Belgenameyek

Ev nivîsa Karlanê Çaçan ku em li jêr diweşînin di derbarê metranê ermenî Migirdiç Tîgranyan da ye ku di nîvê duwem yê sedsala 19an da li herêma Dîyarbekirê bi tîpên ermenî çend pirtûkên kurdî weşandiye. Ew di sala 1815an da hatiye dinê û kurdên herêmê ji nêzîk ve nas kiriye. Lêkolerê kurd Karlanê Çaçan dîyar dike ku wek mînak M. Tîgranyan di sala 1860an da bi tîpên ermenî “Elîfbarêza kurmancî û ermenî” û di sala 1866an da jî wek mînak pirtûkeke din bi navê “Çirayê ronayî” diweşîne. Karlanê Çaçan (1930-2012) kesê ku ev nivîsa di derbarê Migirdiç Tîgranyan da amade kiriye lêkolerekî kurd e, bi salan li Ermenîstanê li ser mijara têkiliyên kurd û ermeniyan kar kiriye. Yek ji wan xebatên wî ya balkêş jî ev e: Pizmamtiya Cimaeta Ermenîya û Kurda (Sovetakan Grog, 1977). Karlanê Çaçan di vê pirtûka xwe da jî cîh dide jîyan û xebatên Migirdiç Tîgranyan ku di nav kurdên herêma Dîyarbekirê da bi karên perwerdeyê mijûl bûye. Qasî 12 sal derbas dibin Karlanê Çaçan bi vê nivîsa xwe wisa xuya dibe xwestiye careke din bala xwendevanan bikşîne ser Migirdiç Tîgranyan. Nivîsa Karlanê Çaçan di rojnameya Rêya Teze da hatiye weşandin: Karlanê Çaçanî, Şuxulkirina Migirdiç Tîgranyane Ronayîdarîê (Rêya Teze, 13/12 1989). Çawa di kunya nivîsê da jî xuya dibe paşnava wî carina wek “Çaçanî” tê bi kar anîn. Em zêde têkilî zimanê vê nivîsa Karlanê Çaçan nebûn, wek xwe li jêr pêşkêşî xwendevanan dikin. Ev nivîsa di derbarê dîroka perwerdeya bi zimanê kurdî balkêş e, me xwendevanan dibe Dîyarbekira salên 1860an. Him ev xebatên Migirdiç Tîgranyan yên zimanê kurdî, him jî ev nivîsa Karlanê Çaçan dîroka zimanê kurdî, dîroka Dîyarbekirê jî dixemilînin, dewlemend dikin. Gelo mirov li pey şopa van pirtûkên Migirdiç Tîgranyan bikeve nikare wan di arşîv û pirtûkxaneyan da bibîne, naveroka wan bi hûralî bighîne nifşên nû? Ez bawer dikim xwendevanên meraqdar dê rojekê ji nav me derkevin!


Şuxulkirina Migirdiç Tîgranyane Ronayîdarîê

Wexta em derheqa dostîya cimaetêd ermenîya û kurdada xeber didin, gotî bi şêkirdarî derheqa wan ewledêd cimaeta ermenîyada bêjim ku xebateke pirmezin kirine bona nava kurdada pêştabirina şuxilê ronayîdarîê.

Em vê qsêda dixwazin derheqa ewledekî cimaeta ermenîayî aqilbend, wekîlê ruhanya Dîarbekirê Migirdiç da xeberdin, ku mecal dane sazkirinê bona çawa zarêd ermenîya ku kurdî xeberdidan, usa jî bona zarêd kurda mekteba veke, wana bi zimanê kurdî hînî xwendin û nivîsarê bike, bona dostîya cimaetêd ermenîya û kurda mehkembe. Ew diçû gundêd ermenîya û kurda dê û bavê zarêd kurdara xeber dida wekî ewana zarêd xwe bişînine mektebê. Gelek cîya jî ewî bi xwe mekteb vedikirin. Ewî xebata xweye ronayîdarîê hîmlî li qezaêd Dîarbekirê û Bitlîsêda pêşta dibir.

Sala 1841ê M.  programeke bi navê navê “Qanûna Tezekirina Kurdistanê, Ermenîstanê û derheqa hal û wextê wêda” hazir dike. Bi vê programê ewî têra dîtibû çawa gundêd ermenîyada, usa jî gundêd kurdanda xebata ronayîdarîê fireke, mekteba veke. Programa wî alîyê hine ermenîêd konservatîvda hate krîtîkkirinê, lê M.  dest ji nêt- meramê xwe nekişand û mecal saz kir bona ew program emrda mîaserbe.

Ew deh salê emrê xwe pêşkêşî ewê xebata zîyaretî dike, lê telebextra destbi şerê orta Urisêtê Tûrkîyaêya salêd 1853-1856a dibe. Hema van sala jî destbi ûsyana Ezdanşîr dibe û halê welêtî tevîhev mecalê nade  bona ew meremê xwe bîne sêrî. Lê helbest, paşwextîyêda ew xwe dîsa bi temamî pêşkêşî wî şuxulî dike. Sala 1860î M.  bona zarê ermenîya ku kurdî xeber didin û bona zarê kurda bi herfê ermenî, lê bi zimanê kurdî kitêbekê hazir dike û nav dike “Elîfbarêza kurmancî û ermenî” û bi vê elîfbayê dersê dide zara. Rûkî vê kitêbê ermenî bû, lê rûyê mayîn kurdî.

M. ji wan fikirdarê ermenîayî pêşin bû ku her tişt kir bona nava kurdada xwendin û nivîsar pêşta here. Derheqa kirina M. e qencda rojnama ermenîyaye Paykar awa dinivîse:“M. ê epîskopos herfê ermenî bi zimanê kurdî hev anî û elîfba kurdî hazirkir. Ewî gundê Lîçê, Sîlvanê, Xîzanê, Sêrtê û êd mayînda mekteb vekirin, li ku zarêd ermenîya û kurda rex hevdu rûniştî her yek bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsarê dibûn”

M. axirîê dît, wekî tenê gelekî çetine ewê xebatê pêşda bibe. Ewî bere-bere heleqetîyêd xwe wekîlêd întelîgensîa ermenîyaye pêşra mehkem kir û sala 1860î Konstantînopolîsêda (Stembol) hevaltîk teşkîl kir bi navê: “Vetezekirina Rohilatê”, sedrê kîjanê wekîlekî întelîgensîa ermenîayî aqilbend Momçyan bû, dewsgirtîyê wî rêdaktorê rojnema ermenîaye“Megû” Harûtyûn Svaçyan bû. Nava wedekî kinda gelek wekîlêd întelîgensîa ermenîya dora vê hevaltîê berev bûn, êd ku programa M.  begem kirin û çawa gundêd ermenîa, usa jî gundêd kurdada xebata ronayîdarîê birin, mecal dane sazkirinê bona mehkembûna dostîya ermenîya û kurda.

Bi komekdarîya vê hevaltîê sala 1866a M.  bona zarê ermenîya û kurda dîsa bi zimanê kurdî kitêba xweye mayîn:“Çirayê ronayî” çap dike. Ewî vê kitêbêda xebernama kurdî-ermenî, hesaba, qinyatêd derheqa pirsêd terîqê, dinêzanebûnêda cîwarkiribû. Ew bi çetinayke mezin vê kitêbê çap dike û dişîne gundê ermenîya û kurda. Xebateke M. e mayîn jî gelekî hewaskare, ku ewî navkiribû: “Hayêlî Gorsos” (yanî Neynika Şuxilkirinê), ya ku sala 1864a li Stembolê çap bû. Ew kitêba bi zimanê ermenîye û derheqa hal û wextê qeza Dîarbekirê, dostîya ermenîa û kurdandane. Ewî usa jî hine kitêbêd ruhanîyê ji ermenî tercimeyî zmanê kurdî kirine.

Belê M.  ji wan fikirdarêd ermenîaye pêş bû ku kemala dostîya ermenîya û kurda rind zanibû û badilhewa nînbû ew pêşxebera vê kitêba xweda awa dinivîse: “Xwezla min wî merivî, wekî Kurdistanê û Ermenîstanê bi carekêva aza, nava pêşdaçûyîna ulm, ronayêda bibîne”.

Ronayîdarêd nolanî M. qurna 19da gelek bûn, êd ku bi aqilbendî û dûrdîtî nêzîkî pirsa dostîa herdu cimaedêd qedîm dibûn, nava pevgirêdanêd wane kulturîêda qewata zor didîtin. Lê ji terîqê eyane wekî hukumeta Tûrkîyaê bi her teherî dicedand ewê dostîyê biteribîne. Hukumeta Tûrkîyaê wekîlêd xwe şandine Dîarbekirê mektebêd ku M.  vekiribûn, dadan. M.  jî sirgûnkirin.

M. şuxilkirina xweva emekê layîq kire nava mehkemkirina dostîya herdu cimaeta, mecal dane sazkirinê bona nava cimaeta kurdada xebata ronayîdarîê bê firekirinê. Rojnema ermenîaye “Arêv” şuxilkirina M. vê derecêda bilind qîmet dike û dinivîse ku ewî hela wextê xweda gelekî rind tê derxistiye, wekî lazime nava bnelîêd kurd û ermenîda xwendinê pêşta bibin, kîjan ne ku tenê dikare nava ermenîya û kurdada edlayê sazke, lê usa jî rojeke nav û nîşan wê wanra azayê û serbestîê bîne” (Ji krilî bo latînî: R. Alakom)

 

Rohat Alakom-Kovarabir.com
Beşek ji nivîsa Karlanê Çaçan (Rêya Teze, 13/12 1989)

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply