Mesele | Namûsa Hecî Rizo

Zivistanê bi hemû reng û dirûvê xwe ve xwe nîşan dida. Berf wekî çarşefeke spî rûyê erdê rapêçabû. Sibê şefeqê bi dengê derî ji nav nivînan hilpekîya:

Hecî Rizo beyî ku cilên xwe biguherîne ber bi derî ve çû: “Babo! Di vê sermayê de kê vê saetê tê mala me? Xwedê bigerîne ser xêrê.

“Hecî Rizo em ketine bextê te kurikê me keçika destgirtî revandîye, ka em ê çi xwelîyê li serê xwe bireşînin?

Hecî Salih ji dûr ve xizmê wan bû, lê tişta herî xirab keça ku rewandibûn ew jî keça nasê wan bû.
Hecî Rizo bi lez û bez cilên xwe li xwe kir bangê giregirên malbatê kir, giştî bi hev re erebeyên xwe sîwar bûn ketin rêya gund…

Hecî Rizo li wê heremê de kesek xwedî sîyanetek mezin bû. Dozên herî giran de doşeka wî koşa erî jorîn de amade bû. Gotina herî dawî herdem wî digot…

Zilamên malikê li ber derî rê li ber wan girtin, Hecî Rizo qaputê xwe avêt erdê û got: “Fermo li min û merivên min begerin, bê ka çekên me hene an na?

Piştî ku Hecî Rizo û merivên xwe derbasî oda mêvanan bûn, ya ku malikê ji malê cûda di nav hewşê de ava kiribû.

Ode wekî odeyek axa bi minder balifên xaliçe ve raxistîbû. Pêxiriya ku bi hemû xemla xwe ve dewlemendîya malbatê dida ber çavan bi agirek gûr hatibû dadan…

Bavê keçikê bi dirûvek tirsehêz ve berê xwe da Hecî Rizo: “Hecî Rizo, hûn bi çi rûyê hatine mala min? Ma ne tu jî ji vî welatêyî, tu jî bi şîrê dayika Kurd mezin bûyî, ka bêje; di kîjan orf û edetê me de heye ku meriv keçek bi nîşanî birevîne? Kuro ma ne şerm û fedîye, ku ewna keça min ya dergîstî revandine? Kî dîkare ewqas bê hisyet be, bê namûs be, bê ujdan be, ka bêje Hecî Rizo! ka bêje kî ewqas bê şeref e?

Bi qedandina gotina mêrik, du pîrejinên ku bi Hecî Rîzo re hatine, laçikên xwe avêtin ber linge wî…

Hecî Rizo rabû ser pîya çû li hember bavê keçikê çok da erdê: “Hema ez! Ew bênamus, ew bêhaysîyet, ew bêşeref ez im, min jî jina xwe bi desgirtî revandibû.”

Ma eger dilê te pê sar dibe, aha eva jina min, ez berdim, tu li xwe mehr bike, bila ev doz biqede.
Bavê keçikê serê xwe rakir, berve Hecî Rizo va hat û destê Hecî Rizo ramusa û got: “Hecî min gu xwar, ew gotin ji te re got, tu bêjî çi wekîlê min tu yî”

Nivîskar: Rojbîn Ozkan

About Rojbîn Ozkan

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *