Sînemaya Kurdî Îro ‘Zarok’ e

Î.Bernas: Em pêşî te nas bikin Selamo kî ye û çawa dest bi sînemayê an jî dest bi nivîsandina senaryoyên fîlman kiriye?

Selamo: Ez li Nisêbînê ji dayîk bûme. Di sala 1990an de li Îzmîrê min dest bi şanogeriyê kir. Di sala 1993an ji welat derketim û çûm Elmanyayê. Li Elmanyayê min komeke şanoyê ava kir. Di sala 1999an û pê ve min dest bi komediyatiyê kir û di heman demê de di hinek televîzyonan de dixebitîm. Ji bo çend radyoyan carna min sikeç dinivîsandin û berhem jî çêdikirin. Di salên 2000î de min dest bi sînemayê kir. Kurtefîlmên ‘Ava Reş’ û ‘Sara: Xewna Jiyanê’ -derhênerê Sara, Şiyar Abdî û derhênerê ‘Ava Reş’ jî Sahîm Omer bû- ez di wan fîlman de lîstikvan bûm. Di fîlmê Hîner Saleem ê ‘Piştî Rohandinê’ de jî ez lîstikvan bûm û dû re jî min dest bi projeya fîlmê Meş kir, çîroka wî min di sala 2008an de nivîsî û di sala 2009an de jî me dest bi kişandinê kir.

Î.Bernas: Çîroka vî fîlmê ‘Meş’, ji ku tê û çawa ket hişê te ev hest û hêz û raman?

Selamo: Xelîlo ji Nisêbînê ye, li wê derê dijiya û di wan deman de ez zarok bûm, min ew nas dikir.

Tiştê ku bala min dikişand, ew zilam ji civatê hatibû îzolekirin û tiştê di bîra min de ma, li gorî gelê heremê Xelîlo dîn bû û bi tena serê xwe di dikanekê de radiza. Ji zarokan xweş dibû lê Xelîlo dijberî sîstemê dijiya ,sîstem qebul nedikir. Pîştî hat kuştin ez li ser fikirîm, ew jiyana wî ket bîra min û min xwe di psîkolojiya wî de dît û min ji bo wî pêşî helbestek nivîsand û paşê jî min çîrokek li ser nivîsand. Şûnde min xwest ez çîrokê bikim fîlm.

Mardinli yönetmen Selamo gözaltına alındı - Mardin Haber Gazetesi

Î.Bernas: Navê fîlm çima Meş e? Fîlmê ku serrola wî dînek dilîze û bûyer seranser derbarê wî de derbas dibe, navê fîlm çima ‘Dînek’ an ‘Dîn’ an jî ‘Meşa Dînekî’ nîn e, çima Meş?

Selamo: Gelek meş hene lê meşa Xelîlo meşek sembolîk, meşek proteste, meşa bêîteatiyê ye. Meşa Cengo jî heman meş e û Xelîlo ne dîn e. Civak wî wusa nîşan dide. Xelîlo bi xwe îsyanek e, teqandinek e.

Î.Bernas: Xelîlo qet naaxive. Her tim dimeşe û dema di rê de rastî kesek bicixare tê cixara wî kesî bê destûr jê distîne. Li ser heman meşa xwe berdewam dike. Xelîlo çima wusa ye?

Selamo: Xelîlo karakterekî wusa ye ku destûrê ji kesekî naxwaze. Ji ber vê jî cixaran bê destûr distîne û cixare nîşanek sembolîk e. Xelîlo bi neaxaftina xwe civatê protesto dike. Li gorî xwe dijî û pergalên dewletê ên gemarî jî napejirîne. Ev rewşa Xelîlo ya bêîteatî ye.

Î.Bernas: Xelîlo meşa xwe herî zêde li ber deriyê ‘Hukumet Konagi’yê dike û tif dike wan deran. Xelîlo tif dike çi, ji bo çi tif dike?

Selamo: Xelîlo li ber derê ‘Hukumet Konagi’yê dimeşe çimkî qanûnên wan qebûl nake. Dibêje:

Gelek meş hene lê meşa Xelîlo meşek sembolîk, meşek proteste, meşa bêîteatiyê ye. Meşa Cengo jî heman meş e û Xelîlo ne dîn e. Civak wî wusa nîşan dide. Xelîlo bi xwe îsyanek e, teqandinek e.

“Ev der cihê min e û ezê li ser bimeşim”. Xelîlo esas tif dike sîstemê, tif dike sazûmanên qirêj, tif dike zilmê, tif dike hovitiyê, tif dike desthilatdariya biyanî ya ne ji me…

Meş - TSA Türk Sineması Araştırmaları - BetaÎ.Bernas: Du sahneyên Xelîlo yên pir balkêş hene. Yek ji wan ev e; gava Xelîlo di nav sûka Nisêbînê de cixareya welatiyekî jê distîne, ew welatî jî tê ser wî û jê re dibêje ‘Te çima wusa kir, te cixarek bixwesta min ê bidaya te, ma qey tu ne mirov î!’ Bi heman awayî di sahneyeke din de dema Xelîlo cixareya leşkerekî jê distîne leşker tê ser wî û mîna welatî dike lê Xelîlo zileyekê li bin guhê leşker dixe. Xelîlo çima li welatî naxe lê li leşker dixe?

Selamo: Dema ku welatî tê ser Xelîlo û xwe jê aciz dike, yekî din jî ji civatê tê û cixareyekê dide Xelîlo. Ev jî nîşan dide ku civat tevî ne xirab e û nekeftiye xefka sîstema gemarî û di nav civatê de Cengo hene. Kesek dê hebe ku wî fam bike û Xelîlo jî vê yekê dizane lê çima li leşker dixe. Ji ber ku Xelîlo cixareya di devê leşker de wek mafê xwe dibîne û dibêje ‘tu li min bixî ezê jî li te bixim’ û ji ber vê, ji bo parastina mafê xwe li leşker dixe. Cixareya di devê leşker de, ya di devê ‘komandar’ de jî mafê wî ye. Sîstem hemû yek e, sedema sileyê jî ev e ku Xelîlo mafê xwe diparêze li hember dagirkeran. Ji wan nade paş.

Î.Bernas: Ew dîmenê ku Xelîlo herî zêde li ber dimeşe, di wî dîmenî de di navbera civat û leşkeriyê de ‘şûrek ji hesin’ heye. Ev çi nîşan dide?

Selamo: Ew dîmen nîşan dide ku her tim di navbera civat û sîstemê de ‘şûrek ji hesin’ hebû û wê hebe jî. Gele kurd tu carî tevî sazûmanên wan nebûye û nabe jî.

Î.Bernas: Xelîlo çima rastî zarokekî tê? Çima kesek din ê navsalî ne, çima zarokek?

Selamo: Eger yekî wusa hebûya wê Xelîlo fêm bikira û wê Xelîlo ne ew Xelîlo bûya. Zarok hêviyên Xelîlo ne. Ji ber vê yêkê Cengo heye û Cengo jî meşeke bi çavê Xêlîlo ye.

Î.Bernas: Xelîlo tenû bi zarokan re mijûl dibe û tenê bi wan re keyfxweş dibe.

Selamo: Belê… Çimkî zarok hêviyên Xelîlo ne.

Î.Î.Bernas: Wateya tembûrê… Tembûrek bi dest hatiye çêkirin, a ku Aso lêdide, wateya wê çi ye?

Selamo: Aso karaktereke bêdeng e mîna Xelîlo. Aso hemcinsa Xelîlo ye û Aso jî meşek e, hêviyeke mîna Cengo. Aso jî protestek hunerî ye li hember sîstemê ji ber ku di wan salan de stranên kurdî qedexe bûn, zimanê kurdî qedexe bû. Aso serhildanek hunerî ye. Cengo çi be Aso jî ew e.

Î.Bernas: Dema hinek caran Xelîlo tê binçavkirin Cengo diçe cihê wî û dimeşe. Ev wateya hêviya Xelîlo ye ku wê ‘Meş’ek her hebe…

Selamo: Belê rast e.

Î.Bernas: Çîroka fîlm di salên derbeya 12ê îlona 1980an de li Nisêbîn û Amedê derbas dibe. Bi vî awayî hem fîlmekî dîrokî ye û hem jî fîlmekî siyasî ye. Gelo ji ber vê rewşê çi asteng derketin pêşberî we?

Selamo: Belê çend pirsgirêk hebûn. Li welêt îmkan pir kêm in; hem ji aliyê teknîkî û hem ji aliyên din jî me nikaribû xwe bigîhanda hin tiştên pêwîst. Yanî Xelîlo di nav şer de dijî û me jî fîlmê wî di nav şer de kişand. Gala jî li Nisêbînê, me di bin ‘gaz bombeyan’ de kir û ew şer hêj jî didome. Dagirker hêj jî li ser warê Xelîlo ne.

Î.Bernas: Di fîlm de meşa Xelîlo li hêlekê, derbeya 12ê îlonê li hêlekê, evîna Cengo û Yildizê bala mirov pir dikişîne. Lê derbe hewl nade ku ew evîna xwe bi hestên zarokî bijîn. Bavên wan tên girtin û tên kuştin. Tu jî zarokê wan rojan î. Ev yek îro çawa tê bîra te?

Selamo: Yildiz û Cengo mînak in. Bi hezaran zarok hene ku evîna xwe a zaroktiyê nejiyane û ez di temenê Cengo de bûm dema me ji warê xwe koçkir. Ez evîna xwe ya zarokatiyê nejiyam, mîna Yildizê ez jî tevî malbata xwe koçber bûm. Ez çûm Elmanya ez ciwaniya xwe jî nejiyam û gelek xortên kurd ên mîna min hene ku ji evînê bêpar bûne. Wek welatê Kurdan, evîna Kurdan jî perçe perçe bûye.

Î.Bernas: Cengo di wan rojên reş de rojbûna xwîşka xwe, a Xezalê, ji bîr nake…

Selamo: Belê. Xezal hem diya wî hem jî xwîşka wî ye. Wî diparêze û ev yek jî rola jina Kurd e di nava civakê de. Ev îro jî wusa ye, jina kurd parêzvan e û her tim li pêş dimeşe. Ên ku do, îro herî zêde li tekoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin jî dîsa jin in.

Î.Bernas: Gelo ew zarokên di fîlm de dilîzin we elimandin an têkilîyên wan bi şano an jî sînemayê hene?

Selamo: Na, me neelimandin û tu eleqeya wan bi lîstikvaniyê nebû. Jixwe ew naleyîzin, jiyana xwe dijîn. Ya ku ew dikin jiyana wan e, ne lîstik e.

Î.Bernas: Dema Xelîlo diçe ser bircên Amedê, li wê derê yekem car bi tena serê xwe keyfxweş û şad dibe, rûyê wî biken dibe. Gelo mirov dikare bêje ku li ser bircên Amedê bayê azadiyê dimeşe û Xelîlo ‘Meş’a xwe ya herî bi keyf û coş li ber bayê azadiyê, li ser bircên Amedê dike?..

Selamo: Rast e… Jixwe Xelîlo ev e. Hêviya wî Amed e. Hêviya wî azadî ye. Li cem dixtor nasekine diçe ser bircan û dibêje: ‘Ev meşa min a azadiyê ye.’ Xelîlo bi xwe ev e û li wê derê birayê wî (Îbrahîm) wî fêm dike û li wê derê birayê wî fêrî mebesta Xelîlo dibe. Fêm dike ku daxwaza Xelîlo Amed e, ne dixtor e.

Î.Bernas: Tu lîstikvaniya xwe di rola Xelîlo de çawa dibînî? Roleke zehmet e û te bi awayekî pir baş ew psîkolojiya wî aniye ziman. Ev hest û hêza te ya lîstikvaniyê ji ku tê?

Selamo: Ez vê bêtir di lîstikvaniyê de nabînim. Belkî min psîkolojiya Xelîlo baş nas kiribe û mirov dikare bêje ew ne Selamo ye Xelîlo ye.

Î.Bernas: Çîroka Xelîlo û Cengo çi qas rast e?

Selamo: Xelîlo jî rast e û Cengo jî rast e. Her tişt sedî sed rast nîn e, pêvbestin (kurgu ,montaj) jî heye lê bi sedan zarokên mîna Cengo hene. Xelîlo li gorî me (civatê) dîn e. Li gorî xwe na. Ji ber ku ew îsyanek e, serhildanek e.

Î.Bernas: Belê Mamoste li ser sînemaya Kurdan wê hinek pirsên min hebin. Bi heman navê vî fîlmê ‘Meş’, gelo meşa sînemaya kurdî , bi giştî çawa ye? Tu çawa dibînî, li welat û li derveyî welat rewş çawa tê ber çav?

Selamo: Di rewşek teqandinê de ye. Mîna salên 1990an ku di muzîka kurdî de tiştek wusa çêbû. Hunermend pirr bûn, stran, kasêt û CD jî pirr bûn. Îro sînema di heman rewşê de ye. Ciwanên Kurd dixwazin vî karî bikin. Hewldan pirr in. Ez pozîtîf lê dinêrim lê sînemaya kurdî îro zarok e û eger ev zarok şîrê dayîka xwe bimêje wê teqandineke baş çêbe. Divê ev huner ji eslê xwe û ji çanda xwe sûd bigire.

Î.Bernas: Sînemaya kurdî, bi fîlmên heya niha hatine kişandin, li gorî te çiqas nêzikî sînemaya cîhanî bûye?

Selamo: Realîteyeke me heye; em bindest in. Sazûmanên me kêm in û divê em li gorî civak û realîteya xwe li sînemayê binêrin. Divê em xwe bi serdestan re qiyas nekin û divê hunermend jî wusa bin. Bi civakê re bin, xwe nespêrin çandên biyanî. Şaşiyek heye ku xwe wek dewletekê dibînin û fîlmên xwe dişibînin fîlmên herî baş. Ev yek nîşan dide ku xwe di sînemayê de azad dibînin.

Î.Bernas: Di nav fîlmên kurdî de, li gorî te fîlmên ku ji bo çanda netewî ya gelê Kurd ku bibine kilasîk hene? Mîna hinek kilasîkên gerdûnî…

Selamo: Ne bawer im ku heta niha tiştek wusa hebe. Hêj berhem ew qas pirr nîn in. Û niha mirov biryareke wusa bide ne rast e. Hêj divê meş hebe…

Î.Bernas: Sînema dikare gelekî ji nû ve ava bike û di dîroka xwe de jî roleke wusa lîstiye. Ji ber vê dewlet jî pirî caran, ji bo ku sînema li gorî rewşa ku ew dixwazin xizmet bike, gelek fîlman sansor dikin an jî nadin lîstin. Gelo sînemaya Kurdî ji bo ku gelê Kurd ji nû ve ava bike qet rolek wusa lîstiye/dilîze an na?

Selamo: Na, ev rol hêj nehatiye lîstin. Fîlmên ku hatine kişandin, pirraniya wan herêmî ne, netewî nîn in. Sînemaya netewî di nav kurdan de hêj nehatiye çêkirin . Em hêj negihiştine wê astê. Ji bo çandek netewî divê dîrok baş bê zanîn, divê fîlmên lehengên kurdan bên kişandin. Wek mînak, Qazî Mihemmed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîdê Kal û hwd. Û a herî girîng divê ev fîlm jî bi çavên kurdan bên çêkirin. Herwiha Mem û Zîn hatiye kişandin lê kurdan nekişandiye.

Î.Bernas: Di sînemaya kurdî de zimanê kurdî pirr pêş ve neçûye. Lê di çend fîlmên van salên dawî de hatine kişandin, ziman baştirîn hatiye bikaranîn û qast û jenerîk jî bi zimanê Kurdî tên amadekirin. Lê hêj jî hinek kêmasî hene û li aliyê din hinek derhênerên Kurd an jî ên li ser navê Kurdan sînemayê çêdikin, rolan nadin lîstikvanên Kurd. Gelo li gorî te sedema van pirsgirêkan çi ye?

Selamo: Em hêj ji bin bandora dagirkeran, desthilatdaran nefilitîne. Gelek kes li gorî wan dijîn û hunera xwe bi zimanê wan çêdikin. Lê ev kêmasî tev ji kesan e, ji ziman nîn e. Di sînemayê de rûyekî popîlîst heye. Heke gelek kes li fîlmên wan temaşe bikin, derhêner diçin bi lîstikvanên navdar re dixebitin. Derhênerekî kurd ku lîstivanek Kurd nedabe naskirin ev kêmasî ji ziman û lîstikvan nîn e. Divê vê pirsê derhêner pêşî ji xwe bike. Ku fîlm wê kurdî be divê pêşî ziman kurdî be.

Î.Bernas: Belê Mamoste, li welat gel sînemayê çawa pêşwazî dike? Te rewşek çawa dît?

Selamo: Temaşevan hêj pirr kêm in lê gel lê xwedî derdikeve. Eger fîlm tev bi kurdî be ev bêtir bala gel dikşîne û bêtir lê xwedî derdikevin. Fîlmên kurdî ji fîlmên din bêtir tên ecibandin.

Î.Bernas: Derhêner, lîstikvan, şanoger û senarîstên Kurd, çi qas hay ji çanda gel û wêjeya gel hene? Ez kêmasiyeke wêjeyî û helbestî di sînemaya kurdî de dibînim, mamoste. Tu vê yekê çawa dibînî?

Selamo: Belê ez jî kêmasiyeke wusa dibînim. Divê em rexne bikin, şanoya kurdî çima xwe dubare dike. Ev yek ji wêje û felsefeyê ye. Ez lîstikvan im, dikarim bilîzim û divê her kes beşa xwe baş bizanibe û xwe pêş ve bibe. Divê di xebatan de karên kollektîf bikin.

Î.Bernas: Li gorî te astengên li pêşiya sînemaya kurdî çi ne?

Selamo: Ez dikarim li ser rewşa sînemaya bakur çend tiştan bibêjim lê li deverên din nizanim ka rewş çawa ye. Di serî de ez dikarim bibêjim ku sazî kêm in.

Sponsor nîn in an jî pirr kêm in. Çêker nîn in û kesên ku xwe bidin ber vî karî jî nîn in an jî pirr kêm in. Pisgirêka herî mezin bazara wê çênebûye. Pîşesaziya sînemaya kurdî çênebûye û hwd. Divê sazî bên rêxistin. Divê mîhrîcan bên lidarxistin û divê karên akademîk bên kirin û hwd.

Î.Bernas: Belê mamoste Selamo, ji xeynî vî fîlmê ‘Meş’ niha çi berhemên din hene an jî xebatên nû hene gelo? Em li hêviya mîzgîniyeke çawa bin?

Selamo: Projeyek heye, ez naxwazim qal bikim lê wê tiştên nû hebin. Meşa me wê berdewam bike…

Î.Bernas: Baş e, serkeftin ji te Di dawiyê de Mamoste, tiştekî ku tu dixwazî bêjî hebe, kerem ke…

Selamo: Di dawiyê de keko, ez gelek spas dikim. Ez gelek keyfxweş bûm…

Î.Bernas: Ez jî ji bo keda te, ji bo vî fîlmê xweş û ji bo vê hevpeyvînê gelek spas dikim.

 

Îmad Bernas *Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê

Kovara Pengavê Hejmara 5an (2011) 

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply