Papa got; “ger hûn herine wê
We kir bindest wê axê
A ku şîr û hingiv jê dibilqijin
Hûnê tev herin bihuştê”
Ew ehlê xaçparêz
Civiyan wekî parêz
Amade kirin yek artêş
Ji kêfa wê bûn serxwêş
Berê xwe dan Rojhilata Navîn
Qet nesekinîn ketin rê ew havîn
Ê li wan radibû hember
Wan serjê dikirin bi xençer
Ew Frankê xeddar û sitemkar
Ketibûn herema Îslamê bibûn har
Ew dewletê misilman dimerixandin
Ê zexm bi hev didan xerikandin
Ew hemû dewletê misilman
Tevî ji wan re bibûn xulam
Lê li ber van dijminê xebîs
Serî rakiribû yekî gernas û fêrîs
Navê wî bû Silhedînê Kurdî
Ji pêşê wî re digotin Rewadî
Ew bû yekî xweşbîn û dadmend
Heman demê de jî zana û aqilmend
Hemû gelê cîhanê yê sêwî
Xwe diavêtin dîwana wî
Guhdar dikir li gilî û gazinê wan
Carna jî bi wan re digiriya ji dil û can
Wan verê dikir bi dilekî xweş û bişadî
Digot; “divê ez li van kesa bibim xwedî”
Jê re digotin Siltanê bêqesir
Guh nedida zêr û zîv û sifir
Li hemberî zilm û zordestî
Herdaîm tekoşîn dikir bixurtî
Ji bom maf û mirovên Îslamê
Ji dest bernedida şûr û qamê
Her daîm diajot hespê
Ji Farqînê heta Şamê
Ew bibû serokê Misilmanan
Seferek saz kir li ser wan*
Got; ” ew bûn wekî ku gurê ketibû nav pez
Bi hezara mirov serjê kiribûn bi lez û bez
Ku bikeve destê min derfêt
Ezê wan bişewitînim wekî pêt”
Bi hezara Frenk li Hutîn
Derketin hemberê Silhedîn
Silhedîn hespê xwe rakir pêdar
Û bin av wan ket wan kir tar û mar
Quds sitend ji wan Silhedîn
Frenk tev di hev da bûn har û dîn
Kete bajarê Qudsê Silhedîn
Ev bû encama bawerî û vîn
Ji erdê rakir, bi keys kir xaçê
Got; “hemû ol têne ji hêla Xwedê”
Lê ê ku ji bo bihuştê şer dikin
Li vê cîhanê dojeha ava dikin
Ji niha pê va hemû dîn û bawerî
Ne ku yekî ji wan bi dest bixe serwerî
Wê bi hev ra bijîn li vî bajarê qedîm
Û ji bo jiyanek xweşbînî wî danît hîm
Heştê û heşt sal paşê da
Bangbêj li Qudsê bang da
*Frank
Emre MÛHARGÎNÎ
www.candname.com