast û ji malan dûrkevin.” Li otobusê siwar bûm dîsa girî bi zarok û jinan ketibû, bi xemgînî û bê çaretî…..xeber hat ku hêza pêlê erdhejiyê 7.6 bû.

Min jî di wê hingamê de bangê malbatê kiri, min pirsî “Dîsa Erd hejiya we hîs kir? Ez jî di rê de me tême malê…” Xanim jî got: “ Erê, erê weka berê em pir heziyan, em dikin ji malê derkevin, herin xwarê.” Min jî got ji xanî derkevin herin xwarê ez jî têm”. Di rê de min didît herkes bi malbatî bi betaniyan û çek û cilên xwe li derve bûn, ji malê derketibûn.” Hinek dibeziyan xuya bû ku diçûn cem malbatên xwe…Ji ber erdhejiyê tirs û xof di dilê herkesî de bû. Ji hundir revîn dest pê kiribû, her kes li der ciyê stare digeriyan. Ji xaniyên xwe dûrdiketin.

Otobusa me jî pir hêdî diçû, çimkî li pêş û paş, rê tijî erebe bûn. Bi zor nêzê saetekî ez gihîştim malê, şûkur tiştek bi xaniyê me nehatibû lê ji ber xofê em wê demê bi malbatî ji baxçê  em tev çûn qada parkê, gelek kes li qadê civiyabûn û hîna jî dihatin, qad mîna mahşerê bû. Kafeyek li qadê hebû, hundirê kafê tiji bû, herkes li ciyê germ digeriya, ji ber ku zarok neqefilin em tev zarokan çûn hundir, pir qerebalix bû. Çend kamyon çadirên Afatê hanîbûn hêdî hêdî yek bi yek çadir werdigirtin. Konên ku hatibûn wergirtin malbatên bi zarok an yên ku kal û pîrên wan hebûn xwe bi zor dixistin wan çadiran.

Roja ewil herkes şaş û bê çare bû. Xaniyên ku hilşiyabûn alîkarî hindik bûn, hewarî pirranî cîran û eqrebe û hinek mirovên sivîl alê mirovên sax û mirî dikirin, ji bin xaniyên hilşandî derdixistin, karmend û dilxwazên Afadê jî hebûn. Li Diyarbekirê 7 bîna hilşiyabûn.

Bû êvar ji Belediyê xeber hat qada parkê; malbatên ku bixwazin bi malbatî karin herin salonên sporê û pansiyonên mekteban. Em bi alîkariya Belediyê em li otobusê siwar bûn.  Otobûs pir hêdî diçû ji ber ku papûr qerebalix bû. Ji ber ku gelek erebe di rê de bûn diçûn derveyê bajêr. Di rêya hatinê de erebe pir hindik bûn.

Êvarê em çûn pansiyonê lê digotin “Bila zarok û jin tenê werin bimînin, mêr nikanin li vir bimînin, me mîran şiyandin salona Avahiya Dîlanê. Wexta em diçûn di rê de baran dibarî, barana hûr û hurik, paşê dilopên baranê şîd bû… Em çûn salonê, salon tijî bû pir qerebalix bû. Wezîfedarên salonê rê nîşanê me didan û kursî dihanîn hundurê salonê. Herkes ji xwe re kursî digirt û cî digirt. Saet bûbû 9ê şevê şîv hat, tasika fasulye ya konserwe û  av bû para herkesî, lê nan tunebû. Ciyê me hebû em li wir sekinîn heya sibê li ser kursiyan raketin lê xewa çi? Yên ku betaniyên wan pir bûn li erdê raketibûn û zarokên xwe kiribûn xew…

Bûbû roja din gelê Diyarbekirê ji tirsana ji xaniyên bîna û bînayên mezin direviyan diçin gund an diçûn qatên bi bexçe, yan jî direviyan diçûn bajarên nêz ku xwe bistrînin… em jî bi malbatî çûn navçeya Misirciyê yên ku girêdayê Sîrtê ye. Yên bajêr man newêribûn têkevin xaniyên xwe, bi malbatî diçûn mektebên taybet, Salonên dîlanê û mektebên dewletê de diman lê xwarin û raketin pir bi zehmet û zor bû. Xeber dihat li bajarê Diyarbekirê tevahî 7 bîna hilşiyabû lê gelek kes di bin de mabûn, hinek sax derdixistin…

Li Diyarbekirê herkes alê hev dikir; xwaringehên/loqente bê pere didan gel, hinek firneyên bajêr nan bê pere didan û belav dikirin, gelek xêrxwaz û xwediyên atolye û febrîqeyan ciyên xwe ji gel re vedikirin û xwarina germ didan wan. Gelek cemaet û sazî alîkarî berhev dikirin û belav dikirin….û alîkarî dişiyandin bajarên Semsûrê, Maraşê, Edenê, Dîlokê, Rihayê, Meletî, Osmaniye û Hatayê….Erdehî li Efrîn, Kobanê, Qamişlo û Hasekê jî çêbûbû û li bajarên Sûriyê jî mirî hebûn.

Xeber dihat ji bajarên din. Kal û pîrik, dê û bav, keç û law, pitik di bin xaniyan de mabûn, pir zarok bê dê, bê xung mabûn, di pir ciyan de hîna kesî sax nedîtibûn xebat berdewam dikir… êş, jan, mirin….hinek kes dihate xelas kirin dê û bira kêf dikirin. Dê, bav, ap û xal, keç û kur di dora xaniyên hilşiyayî de diçûn û dihatin, li bendê bûn. Merivên wan li ser xaniyên hilşiyayî de merivên sax û mirî derdixistin.

Ji ser erdhejiyê mehek çûbû lê tirsa erdhejiyê di dil û min û mirovan de bû. Her tim û her gav tirsa erdhejiyê dihat heşê min. Li malê ser kursî rûniştî yan li ser mînderê bi hejîna mînderê re ditirsiyam min digot ecêba erd diheze, hima min li awîzê mêze dikir, paşê jî der û dora xwe mêze dikir ku tişt tune.  Wexta ku ji hundirê malê teq û reqîn dihat ji xewê vecidiniqîm. Di xewnên min de erd diheziya. Carna ku di rê de diçim wek ku erd ji binê min here, jinûyê min dihejiya, wê gavê min li dora xwe mêze dikir ku erdhejî tune şukir dihanî.

Piştî erdhejiyê li gor fermîya dewletê nêzê 50 hezar mirov mirin û 100 hezar jî birîndar bûn, li Rojava sûriyê tevahî nêzê 60 hezar kes mirî çêbûn. bi hezaran xanî xesar dîtine yan hilweşiyane ev qas jî bê mal û xanî mane yên ku îmkanên wan hebûn çûn cem eqrebeyên xwe yên ku îmkanên wan tunebûn çûn kon û çadiran de jiyan. Bê çaretî wiha bû.

Bajarên me xerab û wêran bûn, bi hezaran kes birîndar, seqet man û bêkes man. Xeyalên gelek mirovan wenda bûn. Bi erdhejiyê re gelek çîrokên bi êş derketin holê. Pir kes bê mal û sêwî û êtîm man. Ew birîndar û êşên wan tev bûn jana gel. Bi erdhejiyê re li bajar û welatên min pir çîrokên bi şewat derketin holê çîrokên bi jan û xemgîn.

Hîna ew bandora tirs û xofa erdhejiyê pir şevan wexta ku ber ve sibê diçe yan ku bi xwe dihesim her tim ber ve 4ê sibê tê bîra min û ditirsim, neqayîlim ku saet 4ê sibê bibe.

Xwedayê Te’ala di Qurana Pîroz de wiha dibêje: “Piştî vê hejeke dijwar ew bi şid girtin û di malên xwe de li ser qelefîskan mirî man.” (Sûreta E’raf-91)

Çimkî em mirov zeîf û belengaz in. Dinya warê îmtîhan e, her bûyer tê serê mirov erka me jî dia û sebir e.  Ya din jî divê em tedbirên xwe bigrin yê mayî jî hewalê Xweda bikin.

 

Paşa Amedî-Diyarbekir

 

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply