Tu evîn e, ez feryadim,
Tu şebnem e li baxçê dilê xelkê li ser gul û çîçeka.
Tu di nava baxçê dilê min de paleya dest qalûçk û bidase
Mîn qet ji te fam nekir ji bo çi tu hewqas ji min diqehire
Û tu ji dilê min re xemzebazek tîravêj û xedar e
Wek agirê dojehê dil li min disoje
Ji çavên min re fermêskên ji agir û bixwîne
Lê dilê min!
Mîna hafizil Qur’an li ser bejn û bala te helbesta ji berbangê heyanî nîvê şevan dixwîne
Sal diwazde meh mijankên min
Mina keryê pezên ku rêz dibe û avê ji çem û kaniyan vedixwe
Mijankên min qilûzî rondikên çavên min dibe
Ew rondikên ku ji ber hesret û kovaniya evîna te der dibe
Tu gul û gulşen e ji bo xelkê
Lê tu ji bo min erd û beyarên bi hej û dirik, bi kîn û rike
Bahara xapînoke
Tu nameya evînadarayêy a ku bê wext dighêje devera xwe
Tu barîna ji ewrên asmanê jorîn a ku bê wext û bi ser şahî û govenda dibare
Tu şahî û xweşiyê li min di şeriqîne.
Êdî ji ber derba xedar te li min xist
Ne dilê min maye ku ez galgal û gotinekê bejim
Ne per û pask bi min ve ma ye
Ku ez du hevoka ji ser kaxizên dilê xwe bi pênûsan dawşînim
Ser kaxiz û nameyan binivîsînim
Ez ne kevirê sebrê me
Ku ez bikaribim li hember derdê te her û her debar bikim
Ez ne şûr û mirtalê destê Ristemê Zal im
Ez dîwarê eşq û evînê dêr dêxan bikim
Ez ne Îsa me ku ez ber bi asîmanê jorîn ve hilkişim
Ez ne Musa me ku ez ber bi Turî Sîna ve bimeşim
Ez ne Nebî Nuh im ku xwedî geştîme
Û ez xwe rizgar bikim ji tofan û bobelata hezkirin û mihbetê
Ez mîna dara gulê ya hişkolekî çav li avê,
Mîna girtiyekî qeyd û bend kirî di zindana de çav li efû kirinê
Bêkes û bêçare girtîme li devê deryê eşq û evînê
Ez wek parsek û gedayê ber deryê mizgefta
Çav li pariyek hezkirin û evînê me
Ez reben û belengazekim
Belengazê Xwedê me
Cana min canana min!
Were!
Ez mîna darên çinaran bi sed salan di bin tava heyvê û têhna germahiya rojê
Li ber berf û barana li ser rêka te li benda te me
Were zû were !
Ger tu bixwaze rûnê li bin siya pelên min xwe hênik bike
Tu bixwaze bi şiv û rewtan pelên şaqê min dawşîne
Eger wê kîna te mîna arê av lê bibe
Wê hêrsa te dakeve
Bedena min bide ber agir û xwe li ber tîhna min germ bike.
Were cana min canana min!
Ez rûniştime li civat û civanekên balîndeya
Li nava bax û bostanên gul û çîçeka
Ez serxweş û sergerdan im bi meya eşq û mihbetê
Li asmanê jorîn ewrên baranê
Ji nava dilê çiyan bayê reş tê
Ji ber dûrbûna ji bejn û bala te
ji bo min mirin zûtir berîya ecel tê
Dinya li min bibe gulşen mîna bihiştê
Dilê min her û her te bi tenê dibe
Û wê bibê!!
“Name” kurtekirî
ŞOREŞ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…