Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Xwendineke Derûnkolînerî — Nêrînek Psîkanalîtîk, Civaknasî û der-kolonyal

Destpêk

Edebiyat ne tenê hilberîna hûnerî ye — ew meydan û qada civakî ye (literary field) ku têkiliyên hêzê, nasnameyê û ‘bîr’anînê tê de têne jiyîn û hilberandin. Ferzan Şêr di pirtûka xwe ya Yamalı Peyzaj (2025) de, bi dahûrînek rêzdar û berfireh, edebiyata romana kurdî ya ji 1935ê heta 2017ê lêkolîn dike. Ev xebat ne tenê katalogeyek dîrokî ye — ew nîşaneyek derûnterapî, dermankirin û têkoşîna sembolîk e ku di navbera zimanzanî, kolonyalîzm û nasnameyê de cih digire.

Ji bo ku em vê xebatê bi kûrahî bixwînin, pêwistiya me bi çarçoveyek teoriyê ya pirjimar heye: psîkanalîza Freud û Lacan ji bo têgehên derûnî, civaknasiya Pierre Bourdieu ji bo têgeha qada edebî (literary field) û sermiyanên sembolîk (symbolic capital), nêrîna Pascale Casanova ji bo têgehkirina pergala edebiyata cîhanî (world republic of letters), ya José Carlos Mariátegui ji bo têkiliya çanda xwecihî û kolonyalîzmê, ya Alexander Beecroft ji bo ekolojiyên edebî (literary ecologies) û ya Barbara Harlow ji bo edebiyata bergiriyê (resistance literature) têde cih digirin.

Gava ku em van nêrînan li hev tînin, tabloya ku xwe nîşan dide ew e: Edebiyata Kurdî ne tenê di bin zexteke dewletî ya derveyî de, lê di heman demê de di nava krîzeke navendî de ye ku hem ji desthilata kolonyal, hem ji avahiya xemsariya hundurîn, hem jî ji qedexeya sembolîk tê. Şêr, bi lêkolîna xwe, vê qadê mîna nexşeyeke trawmayê (trauma map) xêz dike.

Krîza Nasnameyê (Identity Crisis) û Xwebûna Parçebûyî (Fragmented Self)

Ferzan Şêr, di lêkolîna xwe de, cihê xwe di sê aliyên cuda de tarîf dike: zanîna zeviyê, nivîsandina afirîner û rexneyê û neçariya nivîsandina bi Tirkî. Ev sê alî ne tenê kategoriyên metodolojîk in — ew nîşana parçebûna nasnameyê (fragmentation of identity) ya nivîskarekî kurdî ye ku di navbera zimanê xwe û zimanê dagirker de maye. Neçariya nivîsandina bi Tirkî, di têgeha Lacan de, wekî xwestek û arezûya Yê-din (desire of the Other) tê xwendin: mirov ji bo ku bê bihîstin, zimanê desthilatê qebûl dike û bi vî awayî xwebûna xwe perçe dike.

Pierre Bourdieu ev rewş bi têgeha habîtus rave dike: takekesên ku di qadên sembolîk ên li derveyî çanda xwe de mezin dibin, laşê hizrê û binyada zihnê (mental structure) xwebûna xwe li gorî qanûnên qada dagirker pêk tînin. Nivîskarê Kurd ku bi Tirkî dinivîse ne tenê zimanekî din hilbijartiye — ew sermiyanên sembolîk yên xwebûna xwe li gorî pergalek biyaniyan ji nû ve çêkiriye û bi vî awayî di nava nasnameyeke duali (dual identity) de maye ku ne yekgirtî ye û ne jî bi tevahî ya biyaniyan e.

Navê pirtûkê — Peyzaja Pînekirî — bi xwe nîşanek semptomê ye. Di psîkanalîzê de semptom ne tenê nexweşî ye; ew rêya ku rastiya xwebûna xwe bi awayekî nixumandî dide xuyanîkirinê. Peyzaja Kurd a pînekirî ye, ji ber ku nasnameya kurd jî pînekirî ye: ne yekgirtî, ne têkûz, her tim di bin zexta qedexeya Bavê Sembolîk (Law of the Symbolic Father) de — ku li vir dewlet û desthilata siyasî ye. Alexander Beecroft (2015) jî van ekolojiyên edebî yên ku di nav pergalên ziman û hêzê de perçe dibin wekî nîşanên qeşengtiya ecêb ango kozmopoetîka marjînalîteyê (cosmopoetics of marginality) bi nav dike.

Tepisandin (Repression) û Zimanê Windabûyî (Lost Language)

Ku ji 1935ê û vir ve edebiyata Kurdî di bin çend ekolên perçeyî de maye, ev ne tenê rastiyeke dîrokî ye — ew tabloya tepisandina hevpar (collective repression) e. Civak, wekî takekesek, tiştên ku nikare der bike di derhişiya (unconscious) xwe de vedişêre. Zimanê Kurdî yê ku ji ber tawan û cezabûnê nehatiye bikaranîn, têgehên ku nehatine nivîsandin, dengên ku nehatine bihîstin û bilindkirin — hemû bûne beşê wê arşîva derhişî (unconscious archive) a ku pirtûka Şêr hewl dide veke.

Di têgeha Bourdieu de, ev windabûna zimên windabûna sermyanê çandî (cultural capital) ye. Dema ku zimanê dayikê nayê bikaranîn, nizanbûna dubarekirî ya civakê ve tê bihandin û bi vî awayî herka (doxa) ya erk û rêzê li gorî zimanê desthilatê tê danîn. Bourdieu (1991) di Ziman û Hêza Sembolîk (Language and Symbolic Power) de destnîşan dike ku ziman qadeke têkoşînê ye ku tê de hêz û şiyan tê xwestin, weqifandin û ji nû ve hilberandin.

Têgehek di psîkanalîzê de: vegera yê tepisandî (the return of the repressed) — yê çewisandî vedigere. Edebiyata Kurdî jî herçiqasî hatibe qedexekirin û şewitandin jî li cihên nedîtî dîsa xwe nîşanî me daye: bi şêwirên devkî, bi dengbêjan, bi çîrokên ji nifşekî bo nifşekî derbas bûne. Ev vegera ya çewisandî ye. Barbara Harlow (1987) di Edibiyata Bergiriyê (Resistance Literature) de heman dîmenê di edebiyatên miletên bindest de nas dike: edebiyat wekî amûreke bergiriyê, ne tenê wekî afirandineke hûnerî tê bikaranîn.

Girêka Kolonyal (Colonial Complex) û Nefreta Hundurîn (Internalized Hatred)

Ku weşanxaneyên Kurd ji nivîskarên Kurd re mafê telîfê nadin, lê ji biyanî re mêr û camêr in — ev diyardeyeke balkêş a tepisandina navendî ye. Frantz Fanon vê wiha rave dikir: civaka kolonîkirî, nirxên kolonîker di hundurê xwe de dihêle û wan li ser xwe û hev-miletên xwe sepandine. Nivîskarên Kurd ji aliyê saziyên Kurd ve qedr û qîmeta wan nayên girtin — ne ji ber ku ew ne layiqî qedirûqîmetê ne, lê ji ber ku nasnameya kêm û bênirx (inferior) a ku kolonîzasyon çandiye hîn jî di bêhişî, binhişî û derhişiyê de dijî.

José Carlos Mariátegui (1928), di analîza wî ya li ser wêjeya Amerîkaya Latîn de, vê paradoksa yekalî bi hûrbûnî vedibêje: rewşenbîrên xwecihî yên ku di nava pergalên kolonyal de hatine perwerdekirin, pirî caran ziman û estetîkên kolonîzer wekî havênê estetîkê (aesthetic standard) dipejirînin. Ev yek di edebiyata Kurdî de jî xwe nîşanî me dide: ew nivîskar ku arezû û xwestinê dikin ku bi Kurdî binivîsîn, hîn jî di bin çavên rexneyeke Tirkî-girêdayî de tên nirxandin.

Pascale Casanova (2004) di Komara Edebiyata Cîhanî (The World Republic of Letters) de ev têkiliya newekhev çawa dixebite vedigêre: edebiyatên biçûk (minor literatures) her tim li gorî merkezên mezin têne nirxandin û ziman û çandên wan weke perîferîk (peripheral) têne danîn. Edebiyata Kurdî di vê çarçoveyê de ne tenê li ser binê mêtingeriya dewletê ye — ew jî li ser binê saziya edebiyata cîhanî ya ku ji nêrîna navendên mezin hatiye ava kirin e.

Ku %68ê nivîskarên Kurd pirtûka xwe bi xwe çap dikin û %99ê wan mafê telîfê nagirin, ev ne tenê pirsgirêkeke aborî ye — ew îşareta xwe-tune-hesibandinê (self-annihilation) ye. Mirov pirtûkekê dinivîse, lê mafê hebûna wê wekî tiştekî nirxdar nas nake. Ew Winnicott’ê bîr tîne: Xwebûna sexte (false self) — xwebûna derewîn ku ji bo mêze û pejirandina yê-din tê avakirin, lê nasnameya rastî têk dibe.

Bavê Windabûyî (Absent Father) û Trawmaya Nifşî (Transgenerational Trauma)

Ekola Hawar, ekola Kafkasyayê — rewşenbîrên ku hatin kuştin, sirgûnkirin an di nava partiyên siyasî de heliyan. Ji nifşekî bo nifşekî, trawmaya bêbavbûnê (paternal absence trauma) hat veguheztin. Di psîkanalîzê de bav ne tenê kesayetek biyolojîk e — ew sembolê pêbawerbûnê, zanîna berdewam û nasnameya hevpar e. Kurd, di her nifşê de, vî bavê sembolîk (symbolic father) winda dikin: rewşenbîr tên kuştin, helbestvan tên sirgûn kirin, dîrok tê şewitandin.

Alexander Beecroft (2015), di nêrîna xwe ya li ser ekolojiyên edebî de, destnîşan dike ku ekolojiyên ku di wan de berdewamiya nivîsandinê tê qût û qutandin — wekî ekolojiya Kurdî — ne tenê di warê estetîkê de dikişin, lê di warê bîra hevpar (collective memory) de jî dikişin. Windabûna rewşenbîran ne tenê windabûna takekesan e — ew windabûna vegotina kevneşopiyê (narrative tradition) e.

Û her winda bûna bavê sembolîk valahî û xelayeke malxulyayî (melancholic void) ava dike. Freud di navbera şîn (mourning) û malxulyaniyê (melancholia) de cudatiyê dike: di şînê de mirov dizane çi winda kiriye û di dawiyê de jê vediqete. Di malxulyaniyê de mirov nikare jê veqete, ji ber ku tiştê winda bûyî bi tevahî hîn nehatiye qebûlkirin. Wêjeya Kurdî hîn jî di vê malxulyaniya dîrokî (historical melancholia) de ye — şînûşûna rewşenbîrên winda nehatiye kirin, ji ber ku windabûn hîn jî berdewam e.

Têkiliya Jin û Çewisandina Duqat (Double Repression)

Beşa Jin Jiyan Bênavî belkî ya herî derûnkolînerî ya pirtûkê ye. Li hember 137 nivîskarên mêr, tenê 9 nivîskarên jin — ev jimare ne tenê kêmbûnek e, ew dîmenê çewisandina duqat (double repression) e: jin hem wekî Kurd, hem jî wekî jin di bin du sansurên sembolîk (symbolic censorship) de dimîne.

Bourdieu (2001) di Serdestiya Mêran (Masculine Domination) de vê dîmena çewisandin û tuntûjiyaa biçûkkirî (symbolic violence) rave dike: jinan, mîna her koma bindest, bi xwe re baweriya xwebûnêrê ya ku ji aliyê saziyên desthilatê ve hatiye çandin hildigirin. Ev ne tenê rewşeke civakî ya derve ye — ew avahiyek e ku di nava bedena hizrê ango laşe venasînî (cognitive body) de hatiye cih kirin.

Casanova (2004) jî van nivîskarên jin ên ji edebiyatên biçûk wekî xwedan duqatiya neçarbûnê ango mecbûriyeta ducarî (double obligation) bi nav dike: ew hem neçarî ne ku îspat bikin ku xwedan nirxê edebî yê cîhanî ne, hem jî neçarî ne ku di nava çanda xwe de cih bigirin. Ev yek ji bo jinên Kurd sêqat e: ew hem Kurd, hem jin û hem jî li gorî normên edebiyata mêrxasî (masculine literary canon) têne nirxandin.

Lacan dipirse: “Çi dixwaze jin?” — lê di civaka me de ev pirsa xwe jî nehatiye kirin. Jin bûye heybera arezû (object of desire) ya siyasetê: sloganan têde cih digire, teoriyê têde cih digire, lê dema ku ew bixwaze bibe kirdeya axivîner (speaking subject) — bixwaze pirtûkekê binivîse, bixwaze dengê xwe bide — deriyê sembolîk (symbolic gate) tê girtin.

Rûmet û Mirina Eziyê (Ego Death) û Têkoşîna Pejirandinê

Têgeha Rûmetê ya ku Şêr pêşniyar dike, di psîkanalîzê de bi têgehên îdeala eziyê (ego-ideal) û bilindeziyê (superego) re girêdayî ye. Rûmet ne tenê rêzgirtin e — ew pejirandina hebûna mirovî ye. Dema rewşenbîrên Kurd vê Rûmetê nagirin, dema ku ji aliyê saziyên xwe ve nayên dîtin, ev ne tenê pirsgirêkeke aborî ye — ew mirina sembolîk (symbolic death) e.

Mariátegui (1928) di analîza xwe ya li ser rewşenbîrên Andean de jî heman zewqa bêrûmetiyê rave dike: rewşenbîrên ku ne ji aliyê kolonîzer û ne jî ji aliyê civaka xwe ve têne pejirandin, di valahiyeke nasnameyê de dimînin ku dikare bibe sedema bêxwebûn û bîyanîbûnê (alienation). Di edebiyata Kurdî de jî ev paradoks xuyaye: ew takekes ku bi Kurdî dinivîse qedrûqîmeta wî/wê nayê girtin, ew takekes ku bi Tirkî dinivîse nasnameya xwe ji dest dide.

Hegel jî vê dizanibû: têkoşîna ji bo pejirandinê (struggle for recognition) bingeh a têkiliya mirovî ye. Kurd ji dewletê pejirandinê dixwazin û nagirin — ev tê zanîn. Lê gava saziyên Kurd jî vê pejirandinê ji rewşenbîrên Kurd re nadin, birîna narsîsîstîk (narcissistic wound) ducar dibe û rewşenbîr di navbera du bêpejirandinan de dimîne.

Encam: Dahûrîna Wekî Terapiya Hevpar (Collective Therapy)

Peyzaja Pînekirî di rastiyê de ne tenê lêkolînek e — ew hewldanek dahûrîna hevpar (collective analysis) e. Wekî çawa psîkanalîst nexweşê xwe davêje ber neynikê da ku xwe û xwebûna xwe bibîne, Şêr jî wêjeya Kurdî davêje ber neynikê. Û wekî di dermankirinê de, dîtina rastiyê dijwar e, vê êşê dide — lê pêwistî ye.

Ji nêrîna Bourdieu, pirtûk hewl dide qadeke edebî ya Kurdî (Kurdish literary field) ya serbixwe ava bike — qadeke ku xwedan destûrên rexneyê, nirxandinê û pejirandinê be, ku bi xweserî ji qadên din (siyasî, kolonyalî, mêrxasî) cuda bimîne. Ev ne xewnek wêjeyî tenê ye — ew şertê hebûna nasnameyeke edebî ya azad e.

Ji nêrîna Casanova, pirtûk hewl dide edebiyata Kurdî di nava pergala edebiyata cîhanî de bi cih bike: ne wekî perîferîk (peripheral), lê wekî edebiyateke xwedan dîrok, estetîk û mêtodolojiya xwe. Casanova destnîşan dike ku edebiyatên biçûk dikarin serweriya merkezên mezin bişkênin tenê eger ku pêşî saziyên navendî yên xwe û xwebûna xwe ava bikin — û ev xebat gaveke di wê rêyê de ye.

Ji nêrîna Beecroft, qadeke edebî ya sax ango ekolojiya wêjeyî ya zindî (living literary ecology) pêwistiya wê bi pêwendiya di navbera nivîskar, xwîner, rexneger û saziyên weşanê de heye. Pirtûka Şêr, bi nîşankirina kêmasiyên van pêwendiyan, hêviya avakirina van pêwendiyan jî hildigire.

Pêvajoya şagirtiya xebatkirinê (working-through) ku Freud jê re digot, ew e: ne ji bo ku êş bêtir bê hesibandin, lê ji bo ku ji bo êşê cihekî sembolîk were vekirin û ew êş bibe beşê jiyanê — ne ya ku jiyanê têk dibe. Peyzaja Pînekirî jî bi vê nêrînê, gaveke pêwistî ya vê şagirtiya xebatkirina hevpar (collective working-through) e ku wêjeya Kurdî — û civaka Kurdî ya berfireh — pêdiviya wê pê heye.

Di dawiyê de, xebata Şêr ji me re vî tiştî dibêje: jan û êşa edebiyata Kurdî ne tenê pirsgirêkeke çandî û zimanî ye — ew pirsgirêkeke mirovî ye. Û her pirsgirêkeke mirovî dikare, bi rêya zanîn û naskirinê bê veguheztin.

Brahîmê Alûcî-brahimaluci.blogspot.com

Çavkanî

Beecroft, A. (2015). An ecology of world literature: From antiquity to the present day. Verso.

Bourdieu, P. (1991). Language and symbolic power. (J. B. Thompson, Ed.; G. Raymond & M. Adamson, Trans.). Harvard University Press.

Bourdieu, P. (2001). Masculine domination. (R. Nice, Trans.). Stanford University Press.

Bourdieu, P. (1993). The field of cultural production: Essays on art and literature. Columbia University Press.

Casanova, P. (2004). The world republic of letters. (M. B. DeBevoise, Trans.). Harvard University Press.

Fanon, F. (2004). The wretched of the earth. (R. Philcox, Trans.). Grove Press. (Xebata eslî hatiye weşandin 1961)

Freud, S. (1957). Mourning and melancholia. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 14, pp. 237–258). Hogarth Press. (Xebata eslî hatiye weşandin 1917)

Harlow, B. (1987). Resistance literature. Methuen.

Lacan, J. (1977). Écrits: A selection. (A. Sheridan, Trans.). Norton.

Mariátegui, J. C. (1971). Seven interpretive essays on Peruvian reality. (M. Urquidi, Trans.). University of Texas Press. (Xebata eslî hatiye weşandin 1928)

Şêr, F. (2025). Yamalı peyzaj: Kürtçe roman yazımının özerk bir alan olarak oluşumu (1935–2017). (Çapa 1ê). Nûbihar.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Guherîna Edebiyata Kurdî li Qafqasyayê: Ji Folklorê bo Helbestê, Ji Helbestê bo Romanê

Kurte Ev gotar edebiyata Kurdî ya li Qafqasyayê pêk hatiye, bi rêya cureyên folklor, helbest …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *