Kurd: Neviyên Nûh

Destpêk
Pirtûkên pîroz yên wek Tewrat û Qur’an dibêjin ku dema tofan rabû Hezretî Nûh bi keştiya xwe li serê çiyayên  Agiriyê  û  Cûdiyê  daniye. Ev herdu çiya jî îro li di nav sînorên Kurdistana Bakur de ne. Ev yeka tê wê wateyê ku li rûberê dinê bi milyonan mirov bi saya van pirtûkên pîroz zanin ku welatê Nûh îro li kîderê ye. Mijara tofanê, Nûh û keştiya wî ya ku li Kurdistanê derketiye sefereke xelasiyê di dîrokê de bala gelek kesan kişandiye. Ji ber vê ev mijar ji bo nivîskar û hunermendan bûye mijareke balkêş û rengîn. Peyva tofanê di Kurdî de peyveke naskirî ye, wek mînak dema yek ji yekî razî nîn be dibêje: “Kuro tu bûyî tofan!” Di gotinên pêşiyan de jî derbas dibe: “Ji agir xelas bûm, tofan ji min re hat” û “Cihê baran tunebe tofan ranabe.”1 Keştiya Nûh ne tenê keştiyeke efsanewî û folklorîk e, vê keştiya efsûnkirî û pîroz îro gelek wezîfe, kar û fonksiyonên din wergirtine ser xwe. Ev keştî bûye starek ji bo aştîxwazan, dostê ajalan, qencî û pakiyê. Cara yekem dema ku min berî pênc salan lêkolînek di derbarê şopên Nûh û keştiya wî de li Swêdê amade dikir ez rastî hin berhem, mekan û dîtinên cihê hatim.2 Li Stockholmê taxeke bi navê Medborgarplatsen heye ku min navê taxê daniye: Taxa Nûh. Li aliyekî wê taxê peykerê Keştiya Nûh, li aliyê din “Tengekuçeya Keştiya Nûh” heye. Kurdan heta niha li dijî tofanên ku hatine serê wan li meydana vê taxê gelek civîn û meş kirine.
 
Kurd berê xwe didin Cûdiyê
Hezretî Nûh ne tenê ji aliyê misilman û Kurdan ve tê hez kirin, Nûh yek ji wan pêxemberan e ku îro li hemû cîhanê tê nasîn û hez kirin. Wek tê zanîn li gorî Qur’anê Keştiya Nûh dema tofanê li serê çiyayê Cûdî daniye. Kurdan baweriya xwe zêtir bi Qur’anê anîne, ev jî normal e. Di bîst û heşt sûreyên Qur’anê de navê Nûh derbas dibe, sûreya heftê û yekan bi temamî ji wî re hatiye veqetandin. Di tefsîra Qur’anê ya bi Kurmancî de jî wiha hatiye nivîsîn: “Dengek li erd û ezmanan ket û got: Erd ava xwe daqûrtîne! Bibilîne. Ezman ava xwe bibilîne daqûrtîne; av kêm bû êdî emrê Xwedê hate cîh. Heçî kafir kirin fetisî bûn. Gemiya Nûh li ser Çîyayê Cûdî ko di Kurdistanê de yedanî û dengek hat û got: Yên ko Xwedê înkar kirine û kafir bûne binêrin.”3 Ji ber vê jî Kurd bawer dikin ku ew neviyên Nûh in. Rojnameyeke Swêdî wêneyê du jinên Kurd yên bi cilûbergen kevn wiha dide nasîn: “Kurd nêzîkî 3000 hezar sal e li serê çiyayên xwe yên asê bi zehmet gehiştbarde jiyane. Li gor efsaneyê koka van xanimên zerîf ji Keştiya Nûh tê!”4
 
Efsaneyeke balkêş
Gerok Ewliya Çelebî ku di sedsala 17an de jiyaye di derbarê neteweya Kurd û zimanê Kurdî de dîtineke balkêş pêşkêş dike. Ewliya Çelebî di gernameya xwe de dibêje ku hezar salan berî bûyîna Îsa (4490) Keştiya Nûh5 li ser Çiyayî Cûdiyê daniye û li serê vî çiyayî bajarekî mezin çêkiriye, navê wî daniye Cûdî. Hikûmdarê bajêr kesekî ji nijada Nûh bi navê “Kurdim Melîk” bûye. Qasî 600 salan jiyaye, zarokên wî li her deran belav bûne. Ji der zimanê Îbranî zimanekî ku neşibandiye Farisî û Derî afirandine. Jê re gotine zimanê Kurdim. Ev yek tê wê wateyê ku zimanê Kurdî ji nijada Hezretî Nûh maye û zimanekî kevnare ye. Gorî Ewliya Çelebî wî ev agahî û zanyarî ji dîrokzanekî Ermenî wergirtiye, navê wî jî dide Migdisî, wî wek çavkanî nîşan dide.6 Bi vî awayî ev gerokê Osmanî balê dikşî ne ser koka Kurdan, peydabûna wan û cudabûna zimanê wan. Dema em gotinên ku di Qur’anê de cih girtine ligel van dîtinên Ewliya Çelebî bi tevayî didin ber çavan, wê demê girîngiya Nûh û ew coxrafiya ku ji xwe re kiriye mekan ango herêma Cizîrê ji bo me dibe mijareke balkêş.7
 
Kurd: Neviyên Nûh
Kurdan ji berê de bawer kirine ku ew ji ometa Nûh tên. Wek mînak em di nivîseke li ser Kurdan de dibînin ku wan koka xwe heta Nûh birine: “Eşîrên Kurd ji bo ku ji nijada Nûh Pêxember tên gelek şanaz dibin.” Ev nivîsa dirêj ku di sala 1854an de di rojnameya bi navê Kavkaz de hatiye weşandin gelek agahî û zanyariyan di derbarê Kurdan de pêşkêş dike. Ev nivîsa li ser Kurdan bê îmze ye.8  Yek ji wan zana û nivîskarên Kurd ku cara pêşîn bala xwendekaran kişandiye ser vê mijarê helbestvan Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958) ye. Ew di berhema xwe ya bi navê “Perek Zêrîn Ji Tarîxê” de bi manzûm dîroka Kurdî bi zimanekî sade dide nasîn. Angorî lêkoler Ayhan Geverî, helbestvan Evdirehîm Rehmî Hekarî li vir: “Hezretî Nûh wekî Melikê Kurd daye nasîn û welatê Kurdan Kurdistan jî wekî navenda tewhîdê/dînên îlahî bi nav kiriye.”9 Çawa em dibînin nivîskarekî Kurd ev dîtinên nivîskarê Osmanî Ewliya Çelebî pêşta biriye, li mijara Nûh xweyî derketiye. Nivîseke din jî heye ku ji aliyê Emîn Feyzî (1862-1929) de hatiye amadekirin: “Kurd ji kîjan unsurî ne?” Mihemed Emîn Feyzî di vê nivîsê de koka Kurdan digihîne heta heyama Hezretî Nûh. Ew dibêje Keştiya Nûh li Kurdistanê li serê Çiyayê Cûdî daniye, ewladê Nûh li Kurdistanê cîwar dibin, paşê li hev zêde dibin û li her deran belav dibin. Mihemed Emîn Feyzî Kurdan ji nû ve dide nasîn: “Kurdên Ewladên Nûh.”10
 
Serê Cûdiyê dibe ziyaret
Ji ber van sedeman Kurdan ev gotinên Qur’anê û kesên wek Ewliya Çelebî girîng dîtine, hêdî hêdî baweriya xwe bi Nûh anîne, ew wek kesayetiyekî pîroz pejirandine. Di dawiyê de wan bawer kiriye ku ew ji nijada Nûh tên. Tenê gotin û efsaneyan têra vê baweriyê nekiriye. Kurdan ev çanda etnogenesisê (pêkhatina komeke etnîkî) bi ziyaret, mizgeft û berî her tiştî jî wan gora Hezretî Nûh li orta Cizîrê kolandine û ew li wir veşartine. Dane ser seran, ser çavan! Ne tenê ev çavkaniyên dîrokî her weha çavkaniyên dînî, faktorên coxrafîk, şahî û pîrozbahiyên Kurdan yên kevin jî baweriya Kurdbûna bo Nûh di nav gel de xurt kiriye, pêşta biriye. Wek tê zanîn li gorî Qur’anê, Keştiya Nûh li ser çiyayê Cûdiyê daniye.11 Serê çiyayê Cûdiyê paşê ji aliyê Kurdên li vê herêmê de bûye ziyaretekê, cihekî pîroz. Kurdan serê çiyayê Cûdiyê bi sedsalan wek cihekî pîroz hesibandine û nirxandine. Ew hersal havînan çûne ev cihê pîroz ziyaret kirine ji bo ji qeza û belayan xelas bibin. Vê yekê bala biyaniyan jî kişandiye, wan jî wek Kurdan berê xwe dane vî çiyayê pîroz. Yek ji wan nûçeyên pêşîn ku di sala 1909an di rojnameya Swêdî Aftonbladetê de hatiye weşandin dibêje ku Kurd vir wek ziyaret dihesibînin û havînê di meha tebaxê de diçin li wir dua dikin.12 Gerok, arkeolog û şefa muzeyê ya Ingilîz Gertrude Bell dema di sala 1909an de diçe hêla Cizîrê, derdikeve serê çiyayê Cûdiyê.13 Li gorî kesekî ji Cizîrê kesên ku her hefte roja înê çûne ev der pîroz kirine xwe wek hecî hesibandine yan jî wisa hatine hesibîn.
 
