Romana Semerqand – 36 (Amîn Me’lof)

PIRTÛKA ÇARÊ

DI DERYAYÊ DE HELBESTVANEK

Yê leyîstokê dileyizê xweda ye, em jî kevirên damê!

Ya rast ev e, tiştên din beredayî ne.

Ji lew re cîhan depê damê ye, her yek ji me jî pêlîstokek.

Yê soxînê bikerixe û me berdê nava bîra bêbinî!

Emer Xeyam

 

Nava baxçeyekê tarî û hawîrdorê wî dîwarkirî de, mirovên şên. Baskervîlle yê çawa bê veqetandin? Rû hemî qemerin! Min pala xwe daye darekî, ez sekinîme û li dora xwe dinêrim. Li pêşiya kolikeke nava wê hatî ronahîkirin, leyîstokek şanoyê heye. Rozexvanê vebêjer û girîker, mumîn dawetê girî, qêr û xwinrijandinê dikirin.

Zelamek derket holê, got ez dilxwazim. Ji êşê re dilxwaz! Pêxas, ji navikê jor ve tazî û destên wî zincîrkirî… Zincîr hiltavêtin, li ser milê xwe re li pişta xwe ya rût dida. Hêsinê hilûs û cermê tenik… Reşheşîn dibûya, lê xwe digirt. Ji bo xwîn jê biherike, divê sêh çil derba li xwe bide. Vizikandinek reş! Şanoya êş û janê jî ev e! Pêşaniya hezar sale ya êşê!

Çiqas derbên qamçîyan zêde dibin, qêrên gel jî zêde dibin. Vebêjer jî, ji bo dengê qêr û derban vemirînê, dengê xwe bilindtir dikê. Di wê hinê re, lîstikvanekî xwe avêt nava qadê, pê şûrê xwe gef xwarin, medê xwe qermiçand û hat lanetkirin. Çend kevir jî, avêtinê. Bêhnekî din qurbanî derket holê. Bû qêr û hawara qelebalixê. Heta min jî xwe negirt û qêrek da. Ji lew re serê zelam ne bedena wî ve bû û li erdê re dixiriya. Min serê xwe zivirand û bi xof min li keşe nihêrî. Bi beşişandinek ne ji dil ez vepesirandim:

-Ev hileyek gelek kevin e. Serê mihekî datînin ser serê zarokekî an jî zelamek qam qut. Nişreyekî pê de dikin, qulêlekî nişreyê ve vedikin û wî stûyê bi xwîn qulêlê re derdixin. Bi vî şêwyî stû dimîne alê jorî. Wek te dîtî, dîtina wê bi sehw û xof e!

Mijek da qelûna xwe. Yê serê wî hatî jêkirin, di sehneyê de xwe hiltavêt û diziviriya. Pişt re zelamek xerîp hat şûna wî.

Baskervîlle!

Disa ez zivirîm û min li keşe nihêrî. Bi tenê çavên xwe kuskusandin. Ya xerîptir jî, cil û belgên Baskervîlleyî weke keseke Emerîkî bûn. Heta di nava vê trajediyê de tiştek pêkenok jî hebû. Baskervîlle kumek hotform dabû serê xwe. Lê welê jî qêr qêra girseyêbû û digiriyan. Qasê min didîtî, heke em keşe nejmêrin kesekî ji wan keyf nedikir… Wî jî bi kubarî, ji min re vedigot:

-Di van merasîman de teqez kesek ewropî heye, lê xerîbe her tim “kesên qenc” temsîl dikê. Li gorî adetê, sefîrek di qesrê de, ji kuştina Huseyîn aciz dibê û vê kuştinê bi eşkere şermezar dike. Lê her wextî Ewropîyek dest wan nakevê, şûna wî Tirkekî an jî Ecemekî cerm spî derdixin. Qasê Baskervîlle hatî Tebrîzê, tim ew vê rolê dileyize. Rola xwe, bê kêmasî cih tine. Paşê li ser dikê digrî!

Di wî esnayî de, zelamê şûr di desta de têxê qelebalix û didê ber qêrân û li dora Baskervîlle tewlan dide xwe. Baskervîlle xwe dilepitîne, kumê wî dikevê erdê, guliya wî ya zer derdikevê holê. Paşê weke robotekî  hêdî hêdî çok didê, xwe erdê re dirêj dikê, ronahiya rojê hêstirên çavên wî dibiriqandin û gul û çîçek li ser cilên wî yên reş gul û çîçek dibarandin.

Êdî min dengê qelebalixê seh nedikir. Çavên min mabûn li hevalê min û bêhn çikayî ez li benda rabûna wî bûm. Min digot qey ev merasîm naqedê. Min dixwest ku ez zû bigihijim wî.

Piştî demjimêrekî, li mîsyonê em gihaştin hev. Keşe, em hiştibûn tenê. Navbera me de bêdengiyek nexweş hebû. Sorbûniya çavên Baskervîlle hêca jê neçûbû. Got:

-Heta ez vedigerim giyanê xwe yê Rojavayî, dem dibore.

-Lez neke. Sedsala nû hêca dest pêdike.

Koxîya, pîyana şorbê ya germ bir ber devê xwe û disa bê deng bû. Paşê bi xurtî got:

-Dema ez nû hatîm vî welatî, girgireyên rêh spî, ji bo cînayeteke ji berî hezar û du sed salan hatî kirin, digiriyan û dixistin porpor. Min ew rewş fêhm nedikir. Lê niha ez fêhm dikim. Heke Îranî di dema borî de bijîn, ji ber ku ew dema borî, ya welatê wan e. Ji lew re, îro ev der ji wan re biyanî ne û di vê derê de ti tişta aîdê wan nîne. Ji bo me jiyana hemdem, her tişta sembola azadiyê ye. Lê ji bo wan, tê wateya desthilatiya biyanî. Rê: Rûsya ye. Rêya hesinî(ray), Telgraf, Bank: Brîtanya ye. Posta: Awistirya-Macarîstan e.

-… û hînbûna zanistan: Baskervîlleyê ji Mîsyona Presbîteryenên Emerîka ye.

-Çawa te gotî, welêne. Ji bo Tebrîziyan du vebijêrk hene: An yê kurên xwe bişînin dibîstanên kevin û weke bav û kalên xwe bi heman hevokan deh salan bizirin, an jî ji bo perwerdehiyek weke ya Emerîkiyan bikin yê bişînin pola min. Lê li ber sihika xaçekî û aleke bi stêrk. Yê xwendekarên min, bibin xwendekarên welêt yên herî baş, herî qenç û herî jîr. Lêbelê yê çawa pêşî li yên din bê girtin ku weke kesên firotî li wan nenêrin? Dema hefteya ewul ez hatîm vir, min ev pirs ji xwe kir û bersiva vê pirsê di wan merasîmên te şopandî de dît. Rojekî ez di nav qelebalixê de dimeşiyam. Li dora min nalenal dihat. Dema min rûyên bigirî, bitirs, perîşan û şaşbûyî şopandin, min sefaleta Îranê hemî dît. Bêhemdî ez jî giriyam. Yên li dora min ev dîtin, pê hestyar bûn û rola qazidê rast a qencan temsîl dikê dan min. Roja din weliyên xwendekarên min hatin. Biryara şandina zarokên xwe ya Dibîstana Presbîteryenê dabûn û bi vê yekê şad bûbûn. Digotin: “Min kurê xwe teslîmê mamosteyê li ser Îmam Huseyn digirî kir.” Hinek mela aciz bûn. Ew eyaretiya wan li dijî min dikin, nişaneya serketibûna min e. Ew xerîb in, divin bişibihun xerîban.

Min helwesta wî fêhm dikir, lê ez hêca jî bigumanbûm:

-Anko li gorî te çareserkirina pirsgirêkên Îranê, bi tevlîbûna girîkeran hal dibê?

-Min ew ne got. Girî ne çareserîye. Kêrî tiştekî jî nayê, bi tenê çalakiyeke hêsane. Geleke ji bo barandina hêstiran, ti xurtî jî li ti kesî neyê kirin. Tişta giring ew e ku mo falaketa ti kesî piçûk negirê. Dema giriyê min dîtin û nêrîn ez wek biyaniyan  ne bêxem im, hatin cem min û gotin: “Girî kêrî tiştekî nayê, pêdiviya Îraniyan bi girîkerên zêde nîne. Tişta qenç ew e ku tu perwerdehiyek baş bidî zarokên Tebrîziyan.”

-Gotinên baqilî ne. Min ê jî heman tişt ji te re bigotan.

-Lê heke ez negirîbûyam, nedihatin ba min. Heke giriyê min nedîtibûna, destûr nedidan ku ez ji şahê wan yê niha re bêjim “kifto bûye û melayên Tebrîzê jî ji wî kambaxtir in.”

-Tu van tiştan li polê de dibêjî?

-Erê. Ez di polê de dibêjim. Ez, ciwanê bê rêh, Emerîkiyê ciwan, ez, mamosteyê piçûk yê Dibîstana Mîsyona Presbîteryen. Min tac û şaşik vehejandin û xwendekaran heq da min. Dê û bavê wan jî. Bi tenê rahîp ne aram e.

Dema dît ku hêca ez ser hişê xwe ve nehatime, domand:

-Min ji wan re behsa Xeyam jî kir. Min got; bi milyonan Ewropî û Emerîkî Rûbaîyatê li ber serê xwe ranakin. Min helbestên Fîtzgerald li wan dan jberkirin. Roja din bapîrek hat ez dîtim. Neviyê wî her tişt jê re gotibûn. Ji min re got: “Em jî zehf hez ji helbestvanên Emerîkî dikin.” Bi rastî navê yekî jî nizaniya, lê ne giring e. Li gorî wî, ev rêyek ya spasdariyê bû. Lê hemî malbatan helwestek welê nîşan nedan, heta yekî gileh jî kir. Li cem rahîp, ji min re got: “Xeyam zindiqek serxweşbû.” Min jî got: “Bi vê gotinê, tu hakaretê li Xeyam nakî, tu pesnê serxweşî û zindiqiyê didî.” Gêşkî rahîp ji tirsê fetisîbî.

Howard weke zarokekî kenî. Dişibûya zarokekî beleban!

-Ango niha tu, bi tewanbarkirina wan pesnê xwe didî. Ango nexwe “tu Benî Adem” î?

-Rahîp ev jî ji te re got? Ez bawer dikim ku we zehf behsa min kirî ye.

-Nasê me herdukan tu yî, ji te pêştir em tu kesî nasnakin…

-Ez ti tiştî ji te venaşêrim. Wijdana min, weke ya zarokekî nû jidayîkbûyî paqij e. Ji berî du heyvan zelamek hat cem min. Weke dêwekîbû, lê ewqas jî fihêtoyî bû. Ji min xwest ku nav encumen de axaftinekî bikim. Tu bêjî kijan babetê de? Tu qet texmîn nakî! Li ser teoriya Darwîn! Min mijar, di nav vê nîvenga tevlîheviya siyasî ya welêt de, şayînedar dît û min qebûl kir. Min derheqê darwîn de gelek zanyarî berhev kirin, Min nêrînên dijî wî vegotin. Axaftina min nexweş bû, lê salon tejîbû û bi heyranî guhdarî min dikirin. Paşê ez çûm hin civînên din jî. Di mijarên cuda de, min axaftin kirin. Ev mirov, ji hînbûnê re têhn û birçî ne. Ev kes heman demê de makezagonparêzên dijwar in. Carna ji bo nûçeyên Tehranê yên dawî bistînim, ez diçim malên wan. Divê tu wan nas bikî, ew jî cîhanekî weke min û te xeyal dikin.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply