Hew Îslam Şa Dike

Dînê Xweda
Îslam
Ew e ji me re rehm û azadî
Rûmet û ewlehî.

Bi ku de derim rastî nakokiyan têm
Yên pergalên beşerî
Li hawîrdor xwîn diherike
Sedem pergal û helwestên ne însanî.

Ê, divê çawa be?
Wê çawa xelas bibin ev şerm?
Bersiv:
Divê veger bal dînê Xweda be
Wekî sehabiyan, ev e rêya îslamî.

Bes e bila kes xwe nepesinîne
Di nav van şerman de
Tev vê birakujiyê
Dûrketina ji rastiyê
Zêdebûna qelpiyê
Û bi vê bê evîniyê para kesî nakeve pesn.

Hew Îslam şa dike
Betilandin mirovahî
Derew û fikrên derîslamî.

Ya Rebî ez destê xwe bal te vedikim
Tu veşêre kirêtiyan
Îslamê bike para me

Li malên me, li sûkên me
Derîne ji nav umetê şaxên zilmê
Û bike li vê umetê rehmê
Me di Îslamê de bigihîne lûtkê.

Naxwazim tiştekî derîslamî
Ne hewcî kes qal bike ji tevan têr im
Min pejirand ji xwe re Îslam
Ew e ji min re rê bi wekîdin qayil nabim.

Îslameddîn DEMİRKAYA
Reşemî, 2016

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply