Ji Yehya Omerî Kitêbeke Nû: Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha

Yehya Omerî piştî 5 salan bi kitêbeke nû derket pêşberî xwendevanan. Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha ku kitêba wî ya sêyem a helbestan e, ji Pall Weşanê derçû. Di kitêbê de 42 helbest cih digirin.

Yehya Omerî yê ku xelatgirê Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ye, bi dîwana xwe ya “Anatomiya Demsalên Zer” (2015) di demeke kin de di edebiyata kurdî de cihekî xurt girt. Helbestên wî bi zêdeyî bala xwendvanên kurdî kişand û heta niha ji aliyê gelek kesan ve hatine xwendin/bidengkirin.

Nivîsa paşbergê:

tarîx seydayekî baş e seba em kurên çak bin
xasûk, xayis û guhnedêr caran
wiha hatin em, zarê kurdan
siwarên beyt kardayê, lîrîk û şidiyayî her
 wiha tim, evîndar, rûken û beza

Yehya Omerî:

Di sala 1993yan de li gundê Êlaskaya Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di sala 2017an de li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê beşa mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî qedand. Di sala 2020î de li heman zanîngehê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedand. Di sala 2015an de dosyeya wî ya ewil Anatomiya Demsalên Zer di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de hat xelatkirin. Endamê kovara Bar Helbestê ye. Berhemên wî: Anatomiya Demsalên Zer (2015, Evrensel); Nêrgiza li Defterê Bişkivî (2021, Avesta); Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha (2026, Pall).

Kitêb dikare ji malpera weşanxaneyê pallwesan.com û kitêbfiroşan bê xwestin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Pirtûka “4 Bajar û 45 Çîrok” Derket

Pirtûka nû ya nivîskarê navdar Faîk Ocal bi navê “4 Bajar û 45 Çîrok” ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *