Stranbêj Ayfer Duzdaş: Muzîk ji bo hemû gelan hêmaneke girîng e

Ayfer Duzdaş, hemû berhevkarîya xwe ya ku li ser stranên kurdî di navbera salên 2021 û 2022an de li gund û bajarokên Arxawûn, Yazîxan, Kureciyan û Hekîmxana Meletiyê kirine. Li gor derfetên xwe yên heyî dixwaze wan bigihîne ber destê muzîkhezan.

Hunermend, di wexta xebatên xwe yên li ser berhevkirina van stranan, ji bilî navendên bajar û bajarokan, serî li zêdetirî 15 gundan û 18 kesên zarbêj çavkanî daye û di vê demê de jî bêhtirî 90 stranên kurmancî yên vê herêmê tomar kirine. Ev stranên berhevkirî ku bi piranî hîn zêde kes bi wan nizane û ew nirxên çandî yên ku li deverê veşarî mane, lê hînterlanda wan xwedî rehenda gerdûnî ye jî, dê bi vê yekê gelemperî bibin.

Bi vê hewla xwe Ayfer Duzdaş kilamên Arxawûnê ku dikin winda bibin, bi rêya tomarkirinê diparêze û wek nirxekî çandî bi dîroka muzîkê dide qazanckirin. Bi vî awayî ev nirxên çandî yên ku hatine tomarkirinê jî, dê di album an jî albuman de bi cih bike û wek xebata dîroka devkî jî dê veguhêze nifşên dahatûyê.

Newayên Arxawûnê bi piranî bi meqamên wekî “meqamê pîran”, “huseynî”, “ûşaq” û “hî[1]caza xerîb” tên gotin û strandin.

Kilamên ku li Meletiyê tên gotin hem wek serhewa hem jî wek qaydeyên sivik meriv rastî wan tê. Li alîyê din beyt û duwazên îmaman ku di ceman de, wexta girtina semayê de tên gotin jî, xwedî cihekî girîng in. Dîsan mirov li vê dever û êrdimê pir rastî beyt, duwaz û newayên semayê tê ku ew ji felsefeya elewîtîyê ne. Ji van hemûyan re “meqamê pîran/dedan” tê gotin. Lê belê beşeke pir zêde ya van beytan ji ber asîmilasyonê êdî wisan bûye ku ew bi tirkî tên gotin.

Li vê devera hanê, ew beytên ku wek “meqamê pîran” tên pênasekirin, bi Tembûra Pîran a sêtêlî ya dozdeh perdehî, bêyî bikaranîna pêjeneyê bi teknîka ku jê re dibêjin pençe yan jî şelpe, tê îcrakirin. Li Meletiyê ji bilî Tembûra Pîran, amûrên muzîkê yên ku herî zêde tên bikaranîn saza doxkurt, cûre, klarnet (Erebgîr), dahol û zirne û bilûr (şivan li bilûr û pîpikê didin) in. Di dawetan de jî bi piranî dahol û zirneyê yan jî dahol û klarnet tên lêxistin.

“Mûzîk cewhera jîyanê ye”

Ayfer Duzdaş, di derbarê albûma nû û xebatên xwe de ji Bîrnebûnê re deng kir û wer got:

“Em hemû di nava çandekê de çêbûne û em di wê çarçoveyê de ava bûne. Em bi vê çandê xwe îfade dikin û bi vî rengî em wekhevî û cûdahîyên xwe diyar dikin. Ne mimkun e ku meriv muzîkê ji vê rastîyê dûr bixe. Di vê wateyê de mûzîk cewhera jiyanê ye. Muzîk ji bo hemû gelan hêmaneke girîng e. Lê ji bo civaka kurdan bi bawerîya min fonksiyon û girîngîyeke wê ya gelekî mezintir heye. Dengbêj, jinên dilşewat, stranên ku di dawetan de tên gotin hemû vegotina jiyanê ne. Li wir hûn dikarin rûnin rastîya dîrokî ya civakekê analîz bikin. Semsûr, Meletî, Mereş, Çorum, Amasya, Qoçgirî, Konya, Dêrsim, Dîlok, Qers… Taybetmendîyên hevpar ên civakên li ser vê xetê dijîn, kurdbûn û elewîbûn e. Ji ber vê yekê wekhevîyên wan ên girîng ziman e. Zaravayê kurmancî yên ku ew bi kar tînin bi cudahîyên piçûk pir dişibin hev. Ev ji bo muzîka kurdî dewlemendîyeke mezin e. Ez difikirim ku ev divê were eşkerekirin, parastin û ji bo girseyên mezin were pêşvexistin.”

Ayfer Duzdaş da zanîn ku rêwîtîya ber bi Arguvanê ve jî hinekî veng dest pê dike. Duzdaş gotina xwe veng tînê ziman: “Newayên Arxawûnê bi temayên wisan xemilandî ne kubi awayekî giştî di civakên gundewar û siruştê de tên dîtin. Têmayên sereke jî li ser evîn û sewdayê, xurbet, mirin û veqetînê ne. Ew newayên ku ji nav jiyanê tên, di wexta çinîna giya, çûna zozanan, çêrîna pez de û di nav zêmarên li ser mirîyan de xwe bi eşkere didin der.”

“Dema erdnîgarî yek be, çîrok jî dişibin hev”

Stranbêj Duzdaşê qala kilamên li Anatolîya Navîn û mijarên stranan jî kir:

“Dema erdnîgarî yek be, çîrok jî dişibin hev. Mijarên ku pir caran di civakên gund û xwezayê de têne dîtin hene. Li ser evîn, malwêranî, mirin û veqetînê tê gotin – ji jiyanê dixwe. Şînên ku li zevîyê, çinîna gîha, çûyîna deştê, çêrandina pez an jî dema mirinê têne kirin jî xwe îfade dikin. Ez muzîkjeneka jin a kurd a elewî ji Koçgirîyê me – muzîkjeneka ku para wê ji bindestî û asîmîlasyonê bûye. Ez hewl didim ku muzîkê çêkim bêyî ku xwe ji rastîya civakî ya ku ez jê têm dûr nexim. Ji ber ku tu kurd û elewî yî, tu hatiyî paşguhkirin. Rew[1]şeke zordestîya ziman, olî û çandî heye. Li dibistanê, li kar… Va rewşa dibe se[1]dem ku hûn xwe, derdora xwe û rastîya civakî ya ku hûn tê de dijîn, bipirsin. Dema ku ev dibe rastîya we ya civakî, lêpirsînek hundurîn dest pê dike. Vegerek heye ji bo axa ku te şekil daye. Bi tena serê xwe bûyîna solîst ji bo min ti wateya xwe nîne. Tiştê ku hûn dikin dema ku hûn bi herêmî re hevdîtin dikin, wateyekê werdigire. Di vî warî de ez heta niha li ser çar albuman xebitîm: Leylan, şînên Koçgirîyî, awazên elewîyên kurdî yên ji Horasanê heta Çorûmê û herî dawî jî kilamên Arxawûnê.”

“Em bûne kesên nezan, fêm nakin, li çanda xwe nafikirin û rojane dijîn!”

“Muzîk û elewîtî di civaka elewî de bi hev ve girêdayî ne” Ayfer Duzdaşê wisa got û qala fonksiyonên mûzikê kir:

“Muzîk parçeyekî vê çandê ye. Hema bêje di her maleke elewîyan de hûn ê rastî tembûrekê werin. Helbestvanên elewî – pîr hem nûnerên dîrokî û hem jî yên çandî û hem jî veguhêzên vê çandê ne. Muzîk ji hêla fonksiyonê ve di na[1]venda vê jiyanê de ye ku bîranîna kolektîf zindî bihêle û çand ji nifşên pêşerojê re veguhezîne. Em bûne kesên ku nizanin, fêm nakin, li çanda xwe nafikirin, rojane dijîn û tavilê dixwin. Her roj em hinekî ji rastîya xwe dûr dikevin. Guherîna bilez a jiyana mirovî ya dîjîtal û pêkhateya çandî dejenerasyona çandî bi xwe re aniye. Ji ber vê yekê ji bo min gelek girîng e ku ez gund bi gund bigerim û ji bo parastin, zindî hiştin û veguheztina tiştên kevneşopî yên ku zû winda dibin ji bo nifşên pêşerojê tomar bikim. Em hemû dizanin ku ger ev kombûna çandî neyê tomarkirin, bi her çîrokbêjekî windabûyî re ji holê radibe.”

Projeyên nû

Stranbêja kurd, qala projeyên xwe yên demên pêş da jî kir: “Bi taybetî li herêmên ku elewîyên kurd lê dijîn, ez dixwazim xebatên xwe yên berhevkirinê bidomînim. Ez ê di demek nêzik de van xebatan bi cîh bikim.”

Adem Özgür- Va hevpeyvîna, di hejmara kovara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin. 2023, 28-33.s

birnebun.eu

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply