Li ser axê zulim pirr bû
Ji mêran re binax xweş bû
Bi kerb û hêrsa neyaran
Ji zordarî dinê teng bû
Min ehd danî ji bo Xweda
Li ser xwînê û li ser bela
Li hember kufra xedaran
Hezar canî dikim feda
Eman Rebbî ev çi hale
Bindestî koletî jare
Mirin başe ji vî halan
Ehlê Îman tev dinale
Her dem û wext bi xebatê
Tu derbas ke bi cîhadê
Dikim sed car lom û lavan
Bangê dikim mêrxas kanê
✒️Seyîdxan Serferaz I 2 Avrêl 2026
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…