Navbera te û a mirinê çiqas ji hev dur bû gidî
Weka aso û binerd ji hev dur bû,
Lê tu bi lez û bi bez bûyî
Mînanî hespê bi çargavî direvîya ser meyîtê xwedîyê xwe
Îreîr dikir ber bi ezmên ve
Tu ev qas bi lezgînî bûyî,
Ew hespên Madyayî, Cindî û Elfesya te ji xwe re kirine zêrbend li taxima singan da û te dergistine hafa Xwedê,
Tu mîrên mîran bûyî
Te bi mirinê re şer dikir şer,
Di vî temenê xwe de ji mirinê re pîyole bûyî
Te pelên payîzê ji xwe re dikir pêleyîstok
Lê payîz van pelan ji te re kirin kifin,
Tu ne hewceyê mirinê bûyî berxê bavê min
Hê kozika te bigermiyan bû,
Tu û piling destbirakê hev bûn
Te pilingî li ber sîyên latan hişt,
Ma qet tu nedifikirîyayî zaro bi zarokan re dikevin xirecirê
Ne bi mirinê re,
Ka bimeyzîne mirin li kîjan zaro hatîye ku li te bê?
Mirin li te jî nehat kezîzerîyê min!!!
Arjen Bîlge