Rojîname #2

Ayeta Rojê

يَٓا اَيُّهَا الَّذٖينَ اٰمَنُوا لَا تُحَرِّمُوا طَيِّبَاتِ مَٓا اَحَلَّ اللّٰهُ لَكُمْ وَلَا تَعْتَدُواؕ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدٖينَ

Gelî yên îman anîne!
Hûn tiştên pak ên xweş ên ku Allah li we helal kirine,
li xwe heram nekin û ji hed dernekevin!
Bêguman Allah ji yên ku ji hedê xwe derdikevin hez nake.
(Maîde: 87)

Hedîsa Rojê

“Ez sond dixwim bi Xwedê Teala ku di rojê de,
ez ji heftê carî zehftir bexişandinê
ji Xwedê Teala dixwazim û bal wî ve tobe dikim.”
(Hedîs)

Gotina Rojê

…Sê dijminê me hene, me xerab dikin:.

Yek feqîrtî ye:
Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bêxwendinî:
Ku hezar ji me da yek ‘qazete’ nikarin bixwînin, delîla wê ye.
Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e:
Ku ev edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqê ‘terbîyê’ dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir..

Bedîuzzeman Saîdê Kurdî


Diaya Rojê

Ya Rebbî Diayên me qabul bike!

Rebbê min, me ji meha remezanê mehrûm neke û xêr û berekê bide.
Rebbê min, rojiya me ya remezanê qebûl bike û me ji nîmetên xwe bêpar nehêle!
Amîn

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply