Tag Archives: Werger

Romana Semerqand – 44 (Amîn Me’lof)

Fazil, agahiya du derhozeyan da. Bi pispisandin diaxiviya, lê dilşad bû. -Ka li wî binêre! Min ji te re negotibû yê bişihubê Baskervîlle? Kesê behsê dikir, Morgan Shuster bû. Xeznedarê Giştî yê Îranê yê nû, li ba me ve dihat. Em çûbûn ser rêya Qezwînê pêşwaziya wî. Ew û kesên …

Read More »

Romana Semerqand – 43 (Amîn Me’lof)

Du kesê bêsebiriya xwe vedişartin li benda min bûn. Li balyozxaneyê! Bi taxima gewr, papyona muare, bi simbêlên daketî wek yên Theodore Rosevelt lê ji yên wî tekûztir hatîn rastkirin Rûssel û wek her wextî bi kirasê spî, saqoyê reş û şaşika şîn ve Fazil! Yê ewul dest bi axaftinê …

Read More »

Romana Semerqand – 42 (Amîn Me’lof)

Min mereq dikir, ji wî bajarê Xeyam ciwaniya xwe lê borandî, ka çi maye. Taxa Asfîzarê, ew koşka di nava baxçeyê piçûk de, ya têde Emer bi Cîhanê re şad bûyî çi lê hatibû? Taxa Mûtarîd ya tê de yê Cihû li gorî rêbazên Çînîyan ji toşalê dara tûyê kaxiz …

Read More »

Romana Semerqand – 41 (Amîn Me’lof)

Di van rojên bijan de, ez çima ji mirîyan Baskervîlleyî bîr tînîm? Gelo ji ber ku hevalê min û hemwelatiyê min bû? Bê guman. Lê heman demê de ji ber ku li vê Rojhilata jê re xerîp de ji bo avabûna azadî û demokrasiyê pê ve ti azweriya wî jî …

Read More »

Romana Semerqand – 40 (Amîn Me’lof)

Ez ji “Qesra Vale” derketibûm û tirsiyayî dimeşiyam. Kolanên Tebrîzê qet ne germ bûn. Min berê xwe neda rêkurtikan û ez rast ketim ser rîya karwansarayê. Ji bo gihaştina wê derê, min qet lez nedikir. Kêferata şevê, di dilê min de neqediyabû. Dîmen, lebat û dengê pispisandinê di serê min …

Read More »

Romana Semerqand – 39 (Amîn Me’lof)

Li welatê Xeyam, rojên reş û tarî diboriyan. Gelo mizginiya ji Rojhilat re hatî dayîn ev bû? Ji Isfexanê heta Qezwînê û ji Şîrazê heta Hemedanê, ji devê herkesî heman deng derdiket: “Mirin! Mirin!” Êdi Ji bo gotina peyvên azadî, demokrasî û edaletê, diviya mirov xwe veşêrê… Dahatû, xewnek qedexekirî …

Read More »

Romana Semerqand – 38 (Amîn Me’lof)

Dema li Tehranê pêvçûnan didomand, li Tebrîzê dengê çekan yê ewul despêkir. Ez çûbûm, da piştî dersê Howardî bînim. Yê me bi Fazil û hevalek yê wî re şîv bixwara û ji wê jî em ê li encûmen bigihan hev. Hêca em negihaştibûn kolanên sûkê yên tevlîhev, me dengê çekan …

Read More »

Romana Semerqand – 37 (Amîn Me’lof)

Êvaran, li sûka Tebrîzê zehf kêm dikan dimînin vekirî, lê kolan tevgerdarin. Zelam li serê kujiyan, li ser kursiyên hêsîr qelûnê dikuşkuşînin. Dûyê qelûnan, bêhnên nava rojê tevan ditepisînê. Min rêveçûna xwe, li ya Howard dianî. Bê sekin dimeşiya, ji kolanekî diket kolana din, carna ji bo slavê bidê babê …

Read More »

Romana Semerqand – 36 (Amîn Me’lof)

PIRTÛKA ÇARÊ DI DERYAYÊ DE HELBESTVANEK Yê leyîstokê dileyizê xweda ye, em jî kevirên damê! Ya rast ev e, tiştên din beredayî ne. Ji lew re cîhan depê damê ye, her yek ji me jî pêlîstokek. Yê soxînê bikerixe û me berdê nava bîra bêbinî! Emer Xeyam   Nava baxçeyekê …

Read More »

Werger û zimanê inglîzî, dermanê me ne!

Wergera ji zimanên din bo kurdî dermanê me “Kurdan” e, dermanê rewşa me ya ku niha em tê re derbas dibin ku gelek miletên din ên ku çavên wan li avakirina birêveberî û dewletan bûn, di evê rewşê re derbas bûne “qonaxa avakirinê, qonaxa destpêkirinê”, gava wan a pêşîn “werger” …

Read More »