Bajarê Cizirî: Bajarê Nûh
Li herêma Cizîrê Kurdan ji Hezretî Nûh re hembêz vekirine, bedena wî li vir veşartine, wek tê zanîn gora Nûh îro li Cizîrê ye. Hersal bi hezaran kes diçin ser gora wî hurmeta xwe nîşan didin. Ew mezinahiya gora wî bi awayekî mezinahiya hurmeta şêniyên herêmê jî nîşan dide. Li Cizîrê mizgeftek jî heye ku navê Nûh lê kirine: Mizgefta Nûh. Kurdên herêmê bajarê Cizîrê mîna “Bajarê Nûh” dihesibînin. Kurdên vê herêmê dîroka xwe ya dînî gîhandine dîroka xwe ya çanda neteweyî û siyasî jî. Wek tê zanîn lehengên destana Kurd ya neteweyî Mem û Zîn jî ji vî bajarî ne. Beşeke bûyerên destanê jî li heman bajarî derbas dibin. Mîrên herêmê bi sed salan ji xwe re li vir textek ava kirine. Di dawiyê de serî hildane, ev tevgera bi Serhildana Mîr Bedirxan navdar bûye. Malbata Bedirxaniyan di dîroka Kurdistanê de roleke mezin lîstiye.
 
Nûh di edebiyata Kurdî de
Di edebiyata Kurdî (bi zaravayê Kurmancî) de qasî ku ez zanim mijara Nûh û keştiya wî zêde nehatiye bikaranîn. Hesenê Metê di romana xwe ya bi navê Tofan de xwendevanan dibe coxrafya ku angorî pirtûkên pîroz Nûh bi keştiya xwe lê daniye. Peyva tofan di edebiyata Kurdî de bi weşandina romana Hesenê Metê ya bi navê Tofan zêdetir hate naskirin û belav bû.14 Sidqî Hirorî di romaneke xwe de keç û xortan dibe serê Çiyayê Cûdî, dema vegerê dibe şahiyeke mezin, gera wan bi evîn û xweşî derbas dibe.15 Di nav gotinên pêşiyan de ku Prof. Heciyê Cindî weşandine, ez rastî vê gotinê hatim “Cizîra Bota-sebra xorta.”16 Vê gotina pêşiyan gelek bala min kişand. Tavilê ew beşên evînî yên destana Memê Alan û berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn hate bîra min. Carina tenê ev mijara beşeke piçûk yên hin berheman pêk tîne. Wek mînak nivîskarê Kurd Fawaz Husên di romaneke xwe de ya bi navê Heftiyeke Dirêj li Amedê de xwendevanên xwe carina dibe berpalên çiyayê Cûdiyê. Mekan jî gundekî bi navê “Gundikê Melî” ye ku bi bajarê Şirnexê ve girêdayî ye. Ev gunda li ber pêyên Çiyayê Cûdî ye ku hezretî Nûh berî hezaran sal keştiya (sefîne) xwe lê daniye. Xwedayê mezin li xiraban hatiye Tofanê, qira wan hemûyan aniye bona ji nifşên nû re cîhaneke paqij û delal bihêle. Di romanê de navê Nûh du caran derbas dibe. Lehenga jinîn ya romanê Besna di sala 1971an de li vî gundî hatiye dinê, dema mezin bûye, ew dane Fermanê Mala Evdê. Besnayê gelek caran ji kurê xwe Mîrza re gotiye salên jiyana wê yên herî xweş li kêleka ciyayê Cûdî derbas bûne.17
 
Cizîr û Agirî
Çawa tê zanîn gorî Qur’anê Keştiya Nûh li serê çiyayê Cûdiyê, gorî Tewratê jî li serê çiyayê Agiriyê (Ararat) daniye. Herdu herêm jî mekanên Kurdan yên bi hezaran sal tên hesibîn, Kurdan ev cihên han ji xwe re kirine star. Ev herêm ji du cihên coxrafîk zêdetir wek cihine pîroz tên nasîn û nirxandin. Ji aliyê çand û folklora Kurdî de ev herdu herêm derdikevin pêşberî me. Dîroka destana Kurdî ya neteweyî Mem û Zîn jî heta van herdu herêman dirêj dibe. Li Cizîrê ku çiyayê Cûdî lê dimîne, lehengên vê destanê Mem û Zînên bengîn hatine veşartin, gora nivîskarê vê destanê Ehmedê Xanî jî li herêma Agiriyê, li bajarê Bazîdê ye û bûye ziyaretek. Bajarên Cizîr û Bazîdê wek du bajarên destbira dikarin bên hesibîn. Belê xeta di navbera Cizîr û Bazîdê de ji aliyê dîroka çanda Kurdî de xeteke rengîn û biriqî pêk tîne. Eger em bi nêrîneke çepûrast û piralî vê mijarê analîz bikin gelek xalên hewaskar û balkêş derdikevin pêşiya me. Roni Nasirkaya jî navê serhatîke xwe daniye: Tîbûna Nûh. Nivîskar me dibe herêma Agiriyê. Ji malbatekê re kurek çêdibe, navê Hezretî Nûh lê dikin, navê wî dibe Nûh. Bavê wî vî navî bi zanetî li kurê xwe dike: “Eger em rojekê têkevin tengasiyê, belkî ew jî fena Nûh Pêxember me xelas bike, derxe serê çiyayê Agiriyê.”18 Carina em di hin helbestan de jî rastî mijara Nûh û Agiriyê tên. Berî çil salî min helbesteke Kurdî xwendibû ku qala mijara Nûh û Tofana li herê ma Agiriyê dikir. Helbesteke gelek balkêş bû, ji aliyê Adî Rojkanî ve hatibû nivîsîn. Piştî salan wî ji min re got ku: “Ew helbesta min ya pêşîn û dawî bû.” Di beşekê de wiha tê gotin:
 
Ararat

Paşê li me rabû tofan. Nûh vebû hat bû mêvan.
Me qedir girt, da ser seran û ser çavan…
 
Sal-sala bihûrî, roj-roja bihûrî. Dewran li me zivirî,
Ortê hildan mêrtî, camêrtî Hineke rê hineka av li me dibirî.19
 
Nûh tê hawariya Kurdan
Heta berî çend salan jî min gelek meraq dikir gelo nivîskar, hunermend yan jî zaneyek heye ku Serhildana Agiriyê (1930) û Serpêhatiya Tofana Nûh ku li gorî Tewratê li heman herêmê pêk hatiye bi tevayî aniye ber çavan û tiştek afirandiye? Di dawiyê de karîkatûrekî Alman ku di sala 1930yî çêbûyî min dît, lê min bi çavên xwe bawer nekir, wisa watedar bû. Dema Serhildana Agiriyê gur bûye di rojnameya Almanî ya hîcîwî de karîkatûrekî gelekî balkêş tê weşandin (Kladderadatsch, nr 35/1930). Keştiya Nûh ku dema Tofanê li serê vî çiyayî danîbû hatiye hawara Kurdên serhildêr. Nûh kevokek jî firandiye aliyê Agiriyê herêma ku Serhildana Agiriyê lê çêbûye, ji bo ka bizanibe rewşa Kurdan çi ye? Kesê ku ligel ajalan serê xwe dirêj kiriye siyasetmedarê Fransî Aristide Briand e ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye (1926) û di salên 1930yî de di nav “Cemiyeta Neteweyan” (Völkerbund) de aktîv bûye. Li jêra karîkatûr de kevoka aştiyê ber bi hêla Serhildana Agiriyê difire û bi Almanî em li wir peyvên “Kurden Aufstand” (Serhildana Kurdan) dixwînin.20
 
Encam
Çawa li jor jî tê dîtin peyveke wiha piçûk ku ji sê tîpan pêk hatiye: Nûh rol û fonksiyoneke çawa mezin li cîhanê lîstiye/dilîze. Her wiha bûye mîrateyeke çandî. Dema mirov ketine tengasiyê, tengezar, belengaz û perîşan bûne cara pêşîn Nûh hatiye bîra wan. Projeyên xwe bi vî navî dane nasîn.21 Keştiyên Nûh îro li hemû cîhanê ji belengaz, bêçare û bêgav, nexweş û hemû kesên di bin tirs û xofeke mezin de ne, ji gişkan re dergehên xwe vekirine. Van keştiyan îro li rûbarê dinê fîloyeke mezin pêk aniye. Çalakiyên dilrehmiyê û xêrxwaziyê yên vê fîloyê her diçîn zêde dibin. Pêştabirina stratejiyên ji mirin û tunebûnê xelasbûn, hertim çêkirina keştiyên teze yên Nûh anîne rojevê. Kevokên ku ji Keştiya Nûh hatine firandin îro bûne nîşana tevgerên aştiyê. Keştiya Nûh wek serpêhatiyeke dînî, mîtolojîk û dîrokî, her weha di derbarê xweyîkirin û parastina cîhana ajalan de bûye nîşaneke bibîrxistin û hişyariyê, roleke pratîk dilîze. 22 Îro wek tê zanîn koka gelek ajalan diqele û hinek ji wan êdî winda dibin. Tiştên ku îro em dikarin ji serpêhatiya Keştiya Nûh û tofanê fêr bibin bi rastî gelek in. Bi navê Nûh mijarên mirovahiyê, pirsgirêkên gelên wek Kurdan bindest û bêçare dibe bên nasandin, nîqaşkirin û çareserkirin. Dema Xwedê mêze kiriye li rûberê dinê nepakiyê serî hildaye, sînor nas nake ligel Nûh bi hevkariyeke mezin yekîtiyek pêk aniye. Bi baweriya min eger Kurd li mijara Nûh tam xweyî derkevin, qezenc û hatiniya wan wê pir be. Eger nivîskar, hunermendên wek muzîsyen, wênesaz, peykarsaz bi mijara Nûh û Tofanê mijûl bibin gelek dergehên nû dê li pêşiya wan vebin. Xwedê îmkaneke mezin daye Kurdan, lêbelê em nikarin vê îmkanê bi zanetî û bi evîneke mezin bi kar bînin.
 
Jêrenot
1- Heciyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurd, Êrêvan, 1985, r. 44, 663.
2- Rohat Alakom, Dîroka Kurdistanê di Çapemeniya Swêdî de, Apec, 2016, r. 213-235 (binêre beşa bi navê li pey şopa Keştiya Nûh li Swêdê).
3- Kamiran Alî Bedirxan, Tefsîra Quranê, Avesta, 2020, r. 178.
4- Expressen, 21/4 1991.
5- Sefîne bi giştî ji keştiyan, gemiyan re hatiye gotin bi taybetî jî di îfadeya Sefîna Nûh de hatiye bikaranîn.
6- Martin van Bruinessen, “Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebi’nin Notları”, Studia Kurdica, nr. 1-3/1985, r. 13-37.
7- Ayhan Tek, “Cizîr wek Merkezeke Kanona Edeba Kurdî û Rengvedanên Wê ên di Şiîra Kurdî de”, Şarkiyat, Uluslararası Sosyal Bilimler Kongresi, 2017, r. 358-361.
8- İsmet Konak, “Kavkaz Gazetesinde Kürtler (1854)”, Kürt Tarihi, nr. 43/2021.
9- Ayhan Geverî, “Evdirehîm Rehmî Hekarîû Berhema Wîyaliser Tarîxa Kurdan: Perek Zêrîn ji Tarîxê” Wêje û Rexne, nr. 5/2015, r. 15.
10- Emin Feyzi, “Kürdler Hangi Unsurlandırlar?” Kurdistan, nr.19, 29 Mart 1920.
11- Di Qur’anê de bi qasî 28 cihan de di derbarê Nûh de agahî tê dayîn û di 43 cihan de navê wî tê dayîn û sûreya 71an bi navê wî ye.
12- Noacks berg, Aftonbladet, 18/12 1909.
13- Gertrude Bell, Amurath to Amurath, 1911.
14- Hesenê Metê, Tofan, Weşanxaneya Apec, 2000.
15- Sidqî Hirorî, Ez û Delal, Weşanxana Ava, 2013, r. 9-15.
16- Heciyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda, Êrêvan,1985, r. 663
17- Fawaz Husên, Heftiyeke Dirêj li Amedê, Avesta, 2015, r. 127-134.
18- Roni Nasırkaya, Seccade, Weşanên Sîtav, 2020, r. 121-132.
19- Adî Rojkanî, Ararat, Dengê Komkar, nr. 36/1981.
20- Rohat Alakom, “Bir Alman Karikatüründe Ağrı Ayaklanması’nı Farklı Okumak”, Kürt Tarihi, nr. 25/2016, r. 4-7.
21- Befrielseteologin  är   inte   död, Svenska Dagbladet, 17/12 2001.
22- Stor internationell insamling för hotade vilda djur, Svenska Dagbladet, 29/9 1961.

Ev nivîs di hejmara 156an a Nûbiharê de hatî weşandin: Nûbihar 156, Sal: 29 Cild: 25 Havîn 2021 R: 4-10

Ji malpera nubihar.com ê ev nivîs hate standin

Rohat Alakom

Derbar Çand Name

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply