Sultan Selahaddîn El Kurdî

Mahmut Ozçelîk

Kesî nizanîbû ku ev eşîr ji kuderê hatibû û li berpala çiyayên li nêzî Tiflîsê kon vegirtibû. Navê eşîrê Revadî/Rewadî bû. Bi qasî hezar kon vegirtibûn û navekî li cihê lê danîbûn, kiribûn: Dwîn/Davîn. Pêşengê wan Şadî bû. Du kurê Şadî hebûn: Eyyûb û Şîrkuh. Ev herdu bira ewil dikevin xizmeta Îmadeddîn Zengî û bajarê Tikrîtê yê li keviya Çemê Dîcleyê bexşî Zengî dikin. Dû re koçî Mûsilê dikin. Li dora 1150yî Eyyûb li kêleka Atabegê Şamê, Şîrkuh jî di xizmeta Atabegê Helebê -Nureddîn Zengî- de ye. Herdu bajar di 1154an de êdî tevahiyek pêkaniye û di bin emrê Melîk Nureddîn Zengî de ye.Şîrkuh waliyê Şamê ye. Pê re jî li hêla Misirê di şer de ye lê ew jî êdî kal bûye, wisa dixuye ku dê li pey wî biraziyê wî Selahaddîn dê di qada leşkerî û siyasî de deng vede.

Dema li Misirê di navbara xelîfeyê Dewleta Fatimiyan El-Adîd û wezîrê wî Şaver de şerê desthilatiyê gurr dibe, xelîfe ji Melîkê Şam/Helebê Nureddîn alîkariyê dixwaze. Dema kurê Eyyûb ‘Ûsiv’ bi apê xwe Şîrkuh re li herêma Skenderiyeyê li hemberî xaçparêzan şer qezenc dike ji hêla xelîfeyê Misirê ve wekî ‘Selahaddîn’-kesê dilsozê dînê/baweriya xwe- tê bi navkirin û naskirin.

Misir di dorpêça xaçperestan de bênefes e. Hêviya wan Şîrkuh û biraziyê wî Selahaddîn e. Bi qasî bîst hezar leşkerî ve ap û birazî diçin alîkariya Misirê. 1169an de Şîrkuh êdî li Misirê wezîr e û mixabin di heman salê de jî koça dawî dike.

Selahaddîn li paytexta Misirê -Qahîreyê-serhildana Sudaniyan jî ditefîne û hikumraniya vî welatî bi tevahî bi dest dixe. Sal 1171î de xelîfeyê Fatimiyan dimire û Selahaddîn jî dewleta xwe ya bi navê Eyyûbiyan ku girêdayî xelîfetiya Abbasiyan ya navend Bexdayê ye, radigihîne. Pêre jî hemû rêûresmên bawermendên Şiîyan qedexe dike. Hemû pirtûkên li ser Hûseyniyatê hatî nivîsîn dide şewitandin. ‘Hûseyniyat’ her cure berhemên ku li ser kujtina Hz. Hûseyîn hatine nivîsîn û rêûresmên şîn girêdanê yên têkilî jiyana wî ne. Belkî ji bervan kiryarên Sultan Selahaddîn e ku Xaşxaşiyan çend caran xwestine wî bikujin, lê bi ser neketine. Di dawiyê de Selahaddîn bi rêberê Xaşxaşiyan re 1175an de peymanekê mohr dike û herdu alî -sunnîû şiî- li hev tên. Ji bo demeke kurt be jî şerê mezheban radiweste.

Mirov carinan difikire ku Sultan Selahaddîn bi fetha Qudusê hem hêrs û dijminahiya xirîstiyanan li ser kurdan zêde kiriye, hem jî di heman demê de bi kiryarên li Misirê kiriye bûye sedem ku dijminahiya bereya şiîyan jî ber bi me kurdan ve beralî bibe. Çimkî bi qedexekirina her tiştê aîdî baweriya Şiîyan bûye sedema qutbûna kembera şiîtiyê ya ji Îranê hetanî Misirê. Belkî ji ber van sedeman Sultan Selahaddîn li gel serkeftinên wî yên mezin jî ji hêla pir dewlet û ol û rêolan ve ji nedîtî ve hatî. 

Sala 1174an ji bo Selahaddîn girîng e, çimkî Melîkê Şamê Nureddîn dimire û êdî Şam û Heleb jî di bin destê  Selahaddîn de ye. Mirina Nureddîn eşqa  Îsmet xanimê û Selahaddîn jî bi xwe re tîne. Îsmet hevjîna Nureddîn bû. Herdu ji hev hez dikin û ev hezkirin vediguhere zewacê.

Sal 1187, xaçperestên li hêla Filîstînê aramiya herêmê xerab dikin, êrişî karwanên bazirganan dikin, li ser vê yekê Selahaddîn artêşek nêzî pêncî hezar kesî tov dike û di kelegerma havîna tîrmehê de di şerê Hittînê de serkeftineke mezin bi dest dixe, Qralê Qudsê Guy êsîr dikeve, Qraliyeta Qudsê ya xaçperestan tê hilweşandin û piştî Misir û Suriyê, Filîstîn jî dikive bin serweriya Dewleta Eyyûbiyan a Kurdan.

Dema Quds dikeve bindestê misilmanan agahî zû digihêje Romayê. Papa nedipa ku tiştek wiha biqewime, ji  kerban dimire û papayê nû di gavê de artêşek di pêşengiya kralê îngilîzan Dilşêr Richard de dadimezrîne û bi rê dike.

Împeratorê Almanan bi artêşeke ji sed hezaran pêkhatî, kralên Îngilîzû frensiyanjî her yek di rêyek de -hin jê bi riya behrê hin jê bi riya bejahiyê ku ji Stembolê ta Qudsê bi peyatî û suwarî berdewam dike, dikevinrê.Ji ber ku împeratorê Almanan di çemê Silîfkeyê de dixeniqe, artêşa wî bê serî dimîne û wekî pezê gur ketibe navê her yek bi alikîdikeve û bandora xwe winda dike.

Şerê Eyyûbiyan û xaçperestan li dor bajarê Akkayê gurr û geş dibe. Sal 1189 e. Xaçperest bi hemû heza xwe dixwazin vî bajarî ji destê misilmanan bigrin û pê re jî Qraliyeta Qudsê ji nû ve vejînin. Hetanî Qralê Qudsê yê berê Guy yê di şer de êsîr hatibû girtin û bi saya dilovaniya Sultan Selahaddîn hatibû azadkirin jî di vî şerî de cih girtibû. Ji bilî van xaçperestan di tîrmeha 1191î de Îngilîz û frensî jî digihêjin peravên Akkayê. Birçîti, bêavîtî, nexweşî zorê li xaçperestan dike. Dorpêçkirina Akkayê bi salan devam dike û wisa dibe ku herdu alî jî ji qudûm de dikevin û ‘te digot qey Xwedê ji ber sedemeke ku ew nizaninhemû bi hev re -misilman û xiristiyan-siza dikir. Di dawiya xirecira mezin de Akka ji destê misilmanan tê girtin.  Rojênerjeng dest pê dike. Herdu alî jî êsîrên di dest xwe de bi hovîtî dikujin û tirsê dikin dilê dijminên xwe.

Li hember artêşên xaçparêzan di şerê li Arsufê de Selahaddîn ji bo artêşa wî bi tevahî têk neçe şûnde vedikişe û ji bo Qudsê parastinê bi hêztir dike, Dilşêr Richard jî dixwaze agirbestek pêk were û bêhnek hilgire. Li ser hev du caran ji bo aştiyê li hev rûdinin lê encam dîsa destpêkirina şer e.

Selahaddîn di van şerên li hember xaçparêzan de tu alîkariyek ji dewleta ku qaşo nûnertiya hemû misilmanan  dikir wernegirtibû û ji ber vê dilsariya Abbasiyan pir xemgîn dibû, lê dîsa jî ji bo şerê man û nemanê  ne bêhêvî bû. Hêviya wî bi tevliheviyên li Ewropayê rû dabû re mezintir dibe. Çimkî qasidê ku ji Ewropayê hatibû ji Dilşêr Richard daxwaz dikir ku di zûtirîn demê de vegere ser ‘desthilatiya’ xwe ya radestî çend kontan kiribû û li ber berbelavbûnê bû. Ji bo kralê Îngilîztanê tenê rêyek û biryarek mabû: Vegera ber bi desthilatiyali dû xwe hîştibû. 1192an de Dilşêr Richard jî vê yekê dike û xaçperestên li Rojhilata Navîn jî bêyî bigihêjin armanca xwe ya pîroz her yek li cihek dikeve tatêla xelaskirina canê xwe. Piştî vê tevliheviya xaçperestan Sultan Selahaddîn vedigere Şamê. Cihê gelek bîranîn lê kom bûbûn.

Wekî gotina dawî mirov  qala merdî, wêrekî û merhemeta Sultan Selahaddîn neke dê bibe kêmasî. Dema ew bi merdî kralê Qudsê yê di dest de êsîr e azat dike yê li cem wî wiha deng lê dike: ‘Sultanê min! Ma tu di merhemetê de bi Xwedê re dikevî pêşbaziyê.’ Lê wî bi a xwe dikir û ew krala dema keysê dibîne cardinji bo kujtina wî bi xaçperestên nû re vedigere şer le yê qezec dike merdiya Selahaddîn  e.

Dema Ûsiv/Selahaddîn  vê zindanê/dinyayê diterikîne dîrok 3yê adara1193î ye. Tirba wî li Şamê ye.

Nîşe: Ev romana ji dîroka me jî di nav de bi taybetî qala şerê misilman û xaçperestan dike bi tirkî hatiye nivîsîn. Kana hemû agahiyên li jor hatiye vegotin ev roman e, ji vê romanêmin xwest hûn jî sûdekê wergirin û piştî xwendina bi tirkî nivîsek kurdî ya wihahat amadekirin.

Bi hêviya em her kesayetên di dîroka me de rol û rist wergirtine û navê kurdan wekî stêrkan teyîsandine nas bikin û pirtûkên derheqê wan de hatine nivîsîn bixwînin û serwextî dîroka xwe bin…

Çavkanî: Reha  Çamuroglu,Sultan Selahaddîn El Kurdî, Everest Yayinlari,Stembol, Çapa Yekem, 2011

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply