Bîranînên Gerokekî Kurd: Burhan Korkmaz

Ez gelekî kelecanîbûm ku diçûm Gurcistanê, ji zarokbûnê heya niha di nav xeyalên min de dîtina Batum û Tiflîsê hebû, êdî digihiştim li mirazê xwe.

Min pasaporta xwe dirêjê polîsa Gurcî kir û mam li bendê ku min derbas bike, çend pirsan ji min kir, wek mînak “Tu ji bo çi diçî Gurcistanê”, “Gelo car a yekem e ?” Hwd. Min jî bersivên xwe da û ji derîyê sinora Gurcistanê re derbas bûm û ketim di nav hûndirê Gurcistanê…

Çend roj mam li Batumê û paşî min berê xwe da Tiflîsê, min dixwest xeyalêkî xwe yê din jî pêk bînim. Ez bi otostopê digerîyam, zêde perê min tunebû û otostop jî bê pere bû ji ber wê yekê otostop heyata min xilas dikir. Carina gelek wextên dirêj li ser rêyan disekinîyam lê dîsa jî digihiştim mirazên xwe. Û naxwazim vê ji bîr bikim, min bihistî bû ku gelek Kurdên Êzidî li Gurcistanê dijîyan. Heger tiştek wusa hebe jixwe tê alîkarîya min bikirana, alîyê ziman de, alîyê gerînê de… Ew melhezekirin jî kêfa min xweş dikir. 

Piştî çend saetên din siwareyek bi rengê zer hat li ba min sekinî, xortekî di navê de bû. Ez jî zû bi zû siwareyê siwar bûm û min silava xwe da û rûniştim. Em bi hev re bi zimanê îngilîzî diaxivîya, bi rastî ne îngilîzîya wî û ne jî ya min perfect bû, hema bi tenê hevdu serwext dikir û ew qas. 

Ji min pirs kir û got “Tu ji ku yî ?” Min jî bersiv da û got “Ez Kurd im û ji Kurdistanê me” çavên xorto vebûn û li min dinêrîya, serê xwe hejand û got “Çi” min jî dîsa dubare kir û dîsa got “Ez Kurd im û ji Kurdistanê me” xorto dîsa tiştek ji min fêm ne kir. Bawerim min deh car zêdetir jê re got “Ez Kurd im” lê mixabin dîsa jî fêm ne kir ku ez behsa çi dikim. Ez jî şaş mam, min di dilê xwe de got “ma ew henekan li min dike ?”

Paşî hat bîra min ku ez bêjim “Êzidî”, û dema min got Êzidî wî jî got “haaaaaa Êzidîîî” min jî got “erê”, çi tiştekê ecêb bû, xorto Kurdan nas nake lê dema min got Êzidî fêm kir. Ji ber çi ?
Ez gihiştibûm li Tiflîsê, çend roj li vir jî gerîyam û rojekî wusa jî li ser kolanek digerîyam. Yekî wêneyên ji destan çêkirîbû û gelek jî bala min kişand, çûm çem û min bahayên wan pirs kir. Paşî ji min pirs kir û got “Tu ji ku yî” min jî bersiv da “Kurd im û ji bakurê Kurdistanê” dema min wusa got xalo destpê kir û bi kurdî bi min re axivîya. Yekem kes ê Êzidî ku min nas kir ew xalo bû. Bi rastî Kurdîya wî ji ya min çêtir bû, me hinekî li ser peyan dûyan kir û ez gelek tiştan jê hîn bûm. Ew sedsalan jor Êzidî hatibûn li vir, nifûsa wan berê de nêzikê 70-80 hezar bû lê niha maye 20-30 hezar, ji ber ku zehfê wan koçî kiribûn li Ewropa, Rusya û çend welatên din, û gelek Êzidî li Ermenîstanê jî hebûn, xalo agahîyên wusa da min. 

Li ser medyaya ciwakî min Memo nas kir, me hevdu dît û em bûn hevalê hev, Êzidî bû. Rojek got were mala me û bibe mêvanê me, ez jî gelek bikêfxweş bûm û çûm. Min malbata Memo nas kir û ew qas mêvanperwerbûn bi peyvan nikarim qise bikim. Wêneyên Beyta Laleşê li diwaran hebûn, û yên melekê tawis, heya wê demê min wateya melekê tawis nizanî bû lê bi saya Memo de ez hîn bûm. Bi saya Memo min gelek Êzidî nas kirin û her roj dibûm mêvanê malbatekê. 
Hez ji araqê (vodka) dikirin, êvaran li ser şîv de li ser sihetê, li ser pêşeroja xwe û ji bo mirîyên xwe qedeh bilind dikirin. Piranî xwarinên Gurcîyan çê dikirin lê belê xwarinên kurdistanê jî çê dikirin. Tişta ku ez pê şa dibûm, zimanê xwe bîrnekiribûn û herkesî zimanî Kurdî dizanibû û diaxivî.

Gerokê Ciwanê Kurd; Burhan Korkmaz

Nîşe: Li ser înstegram û youtubê jî rûpela xwe heye

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply