Şev

Li hember tenêtiyê
Ez mam tênê
Min guh da qirîna şev ê
Şev dizurî wek gureki har
Ji qirîna şevê  diricîfim
Min dît hêyv ê
temaşa dikir hal ê min
Û
Dibişire
Bi ken pirsî
Ka çi bû?
Ku da çû yara çav xezalî
Min havar kir ji stêrkan
Stêrkan got were
îşev mevanê me be
Li ser esmana
bigerin
Erd û erş ê xwedê
Bigerin
Deşt û nevala
Em herin
Li ser sîpan ê xelat
Warê Siyabend  û Xecê
Bi hevra bigerin gora mem û zîn
Em keyf û şahî herin
Mezra Botan
Ware qedîm
Li ser mizgefta mezin
Ji kevokê  şîn boz pirs bikin
Rec ên xezala te
Min got na na
Ne hewce ye ger û vegerin
Bi dilekî xemgînî û keserî
Xwe bi xwe
Ji devê min derket
Ev peyvên bê hêvî
Ne ma
Ne ma
Kesek ne ma
Yek bi yek
Çû
Mir Serhedî

www.candname.com

Etîket: Helbest, sêv, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Helbest I Ji bo gerdûnê ji bo însanbûnê

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle