Pirtûka Şems Qemer: Mêzîn

Mêzîn navê kurteromana nivîskarê kurd Şems Qemer e. Mêzîn 89 rûpel e û di nav weşanên “Na“ de, li bajarê Îzmîrê derketiye. Edîtoriya wê H. Kovan Baqî, redaktorîyê Receb Dildar, mîzanpajê “Na“ û berga wê Berfo Barî çêkiriye.

Mêzîn, dema mirov peyva mêzînê dibîne wezin, weznandin û mêzîna xêr û gunan û mêzîna dadî/adlayî dikeve bîra mirov. Û dema mirov navê Şems dibîne Şemsê Tebrîzî, evîndarê Mewlana dikeve bîra mirov. Wek tê zanîn di nav Şemsê Tebrîzî û Mewlanayê Afganî de evîn, ji hevûdu hez kirin hebû. Hinek dibêjin ku evîna wan metafor bû, îlahî bû. Lê, a rastî evîna wan ruhî bû, zayendî bû, însanî bû.

Berga pirtûkê reş û spî ye û bergeke bi amatorî hatiye çêkirin. Wêneya di bergê de ye li navê wê naqunce. Xwezî wêneyek bi reng a mêzînê hebûna. Weşanên “Na“ carna bergên pirtûkan ên baş çêdike û carna jî ên nebaş çêdike û diweşîne. Diyare bergên yekreng ji bo heqê çapê erzan e lewre bi kar tînin.

Piştî van çend gotinan em vegerin pirtûka ku navî mêzîn e. Em binêrin ka mêzîna çiye? Nivîskar pirtûka xwe dîyarîyê diya xwe, diya zarokên xwe-hevjîna xwe- û dayikên Kurdistanê kiriye. Roman bi hevokek îdyom dest pê dike. “Her mirov di şibaka xwe de li derve dinêre.“ îdyomek, gotinek gelek rast e. Mirov bi şavên xwe di şibaka/pencereya xwe de li tiştan, bûyeran, li civakê, sîyasetê, wêjeyê û li her tiştî bi çavên xwe dinêre û li gor xwe dinirxîne, şîrove dike. Mirovên mejîazad divê ji xwe weha bike.

Roman bi forma “ez“ tê rave kirin. Tê de beş, sernavên navber yan jî hejmar tunin. Vebêj çadira xwe li ber bahrê/deryayê vedike û dest bi taswîra hatin û çûyina, pêşveçûn û paşveçûna pêlên deryayê dike.

Vebêj ji xwe re di hişê xwe de xwe bi xwe xeber dide, behsa gelek tiştan dike, pirsan dike û li gor xwe bersîv dide. Dema mirov dixwîne fêm dike ku stîla nivîsîn û rêbaza rave kirina berhemê weke berhemên ku di kategorîya berhemên herkehiş de ye û herweha axaftina di hiş de, rave kirina mijarên bela wela û bê serêberiyeke weke berhemên postmodern e. Vebêjê ku li ber deryayê çadira xwe vekiriye bi dialogên hundirin ji hezar kanîyan av tîne, behsa hertiştî dike.

Tê zanîn ku gelek ekolên wêjeyî û cure cure, celeb celeb roman hene. Di romanên herkehiş de leheng, fîgur, karekter, taswîr, rave kirinek berfereh ewqas tunin. Diyalog jî zêde tunin, monolog pir in.

Vebêj li ber bahrê/deryayê ye û bêsekin ji xwe re xeber dide, behsa tiştan dike, di cihek de xewna di xewnê de qal dike. Mirov li ber bahrê/deryayê dê xewn jî bibîne û xeyalên xweş jî bifikire. Xewn û xeyal xweşîya jîyanê ne. Jîyan jî weke ku vebêj jî dibêje “…hem ken e, hem girî ye.“

Heger mirov li ber bahrê/deryayê be û li gel mirov jinek, keçikek xweşik tunebe, dê mirov wê xeyal bike. Xewn û xeyalên erotîk li ber deryayê gelek xweş e. vebêj jî vê rave dike.

Vebêj di hêla bikaranîna peyvan de serketî ye. Hişê wî weke xezîneya peyvan e, hevokên wî bi zimanekî helbestkî hatiye saz kirin. Hinek hevokên wî li bin hev bêne rêz kirin dibe helbest. Nivîskarê romanê Şems Qemer helbest nivîsiye yan jî dinivîse yan nanivîse, ez nizanim. Lê zimanê wî zimanekî helbestkîye. Bi min bila dest bi nivîsîna helbestê bike û berhemên helbestkî biafirîne.

Em werine mêzînê. Mêzîna ku di romanê de tê tê rave kirin, metafor e, sembol e, mêzîna başî û xirabiyê, mêzîna êş û xweşiya jiyanê ye. Di kurteromanê de êş û xweşî, mirî û zindî, xewn û xeyal, girtin û lêdan, dîn û biaqil/bi hiş û bêhiş, polîs û lêpirsîn, bahr/derya û plaj, xeyalên pevşabûn û şadimaniyê û gelek tiştên din hene. Û herweha gelek tişt jî tunin.

Naveroka romanê bi tevahî bi yek hevokek mirov dikare rave bike. Zilamekî li ber bahrê/deryayê dikeve nav xewn û xeyalan, paşê li trênê siwar dibe ku here malê di trênê de ji alî polîsan ve tê girtin. Nivîskar Şems Qemer ji ber vê bi şêweyeke hunerî romaneke afirandîye.

Xwendevanên ku fêrê xwendina romanên realîzma civakî, romanên klasîk, klasîka nûjen û romanên nûjen/modern bûne dê di xwendina vê romana postmodern û herkahiş de zahmetî bikşînin. Lêbelê xwendevanên ku ji berhemên herkahiş û postmodern hez dikin, dê bi dilxweşî vê kurteromanê bixwînin.

Ez nivîsa xwe bi hinek gotinên, çend hevokên di romanê de bi dawî bînim..

“Çavê wî wekî daristanekê bû – te dî daristaneke ku ez jî di nav de; û dora wê çîtkirî. Em nêzî hev bûn, bêyî em di ferqê de bin; wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev. Ne min çavên xwe kurkutandin, ne wî. Em wilo mabûn sekinî. Ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev, destê min e’nitî. Min destê xwe li destê wî şidand, xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî. Çavên me nêzî hev bûn, çavek bû du çav, pehn û dirêj bûn, bêvil ket nav, di nav birhan de çavekî din çêbû; bûn sisê. Hilma gere li ser rûyê min, dev vebûn – ê me her duyan; lêv, wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê, çûn û hatin; bi hêdî, ketin nav hev; lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de, a min î jor di nav ên wî de. Bêhna pozan, diran di binê lêvan de gincirîn; wek libek tiriyê sibehê, berî ku tav bidiyê – hênik. Serê zimanan giha hev; bê peyv. Kerrînî bi guhan ket, dil kutkutî, bêhn qutqutî, hiş tevlihev. Serê me hinekî vekişiya, ez gêj bûm, xweşiyekê xwe li min danî; weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî. Me bi hev re deriyê çavan li hev girt; me hevdu dîl girt. Mijank bûn wek pelên daran, me sitra û me nema xwe dî.“

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply