Derbarê Post–Modernîzmê De Çend Gotin

Min bîst û pênc sal berê bi navê “Helwest – Kovara Kulturî û Lîteraturî” kovareke çandî edebî/wêjeyî li Stockholmê/Swêdê weşandibû. Di kovarê de min nivîseke rexneyî di derbarê ekola post/modernîzmê de weşandibû. Paşê min nivîsek din weşand lêbelê sala weşandina wê nayê bîra min. Sernavê nivîsê “Di edebiyatê de post/modernîzm” bû. Min di wir de bi berferehî post/modernîzmê nirxandibû. Niha jî carek din lê vêca bi kurtahî post/modernîzmê dinirxînim.

Di pêvajoya bîst û pênc salan de, min car caran di nivîsên xwe de, di gotarên derbarê berhemên edebî de bi lênêrîneke rexneyî behsa romanên post/moder dikir. Ez ekola post/modernîzmê naecibînim û ji hinek berhemên post/moder hez nakim. Helbet hinek berhemên wêjeyî yên baş ên post/modernîst hene. Ew hêjayê xwendinê ne. Ez ji hinek nivîskarên post/modern wek sexs wek kesayetî hez dikim, lê ji hinek berhemên wan hez nakim. Romanên post/modern ku min ecibandiye pir hindik in.

Orhan Pamuk nivîskarekî postmodernîst e. Ew mirovekî demokrat e. Romanên wê ên pêşîn post/modern nîn in. Min tevahiya romanên wî xwendiye. Min ji romanên wî ên pêşîn hez kir, yên paşîn ku li gor ekola post/modernîzmê nivîsiye li xweşa min neçû û min wan neeciband.

Di nav romanên kurdî de kîjan roman romanên post/modernîst in? Xwezî lêkolînvanekî lêbikola û destnîşan bikira kîjan romanên kurdî romanên post/modernîst in? Berhemên hinek nivîskarên kurd post/modernin û hinek nînin. Hinek nivîskarên kurd hem romanên post/modern û hem ên nepost/modern nivîsîne. Loma jî divê lêkolînvan van romanan tasnîv bikin, li bêjingê xin.

Li gorê post/modernîzmê, êdî modernîzm qediyaye û dema post/modernîzmê dest pê kiriye. Lewre jî di serdema post/modernîzmê de divê êdî berhemên post/modernîst bêne afirandin. Li gor bîr û raya min; ev dîtineke şaş e. Di gelek welat û dewletên rojhilata navîn, asya û afrîkayê de hêj modernîzmê dest pênekiriye ku biqede. Di gelek welatan de hêj bi rêk û pêk berhemên modernîst nehatine afirandin. Di van welat û civakên paşvemayîn de hêj munaqeşeya roman heye yan tune tê kirin. Di hinek welatan de berhemên edebî/wêjeyî yên modern û post/modern bi hevre dimeşin û herdu cure roman jî têne afirandin.

Postr/modernîzm herçiqas li ser red kirin û rexnegirtina modernîzmê pêk were jî, hêj modernîzmê têk nebiriye û ji modernîzmê pêşvetir nîn e. Piraniya berhemên post/modern li gor ên modern qels in û bi qasê berhemên modern nayên, bi qasê wan serketî nîn in. Xweşiya xwendina berhemên modern ji berhemên post/modern xweştir e.

Lêbelê, helbet hinek dîtin û ramanên baş ên post/modernîstan hene. Herwekî parastina azadiyê, aşîtiyê, şadbûniyê û hwd. Di hêla şêweya nivîsînê de post/modernîzm bê rêk û pêk e, bê pîvan e, bê rêbaziye, tevlihevîye. Post/modernîzm netenê di edebiyatê/wêjeyê de, di hunerê, wêneyê, mîmariyê, felsefê, moda, psîkoanlîzmê, teolojîyê, dîrokê û cure cure lêkolînan de jî tê bikaranin.

Di bingeha post/modernîzmê de nediyarî heye. Di hêla civakî de jî dîtinên post/modernîstan gelek şaş in. Li gerdûnê kîjan civak bûye civaka post/modern? Hemû dewletên Arab, Îran, Pakîstan, Afganîstan, Kurdîstan, Tacikîstan û gelekên din bûne modernîst ku ji wir derbasê post/modernîzmê bibin.

Post/modernîzm li dij modernîzmê, rasyonalîzmî, marksîzmê, netewedewletbûnê û zanîstiya pozîtîvîzmê ye. Dîtinên postmodernîstan ên derbarê netewdewlet de ji realîteya neteweyên bindest re ango ji bo neteweyên ku welatên wan hatine dagirkirin û dewletên xwe ên neteweyî danemezrandine, ji bo kurdan, belucîyan, azerîyên rojavayê Azerbeycanê ku di bin dagirkeriya Îranê de ne û gelek neteweyên bindest ên li cîhanê re ters e, nerast e. Pêwîstiya neteweyên bindest bi damezrandina netewdewletbûnê heye.

Roman afirandineke dema civaka kapîtalîzmê ye. Di destpêka civaka kapîtalîst de romanên klasîk û di pêşveçûn û berferehbûna kapîtalîzmê de romanên modern/nûjen hatine afirandin û hêj jî têne afirandin. Ji destpêkê ta niha gelek ekolên edebîyatê/wêjeyê hatine pêk anîn. Post/modernîzm jî yek ji wan ekolên edebî ye. Di hewldana damezrandina civaka sosyalîst de ekola bi navê sosyalîst realîzm/realîzma civakî ekolek wêjeyî hatiye pêkanîn, hinek nivîskarên sosyalîst wek Gorkî, Çernêşevskî, Ostrovskî û gelek nivîskarên bulgarî di dema hewldana desthilatdariya sosyalîzmê de hinek berhemên li gor realîzma civakî afirandine. Lêbelê ev ekol pêşve neçûye, berfereh nebûye. Piştî hilweşandina desthilatdariya sazumanên sosyalîst ên li Rusya û dewletên rojhilatê Ewropayê ev ekol jî qels bû. Hinek nivîskarên çep/sosyalîst şopa vê ekola realîzma civakî dişopînin.

Min di nivîsa xwe a bi sernavê “Di edebiyatê de post/modernîzm” de gotibû. Berhemên post-modernîst pir tên firotin lê hindik tên xwendin. Bazirganiya berhemên post-modernîst şîrketên medya ên kapîtalîst dikin, bi cure cure reklaman van berheman didin firotin. Ev hesabê wan jî tê, lewra post-modernîst di berhemên xwe de rastiya civakî û mîsyonên şoreşgerîyê tehrîf dikin, bê mane dikin, îrrasyonalîzmê pêk tînin.

Post-modernîst jîyanê di nav fragmanên sazûmanê de diparêzin. Teorîyên pêvajoya civakî înkar dikin. Bi mîkro û makro analîzan serê mirovan tevlîhev dikin. Civakê bi perspektîfên katî tasavvur dikin. Loma jî berhemên post-modernîst nayên fêmkirin.

Têbinî: Ev bu du nivîs ku ez derbarê post-modernîzmê de dinivîsim û diweşînim. Ev nivîsa min a dawî ye. Êdî bes e. Êdî ez ê derbarê vê mijarê de nenivîsin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply