Di Romana Kurdî de Şêweyekî Nû

Di malpera  ”Hawar – dengûbas” de dibêje ” “Kodnav Vîyan” bo romana Kurdî derîyek nû vedike.” Weke xwendevanekî ez jî di vê qeneetê de me ku ev roman ji bo romana kurdî deriyekî nû ye, şêweyeke nû ya metod, teknîk û hunera romana kurdî ye.

Li gorê agahdariyên nivîskarê romanê; Ev roman berdewama romana bi navê ”Robîn” e. Nivîskar weke rêzeroman sê romanên berdewama hevudu nivîsiye û heta niha 2 pirtûkên rêzeromanê weşandiye û pirtûka sê ya rêzeromanê jî nivîsiye, lêbelê hêj neweşandiye. Ez weke xwendevaneka Lokman Polat, berhemên wî ji nêzve dişopînim, çi pirtûkên wî yên nû derdikevin dikirim û dixwînim.

Di malpera Mehname’yê de jî ji bo romana Lokman Polat ya bi navê ”Robîn” hatibû gotin ku ”Rêzdar Lokman Polat bi vê romana xwe genreya wêjeya heyecanî aniye kurdî.” Bi min jî di romanên Lokman Polat de devereke balkêş bi şêweyekî nû xwe dide nîşandan.

Di romanên Lokman Polat de, bi taybetî jî di ”Robîn” û ”Kodnav Viyan” de macera, heyecan û gelek bûyer û herweha suprîz hene. Evîn û şadimaniyeke ku hest û rihê mirov mest dike hene. Zimanê romanê sade û hêsan e, teşna romanê herikbar e, tevna wê hunerîye, bûyerên romanê bi coş û heyecan in.

Di romana kurdî de şêweyekî nû ya romanê jî nivîsîna rêzeromanên kurdî ne. Di hêla afirandina rêzeromanên kurdî de sê nivîskarên kurd li peyhevûdu rêzeroman afirandin. Mehmed Uzun bi navê ”Hawara Dijleyê” du pirtûkên bi hevûdu girêdayê anku weke berdewama hev nivîsî. Laleş Qaso sê pirtûkên rêzeromanê nivîsî. Hersê romanên wî ”Sê roj û sê şev” , ”Xezeb”  û ”Wêran” berdewama hevin û jiyana gundîtiyê, şer û pevçûnê pêşkêş dikin.

Lokman Polat jî bi nivîsîna romana bi navê ”Robîn” dest bi rêzeromanê kiriye û weke berdewama Robîn, bi navê ”Kodnav Viyan” û ”Parola Operasyonê : Girtina Saddam” sê pirtûkên rêzeromanê nivîsiye. Ev şêwe nivîsîn û afirandina rêzeromanên kurdî stîl û şêweyekî nû aniye romana kurdî.

Helbet di romana kurdî de hinek şêweyên nû yên din jî hene. Herwekî romanên dîrokî û romanên herikandina mejî. Romana Lokman Polat ya bi navê ”Nûrheyata Licî” dikeve nav kategoriya romanên dîrokî. Mijara romanê û bûyerên ku di romanê de derbas dibin bi tevahî tiştên dîrokîne û herweha şîroveya nivîskar bi xwe li ser bûyerên dîrokê ne. Ji xwe romanên dîrokî hem ji hêla bûyerê û hem ji hêla şîrovekirinê ve dîrokî be, ew roman dikeve kategoriya romanên dîrokî.

Şîlan Gulbihar

Derbar Mêvan

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply