Romana Semerqand – 37 (Amîn Me’lof)

Êvaran, li sûka Tebrîzê zehf kêm dikan dimînin vekirî, lê kolan tevgerdarin. Zelam li serê kujiyan, li ser kursiyên hêsîr qelûnê dikuşkuşînin. Dûyê qelûnan, bêhnên nava rojê tevan ditepisînê.

Min rêveçûna xwe, li ya Howard dianî. Bê sekin dimeşiya, ji kolanekî diket kolana din, carna ji bo slavê bidê babê xwendekarekî xwe disekiniya. Li her deverî zarokan navber didan leyîstoka xwe û ji bo biborê xwe didan alîkî. Soxînê em gihan ber derîyek zengar. Hevalê min derî dehf da, em nav baxçeyeke bi dar re borîn û hatin ber derê xaniyek kelpûç. Piştî heft caran li dêrî da, derî bi sîqênekî  vebî mezelekî mezin. Mezel, bi lambeyên ji ber ceryanê dihejinîn hatibû ronahîkirin. Yên di mezelê de, hînê vê bûbûn lê hesko ez di kêlekekî li ber pêlan ketibê de bim. Min ti rû zelal nedidîtin û min dixwest ku ez çavên xwe bigirim û razim. Baskervîlle ne xerîbê civînên “Benî Ademan” bû. Jxwe ji pêşwazîkirina wî jî ev rewş kifş bû. Ji ber ku ez jî li rex wî bûm, bi biratî ez jî hatim hembêzkirin. Piştî Howard got sedemê hatina min ya Îranê ew e, pêtir hez ji min kir in.

Tam ez ê rûniştam, zelamek ji wî alê mezelê rabû ser xwe, hat li ber min sekinî:

-Benjamîn!

Ez hilpekîm, min çavê xwe firikand:

-Fazil!

Me hev hembêz kir, me çêrên bê xusar ji hev re gotin. Ne adeta Fazil bû lê mecbûr ma û samîmiyeta me ji wan re rave kir:

-Benjamîn Lesage, dostê seyîd Cemaleddîn bû.

Ez mêhvanê hêja, di wê saniyeyê de ji mêhvanî ketim û bûm weke diyariyek qutsî. Bi rêz û edeb û tirs nizingê min dibûn.

Min, Howard li Fazil da naskirin. Bi tenê navên hev dizaniyan. Vaye ji salekî zêdetir bû ku Fazil nehatî bajarê Tebrîzê yê lê ji dayîk bûyî. Jxwe mayîna wî ya nav van dîwarên herîya wan jê ketî û sekna wî ya nav van lambeyên dihejinin de, ne elameteke xêrê bû. Ma ne serokê parlementerên demokrat yên stûneke Şoreşa Makezagonê bû? Gelo vê navê re veqetandina wî ya ji paytextê, tiştek rast bû? Min ev pirs ji wî kirin. Aciz bû. Halbûkî, ez bi fransizî û dengeke nivz ştexilî bûm. Awirên xwe li kesên li dora xwe gerandin û paşê şûna besivê, pirs kir:

-Tu li ku dimînî?

-Li taxa Ermeniyan li karwansarayê.

-Ez ê şêv bêm ba te.

Nîvê şevê, di jûra min de em bûbûn şeş kes. Baskervîlle, ez, Fazil û sê hevalên wî. Ji bo nasnameya wan kifş nebê, bi tenê navê wan yê pêşî dan naskirin.

-Te li nav encûmende, ji min re got: “tu çima ne li Tehranê yî û li vir î?” Ji lew re paytext, ji bo Makezagonparêzan buyerek winda ye! Heke min ev yek, nav sih kesî de gotibûya, minê bibizdandin. Lê rastî ev e!

Em ewqas şaş bûbûn ku, deng ji me derneket. Fazil domand:

-Ji berî du hefteyan, rojnamegerek ji Saint-Petersboûrgê hatibû min bibînê. Nûçegihanê rojnameya Ryechê bû. Navê wî Panoff e, lê nivêsê xwe bi navê Tane destnîşan dike.

Min navê wî seh kiribû. Çapemeniya Londonê, carna ji nivîsên wî jêgirî werdigirtin. Fazil domand:

-Ew kesek sosyal-demokrat e. Neyarê Çarîtiyê ye. Lê dema ji berî çend heyvan hatî Tehranê, fikrên xwe xef kirin û rehet rehet ket nava balyozxaneya Ûrûs. Di van çûyîn hatinade çi kir, çawa çêkir, ez nizanim, hinek dokument bidesxistin. Kazak ji bo dîsa mutlakiyetê bînin, nava amadekariyek ya derbeya leşkerîde bûne. Her tişt eşkere nivîsandîbû ye. Ji bo baweriya gel ji rejima nû xera bibê, yê li sûkê dizî despê bikin. Hinek mela jî, qaşo dijê Islamê ye, yê ji şah rakirina makezagonê bixwazin. Bi rastî Panoff, dema ev belge ji min re anîn rîskeke mezin girtibû ser milê xwe. Min ji wî re spas kir û ji parlementoyê civîna derasayî xwest. Min rewş kite kite vegot. Min xwest ku fermanrewan ji ser text bînin xwarê, şûna wî kureke wî deynin ser text. Min belavkirina yekineyên kazakan û girtina melayên tewandar pêşniyar kir. Gelek parlementer derketin ser kursî ev rewş şermezar kirin û destek dan pêşniyarên min.

“Wê hînê re, peywirdarek hat. Got: ji bo notayekî bidin me, li parlementoyê balyozên Ûrûs û Ingiliz amadene. Me navber da civînê. Serokwezîr û serokê parlementoyê derketin derve. Dema vegerayîn rengê wan weke yê şimayê bû. Balyoz, hatibûn bêjin heke şah ji ser text bikeve, em herdu dewlet mecbûrin ku mûdaxeleya leşkerî bikin. Ne tenê hewl didan ku me bifetisînin, nahiştan em li berxwe jî bidin!”

Bakervîlle ecêpmayî û bi tirsnak pirsî:

-Ev xîretkêşî ji bo çî ye?

-Ji lew re Çar, li rex tenişta xwe demokrasiyê naxwaze. Navê parlementoyê jî, wî dîn dike.

-Lê ya Ingilîzan çi ye? Ew jî naxwazin?

-Na. Lê heke Îranî hînî rêvebirina xwe bixwe bibin yê ji Hindistaniyan re bibin mînak. Ew jî ji wê ditirsin. Ji lew re yê hingê Ingilîz, nivênoka xwe bidin milê xwe û birevin. Û petrol jî heye. Sala 1901 ê şirketeka Ingilîz ya navê wê Knox d’Arcy, mafê hilberanîna tevahiya petrola Îranê bi bîst hezar sterlînan dest xist. Heta niha hilberîn hindikbû, lêbelê ji berî çend hefteyan, nav axa eşîreta Bextiyariyan de zehf petrol derket. Herhalde we sehkirî ye. Dibê ku ev ji bo welêt bibê çavkaniya dahateke mezin. Min ji parlamentoyê xwest ku peyman, ji nû ve bê sererastkirin û qene şertên wê adiltir bibin. Ekseriyeta parlementeran destek dan min. Ji wê rojê ve, sefîrê Ingilîz min venaxwazê dawetên xwe.

-Halbûkî bast, li bexçeyê balyozxaneyê pêkhatibû!

-Hingê Ingilîzan, digotin ‘bandora Ûrus zehf e û ji paste parçeyek gelek piçûk gihaye me.’ Ji ber wê destek dabûn me û bexçeyê xwe ji me re vekiribûn. Heta tê gotin ku, ew wêneyê M. Naus yê bûyî sedemê gengeşiyê, ji alîyê Ingilîzan ve hatibû çapkirin. Dema tevgera me serket, Londonê, Çar mecbûrî peymana parvekirinê kir. Yê bakurê Îranê biketa bin himyeta Ûrusan û başûrê wê ji biketa bin ya Ingilîzan de. Dema Ingilîzan daxwazên xwe anîn cih, dev ji demokrasiya me berdan. Wan jî weke Çar demokrasiya me bi xetere didîtin û dixwestin bifetise.

Baskervîlle ji nişka ve:

-Bi kîjan mafî?

Fazil, bi giranî beşişî û axaftina xwe domand:

-Piştî hatina herdu dîplomatan, wêrekiya parlementeran şkest. Ji ber ku nikariyan bi hemberê hemû neyaran de tekoşînê bikin berê xwe dan Panoffê reben. Gelek axafkeran ew bi sextekarî û anarşîstiyê tewanbar kirin û gotin armanca wî; derêxistina şerekî navbera Îran û Rûsyayê de ye. Rojnamevan rex min hatibû parlementoyê. Min digot belko pêdivî bi şahidiya wî hebe, ji ber wê min ew li rex salona mezin li ber dêrî rûniştandibî. Lêbelê parlementer rabûbûn dixwestin bê girtin û teslîmê balyozê Çar bê kirin. Ji bo vê yekê pêşniyaznameyek jî dabûn. Ev zelamê hemberî hukumeta xwe destê alîkariyê ji me re dirêj kirî yê teslîmê celadan bihata kirin! Ez. Ew zelamê her wextî ewqas sakin, min xwe negirt. Ez derketim ser kursiyekî û weke dînan min da ber qêran: “Ez bi gora babê xwe kim, heke ev zelam bê girtin, ez ê gazî ‘benîademiyan’ bikim û vê parlementoyê nava xwînê de bihêlim. Ew kesên vê pêşniyazê bêxin nav reyavêtinê de, yek tenê ji wan ji vê derê sax dernakeve.” Dikariyan destnedana min rakin û min jî bidin girtin, lê cesaret nekirin. Danişîn hiştin roja din. Wê şevê min paytext terk kir û ez hatim vir. Panoff jî bi min re hat û heta herê welateke din, xwe li Tebrîzê deverna vedişêre.

Heta kebara sibehî em axivîn. Bi dengê banga melê re dinya ronahîtir jî bû. Me nîqaş kiribûn, em li ser îhtimalan sekinîbûn û pêde çûbûn. Baskervîlle xwe vekişand, li demjimêra xwe nihêrî, weke yekî xewger rabû ser xwe, pişta stûyê xwe xwerand û got:

-Wey lêê! Saet bûye şeş! Şevek bê xew. Ez ê bi çi rûyî derkevim pêşberî xwendekarê xwe? Vê saetê keşe min bibînê ku ez nû vedigerîm, ez ê çi bersiva xwe bidim?

-Tu yê bêjî ez bi jinekî re bûm!

Halê Howard tinebû ku bikenê.

Min, navê ez bêjim rast hatin, ji lew re di vî karî de ti rasthatin tine… Dema Fazil li gorî belgeyên Panoff, leyîstokên dijberî demokrasiya ciwan ya Îranê ji me re vedigotin, harekata derbeyê despêkiribû.

Paşê ez pê hesiyam ku 23 yê Pûşpera 1908 ê roja çarşemê saet çarê sibehî, bin fermandariya Serheng Lîakhov de hezar Kazak, ber bi Parlementoya li Bûharîstanê ve dimeşiyan. Parlemento hatibû dorpêçkirin û derketina ji parlementoyê hatibû pişkinandin. Endamek yê encumenên heremî, dema yekîne dîtîn, çûbû kolejekî nîzînk -ku telefon nû hatibû giradan- xeber dabû hinek parlementerên sosyal-demokrat, hinek serekên dînî yên wek Ayetûllah Behbahanî û Ayetûllah Tabatabeyî. Wan jî hê tavê nedayî der, berê xwe dabûn parlementoyê da sonda makezagonê bixwin. Tiştek xerîb bû ku Kazakan rê dabû wan. Fermana standîn, qedexekirina jêderketina parlementoyê bû. Neya ya têketinê!

Her diçû xwepêşander qelebalxtir dibûn. Tavdanê re hejmara wan bûbû sê sed û nav wan de gelek “Benî Adem” jî hebûn. Di destê wan de çek, hinek cebilxane hebû. Her yekî şêst fişek digihatin wan, lê newêriyan biteqînin. Bi rastî li ser banan, li pişt pecereyan çeper girtibûn, lê nizanîna ka guleyan berdin ku yê bibin sebebê komkujiyeke mezin, an jî pasîfkî bimînin û hêviya amadekariya derbeyê ku heta temam bibê.

Sûbayên Ûrûs û yê Eceman û Lîakhov, bicihkirina yekîne û topên xwe mijûlbûn. Wê rojê, şeş top hejmartibûn û ji wan ya herî xetere li Meydana Topxaneyê hatibû bicihkirin. Serheng, çend caran ser hev bi hespê xwe xeta parêzvanan dirandibû lê “Benîademan” bersiv nedabûn. Ji lew re ditirsiyan ku çar vê yekê bêxê hêcet û welêt dagir bikê.

Fermana êrîşê bernîvro re hat dayîn. Hêzên wan ne hempa bûn, lê pêvçûnê şeş heft saetan domand. Berxwedêran sê top berteraf kirin.

Ev lehengiya bêhêvîtiyêbû. Tav sefandinê re ala spî ya teslîmiyetê li ser bircên parlementoya ewul ya dîroka Îranê re hejinî. Piştî gule avêtina dawî çend saetan, Lîakhov dîsa fermana gulebarandinê da topvanên xwe. Fermana Çar, teqez bû: Belavkirina parlementoyê ne bes bû, diviya avahiya wê jî hilweşê û ji Tehraniyan re heta hetayê bibê ders!

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply