Ji Herêma Amedê Hin Mînakên Folklorîk

Pîrtûka yekem a xwendekara Zankoya Cewligê ya Beşa kurdî Eylem AKINCI li Swêdê hat weşandin û navê pirtûka wê “Hin mînakên folklorik ji herêma Amedê” ye û ew di nav weşanên “Jîndan”ê de li Stockholm/Swêdê hat weşandin. Çapa yekem a pirtûkê di meha Tirmeha 2019an de hate weşandin. Pirtûk 88 rûpel e û ebada wê mezîn e. Berga wê rengîn e. Edîtorê pirtûkê lêkolîner û mamosteyê zimanê kurdî Maruf Yilmaz e. Weşanên Jîndan çend sal in rawestiyabû, lêbelê niha aktîv bûye û dest bi xebata weşandina pîrtûkan kiriye.

Di pirtûka Eylemê de nivîseke wê heye û vegotinên 4 kesên Amedî hene. Ev xebat di navbera salên 2017-2019an de bi 25 heb vegotinan hatine qeydkirin û ji bilî wê jî bi nivîsekê li ser lîstikê ve hatiye amadekirin û heryek ji wan weke orjînalbûna xwe hatiye parastin. Eylem AKINCI sûd ji “Teorîya Bingehîn” ya Maruf Yilmaz wer girtîye û Maruf Yilmaz jî sûd ji teorîya Glaser & Strauss” (1967/1990) sûd wergirtîye. Lê di nav lêkolînên kurdî de ev rêbazeke nû ye.

Armanca vê tezê ev e ku çawan 4 kurdên Amedî dikarin li folklor û vegotinên xwe re xwedî derbikevin û beşekê ji “Folklora Kurdî”, ji wendabûnê rizgar bikin. Bi salan e mezinên kurdan serpêhatiyên xwe vedibêjin û ew heta niha weke rojên xwe yên nû diparêzin. Armanca Eylem AKINCI ew e ku ”Folklora Kurdî” ji jiyana kurdan a rasteqînî û rojane qut nebe û bibe pireya nifşên kurdan. Li gorî Eylem AKINCI ”Folklora Kurdî” peywendiya xwe digel ziman, çand û jîyana civakî ya kurdan heye.

Girîngî û balkêşiya pirtûkê ev e ku; wek teza lîsansê hatiye analîzekirin û amadekirin. Ango orîjînala çapa wê di “Zanîngeha Çewlikê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî“ de hatiye amadekirin, lêbelê di vê amadekirina çapa nû de hinek guhertinên nû pêkhatin. Di zanîngeha Çewlikê de şêwirmendê tezê berpirsê perwerdeyî M/ Îkbal Denîz e.

Hêjayê pesnê ye ku hinek xwendekarên kurd di Unîversîteyan/zankoyan de derbarê kurdan de lêkolîn dikin tezên xwe ên doktora û lîsansê amade dikin. Derbarê çand, ziman, edebiyat/wêje û dîroka kurdan de hinek pirtûkên hêja ji alî hinek xwendekarên kurd ve hatin amadekirin. Pirtûka Eylem AKINCI yê jî yek ji wan pirtûkek hêja ye ku hatiye amadekirin.

Naveroka pirtûkê gelek dewlemend e. Di destpêkê de armanca “Teza Lîsansê“ heye. Di destpêka pirtûkê de herweha çavkaniyên tezê, lêkolînên berê, rêbaz/metod, kes û material, etîk û exlaqê lêkolînê, teorî û termolojî û zanîsta folklore hatiye ravekirin.

Di beşa yekem a pirtûkê de vegotinên xebatê û wateya wan tê pêşkêşkirin. Kurtasîya panzdeh çîrokan; çîroka pepûk, rovîya pîr, mala kulîlkê, çele, telika zêr, kon, eba werîs û telîs, dirikên mar, lawê dîk, riya xirşilê, nirnir axa, pîlûs, ji Fatê re tix, dawetên berê, şewat û gotinên pêşîyan û mamik ji devê jinek û sê mêrên kurd hatiye qalkirin. Di pirtûkê de derbarê folklor çîye, zanîna folklore û derbarê folklora kurdî de agahdariyên hêja hene.

Di beşa duyem de materyalên berhevkirî hatine şîrovekirin. Di encama pirtûkê de jî biyografîya vebêjeran û ferhengok heye. Herî dawî jî çavkanî hatine rêzkirin. Di herî dawiya pirtûkê de wek pêveka pîrtûkê gotareke nirxandinê li ser kurteçîroka “Keçika Piçûk“ ya M. Alî K. de heye. Eylem Akinci kurteçîroka M. Alî K. analîz kiriye.

Pirtûka Eylem Akinci hêjayê xwendinê ye. Divê xwendekarên kurd bi taybetî jî xwendekarên Unîversîte/zankoyan pirtûkê bixwînin. Têbinîya min dawîn ew e ku xuyaye ku lêkolîner Maruf Yilmaz dixwaze alîkarîya xwendekarên kurd bike da ku ew lêkolînên nû bikin û ew jî pirtûkên wan biweşîne.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply