Romana Semerqand – 38 (Amîn Me’lof)

Dema li Tehranê pêvçûnan didomand, li Tebrîzê dengê çekan yê ewul despêkir. Ez çûbûm, da piştî dersê Howardî bînim. Yê me bi Fazil û hevalek yê wî re şîv bixwara û ji wê jî em ê li encûmen bigihan hev. Hêca em negihaştibûn kolanên sûkê yên tevlîhev, me dengê çekan yên ewul sehkirin. Ji nîzing dihatin.

Bi tatêldariyek zêde, me berê xwe da dera deng jê tên. Sed metroyan ji me wêdetir, qelebalixek bi qêr û hawar dimeşîya: Toz, dûman, tifing û xetîre tevlîhev bûbûn. Gotinên, min fêhm nedikirin diqêrîyan. Min fêhm nedikir, ji lew re Azerîkî bûn ango Tirkiya Tebrîziyan. Baskervîlle werdigerand: “Ji Makezagonê re mirin! Ji Parlementoyê re mirin! Ji bêxwedanan re mirin! Bijî Şah!” Birek mirov her alî ve dibeziyan. Zelamek kal, stûyê bizinek bizdayî girtibû û vedikişand. Jinikek ketibû û kurê wê yê şeş salî alikarî dikir ku rake. Direviyan.

Me jî berê xwe daye cihê hevdîtinê û em dilezînin. Zikakê de komeke ciwan, barîkat ava dikirin. Em naskirin, rê dan ku em biborin û pêşniyaza lezandinê li me kirin. Ji lew re digotin: “Vî alî ve tên, yê taxê bişewitînin.” Fermana kuştina hemî “Benîademan” standibûn.

Navenda Encûmen de, li rex Fazil çil pêcih kes hebûn. Tenê Fazil bêtifing bû. Bi tenê demancayek, demanceyeka Awusturya li cem bû. Arambû, weke şeva borî ne acizbû. Dema berbendiya nayê ragirtin diqedê, zelamê çalakiyê çawe arambê, welê bû. Got:

-Va ye, Panoff çi gotibe rast derket. Serheng Lîakhov derbeya xwe kir. Xwe waliyê Tehranê yê leşkerî îlan kir û derketina kolanan qedexe kir. Ji vê sibehê pê ve nêçîra makezagonparêzan despê kir. Li her deverî û bi teybetî li Tebrîzê.

Howard matmayî got:

-Her tişt çiqas zû qewimî!

-Xebera despêkirina derbeyê, bi telgrafê dane balyozê Rûsan û wî jî vê sibehê ji melayan re xeber şandî ye. Wan jî hevalbendên xwe li Qada Hêştirvanan berhevkirine û ji wir jî li derê bajêr belav kirine. Ewul çûne mala Elî Meşhediyê rojnameger yê dostê min. Pêş çavên diya wî û jina wî ve serê wî û destê wî yê rastê jêkirine. Nav gola xwînê de hiştine û çûne. Qed xemê nexwun, hêca nebûyî êvar yê ewda wî bê hilanîn!

Dengê wî recifî, saniyekî sekinî, keserek kişand û paşê got:

-Ez ji ber wê hatim Tebrîzê. Min dizanîya yê ev bajar li berxwe bide. Li ser vê axa em pê lê dikin, hêca makezagon dibore. Êdî navenda parlementoyê ev der e. Navenda hukumetê ya zagonî ev der e. Yê şerek dijwar biqewime, lê soxînê em ê serbikevin. Min bişopînin. Li rex diwazdeh havalbendên wî, me ew şopand. Piştî em nava baxçe re derbaz kirin, em li dora xanîyekî gerandin û em anîn li ber sêlimekî ku alekê wê li nava pelçiman de windabûyî de sekinandin. Em derketin ser bên, zemboqekî re derbaz bûn, çend derîncekî daketin û paşê em ketin nava jûreke diwarên stûr û pencereyên wê piçûk. Fazil xwest ku em li derve binihêrin. Em raserî cihê taxê ya herî lewaz, ya herî kêm dihate parastin bûn. Barîqatek hatibû çêkirin, li pişt barîqatê, li çend deran qasî bîst ciwanên tifing destê wande heyîn hebûn.

Fazil got:

-Yê din jî hene. Yên din jî weke van bi biryar in. Hemûyan serê taxan girtin e. Bila girse werê…

Hatina girseyê zehf ne domand. Ji bo şewitandina çend malên “Benîademan” hinekî dereng mabûn. Ew jî bi çek bûn, bi qêr û hewar, nîzîng dibûyan.

Yekcar em hemî recifîn. Çiqas me bivê, bila em hatina wan bibînin. Her çiqas me xwe dabê pişt dîwarekî jî, bi qêr û hawar hatina li ser me ve ya vê girseya weke garanekî har, em hemî bizdandibûn. Min xwe negirt û pispisand:

-Çend kes in?

Fazil eşkere û bidengekî bilind got:

-Qasî hezar, hezar û pên sed kesî ne.

Paşê çawa fermanekî bidê, got:

-Niha tirsandin dora me ye.

Ji alîkarên xwe xwest ku, çekan bidin me jî. Min û Howard li hev nihêrî. Weke çawa em hatibin efsûnkirin me li wan tiştên sar dinihêrîya.

Fazil got:

-Herin ber pencereyan û kê nîzing bibê, li wan bireşînin. Divê ez herim ciheke din, ji van hovan re surprîzeke min heye.

Piştî ew derket, lihevdanê despê kir. Lihevdan mubalaxe bû. ji lew re garan dihat! Girseyek kîndar û bê perwa, hesko ti tişt tineyî ber bi barîkatan ve dihat. “Benîademan” gule dibarandin. Xirexirek, yek din, paşê carek din… Nîzingê deh kesî gule dixwarin diketin erdê û yên mayîn jî şûn ve vedigeriyan. Yek ji wan, ji barîkatê borî bû, lê wê giraniya xwe ve li nîvê singoyekî ketibû. Pey re qêrînek ya mirinê… Min berê xwe guherand.

Serekê çalakeran pişt wan sekinîbû û hêca diqêrîya “Mirin!” Paşê qelebalixek din êrîşî barîkatê kirin. Vê carê jêhatîtirbûn. Ango berxwedêr û pencereyên agir jê dibarî hedef digirtin. Yek windahiyê “Benîademan” hebû ku wî jî gule ji ehniya xwe xwaribû. Dîsa berê çekan ketibû rêza pêşî.

Paşê êrîşê kêm kir, şûn ve vekişiyan. Qêrqêra wan bû, li hev dişêwirîn. Dema dest bi êrîşek nû bikin, teqînek erd û ezman bihejînê pêkhat. Guleyek ya hawanê ketibû nav nîvê koma êrîşkaran de, nav xwînê de hiştibûn. Wê hînê re berxwedêran tifingê xwe hildan û bû qêrqêra wan:

“Meşrûtiyet! Meşrûtiyet!” li wî alê barîkatê, kes nizanê çiqas cendek hebûn.

Howard hêdîka pirs kir:

-Çeka min sip û sar e. Min yek fişek jî navêtî ye. Te?

-Min jî.

-Kesek ez nas nekim û berdimê û bikujim…

Fazil piştî çend saniyekî vegeriya. Bi coş bû:

-We surprîza min çawa dît? Topeka Bange ya kevin a Fransiz. Me ji subayeke artêşa Fransa ya Împaratoriyê kirî. Me li ser bên cih kir.  Ka werin û li delaliya wê binêrin! Demeke nêzik de ez ê wê li qada Tebrîzê ya herî fireh de cih bikim û li ser jî binvîsim: “Topa Makezagon rizgar kirî.”

Min dizaniya ku serkeftinek baş bi dest xistine, lê min ev gotin zêde ji xwe bawer didîtin. Armanca wî kifş bû: Bibê xwediyê parçeyeke axa azad ku kesên makezagonê ve girêdayî li wir bicivîne, cih bike û wan li wê derê biparêzê. Ji bo bikaribin ji bo paşerojê bifikirin, ka yê çi biryaran bidin û çi bikin!

Heke wan rojên tevlîhev yên pûşperê de, li wî alê kolanên sûka Tebrîzê yên bi tewlopêçik de yekî bigota: “Azadiya Îranê ya jê hatî standin, bi çekên Lebel û tenê bi yek topa Bangeyê yê bê vegerandin.” Ti kesî bawer nedikir.

Lê eynî welê çêbû. Lêbelê mixabin, nav me de kesê îdealîst bi jiyana xwe bedelê wê da.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply