Pencemor bi Neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat re -Beşa 2-

Endamê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê û neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat diyar ku wî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan du caran dîtiye û got, “Xezûrê Abdullah Ocalan berpirsê beşeke dezgeha îstixbaratê bû.”

Şêx Abdulilah Firat têkildarî dadmendiya Tirkiyeyê de got, “Di nav Tirkan de tiştekî bi navê dadmendiyê nîne. Ne hebû û ne jî dê hebe, miletek e ku hem zulmê li xwe û hem li miletên din dike.”

Şêx Abdulilah Firat herwiha da zanîn:

“Bavê Erbakan gotibû ku ew Kurd in, wî jî digot, lê ji min re got ku zilm û zordariyeke mezin li me hat kirin, gava ez bimirim jinûve belav bike ku ez Kurmanc im.”

Abdulilah Firat da zanîn ku di salên xwendekariyê de wî di nava komên Îslamî de cih girtiye.

Nêviyê Şêx Seîd di Beşa 2yemîn a bernameya “Pencemor”ê de behsa jiyana malbata xwe ya sirgûnê, piştî efûya sala 1947an vegera Xînîsê dike.

Firat behsa bîranînên xwe yên di salên xwendekariyê de û hevdîtinên xwe yên bi Silêman Demirel, Bulent Arinç, Erdogan û Abdullah Ocalan re  û serpêhatiyên xwe yên bi Îsmet Înonû, parlamenterên HEDEPê re kir.

Rûdaw: Yaşêx, ez spasiya te dikim ku tu di gotûbêja li gel me de berdewam î.

Şêx Abdulilah Firat: Ez jî spasiya we dikim.

Rûdaw: Tu li sirgûnê hatî dinyayê?

Şêx Abdulilah Firat: Erê, rast e. Ez di jiyana dîlîtiyê de hatim dinyayê. Me gelek jan û nexweşî kişand. Malbata me bi birçîbûn, xizanî û dîlîtiyê re rû bi rû ma. Têkiliya wan bi Kurdistanê re nema û ji dostên xwe hatin veqetandin. Nedihiştin kes bi wan re biaxive, têkilî hatin qutkirin. Xizm û nasên me di bin çavdêriya leşkerî de bûn û nedihiştin ku Şêx Elî Riza serdana mizgeftê jî bike. Paşê ez çûm serdana wê derê.

Mîdye li ser perava Deryaya Reş cih digire. Ez ji bo komkirina agahî û bîranînan çûm wir. Li wir ji min re gotin ku pêşî ji bo dema 2 salan Şêx Elî Riza anîne vir, walî û berpirsên leşkerî ji xelkê re gotin ku divê hûn bi ti awayî têkiliyan bi Şêx Elî Riza re girênedin.

Piştî du salan, hiştin Şêx Elî Riza biçe mizgeftê û ew jî nîvro û êvaran diçû mizgeftê. Şêniyên Tiraxê dihatin pêşber malên wan û li Şêx Elî Riza temaşe dikirin, tê derxistibûn ku ew zana û maqûlekî navdar û baş e, xelkê jê hez dikir. Piştî vê têkiliya Şêx Elî Riza û xelkê çêbû.

Paşê nexweşiya (leriz û tayê) belav dibe û çend kes ji wan pê dimirin, loma wan vediguhêzin gundekî ku di nav daristanekê de bû, gundekî xweş bû, ez li wî gundî hatim dinyayê. Dayika min digot em ewqasî feqîr bûn ku tiştekî me nebû em te pê bipêçin, ez bêgav mam kirasê xwe bidirînim û te pê bipêçim. Bi vî awayî, me bi hejarî û xizanî dest bi jiyanê kir.

Rûdaw: Hûn heta kengî li wê derê (li Kirklerêliyê) man?

Şêx Abdulilah Firat: Heta sala 1947an, piştre efûyekê em jî li xwe girtin û em vegeriyan welêt. Şêx Elî Riza dibistana xwe vekir û dest bi dersgotinê kir lê nedihiştin Şêx Elî Riza bi vir de û wir de biçe. Wek mînak, navbera Xinûsê û qezaya me tenê çar kîlometre hebûn. Dema bixwesta biçe wê derê, divabû muxtar qayimeqam agahdar bikira, ger qayimeqam razî bibûya wê demê dikarîbû biçûya, lê heke qayimeqam razî nebûya nikarîbû ji gund dûr bikeve.

Rûdaw: Bavê te tev li siyasetê bû?

Şêx Abdulilah Firat: Na, xwe tev li siyasetê nekir. Di sala 1966an de, erdhejek li Erziromê çêbû. Malên me hilweşiyan û dibistanên me wêran bûn. Em neçar man berî bidin bajarê Elezîzê. Rojekê Necmedîn Erbakan hat, xwe neda nasîn, got ger hûn destûrê bidin, ez hatime serdana Şêx Ezîz Efendî bikim! Şêx Ezîz Efendî jê pirsî tu kî yî û çima hatî? Erbakan got ez kurê Sebrî Efendî me ku di serdema Osmaniyan de li Erziromê dadger bû. Sebrî Efendî zanayekî mezin bû.

Qaziyên serdema Osmanî zana bûn. Dema ku Şêx Seîd Efendî diçû Erziromê serdana wî dikir û bi hev re diaxivîn. Şêx Ezîz Efendî bi wê hevdîtinê kêfxweş bû. Ji Erbakan pirsî: “Tu bi çi mijûl î?” Erbakan bersiv da ku ew li Zanîngeha Stenbolê beşa teknîkê dixwîne. Di wê demê de qayimeqam hat cem şêx. Erbakan ji Şêx Ezîz Efendî pirsî, di Îslamê de mafê daristanê çi ye? Piştî ku jê re rave kir, Erbakan behsa çaksaziya erd û zeviyan kir, pirsî ew derbarê belavkirina erdê li ser xelkê çi dibêje?

Şêx Efendî got, wexta ku Omerê kurê Xetab dibe xelîfe, erdê li derdora Çemê Nîlê li ser xelkê belav dike, tiştekî xelkê wê derdorê nebû, rabû erd li ser cotkaran belav kir. Ango li Tirkiyê jî ger erdê dewletê hebe, dikare bide xelkê bi şertê ku dadmend be.

Nîqaş wisa bû. Paşê Şêx Ezîz Efendî ji ber nexweşiyê çû Enqereyê. Wê demê Necmedîn Erbakan mamosteyê zanîngehê bû. Rojekê me ew bi rasthatinî dît û ji me pirsî, gelo ti xebereke we ji cenabê şêx heye yan na? Me jê re got ku ew li vir, li Enqereyê ye. Pir kêfa wî hat û ji min xwest ku ez wî bibim nik wî.

Êvar bû gava min ew bir ba şêx. Yek ji taybetiyên şêx ku li ba zanayên Tirkiyê yên din nebû, zanîna wî ya li ser sîstemên siyasî yên cîhanê bû, ji kapîtalîzmê bigire heta komunîzmê û bîr û baweriyên din ên cuda.

Berê Şêx Seîd Efendî ew wekî serokê dewletê perwerde kiribû. Bîreweriyeke wan a pir xurt hebû, hin pirtûk ezber kiribûn. Dema ku ew li Teraxeyê bû, yekî jê re nameyek şand û tê de helbesteke Celaledînê Romî nivîsîbû, dema ku helbest xwend, Şêx Ezîz Efendî dest bi girî kir! Dema jê tê pirsîn tu çima digirî? Di bersivê de dibêje “Berê bavê min carekê wesiyet da min ku ez pirtûka Mesnewî ku ji deh cildan pêk tê bixwînim û ezber bikim, lê wan ez sirgûn kirim û firseta min tune bû ku ez wî karî bikim, niha gava min ev helbest dît, Şêx Seîd hat bîra min loma ez giriyam.”

Rûdaw: Baş e, bila em vegerin ser Erbakan, gelo rast e ku dibêjin Erbakan Kurd e?

Şêx Abdulilah Firat: Diyar e ku ew bi xwe ji eşîreke Kurd e, eşîra Xozaniyan.

Rûdaw: Gelo wî bi xwe digot ku ew Kurd e?

Şêx Abdulilah Firat: Bavê Erbakan gotibû ku ew Kurd in, wî jî digot, lê ji min re got ku zulm û zordariyeke mezin li me hat kirin, gava ez bimirim jinûve belav bike ku ez Kurmanc im.

Rûdaw: Ango ew li nik te mikur hatiye ku Kurd e lê bi Kurdî nizanîbû?

Şêx Abdulilah Firat: Erê, rast e. Erbakan li Stenbolê mezin bûbû, bavê wî jî li Erziromê dadger bû. Paşê Mistefa Kemal qanûnek derxist. Tiştek qewimî ku bi navê serhildana şepqeyan (kuman) hat naskirin, nêzîkî dused-sêsed kesan kuştin. Rabû bavê Erbakan sirgûnî Sînopê kirin. Sînop nêzî Deryaya Reş e. Li wir jina wî dimire û jineke Gurcî tîne.

Erbakan xwarziyê Gurciyan e, paşê diçe Stenbolê û li wir mezin dibe. Erbakan pir ji Kurdan hez dikir û her tim digot ku herin zana û aqilmendên Kurd bînin nav partiya me, tenê Kurd dengê xwe didin me, heke Kurd dengê xwe nedin me, dê zirareke mezin bidin vê hikûmetê.

Rûdaw: Lê yaşêx, Kurdan çi xêrek ji Erbakan û partiya wî dît?

Şêx Abdulilah Firat: Erbakan behsa zor û zulma Tirkan dikir, behsa zor û zulma artêş û JÎTEMê dikir, qala tevkujiyên ku dikirin û talankirina mal û halên xelkê dikir. Bo nimûne, dema ku ez di sala 1992 an 1993yan de bûm, wê demê JÎTEMê ji aliyekî ve û PKKyê jî ji aliyê din ve zilm û zordarî dikirin, xelk neçarî koçberiyê dibûn.

Rûdaw: Tu çima dibêjî ku PKKyê zulm û zordarî dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Digotin divê hûn meyla xwe bidin me. Dewleta Tirkiyê pir zalim e. Mirov nikarîbû bi eşkereyî meyldarê PKKyê be. Dewletê xelk diavêt zindanan. Te wêran dike, te talan dike. Însaf û merhemet li Dewleta Tirkiyê nînin.

Heke meyla te bo hin kesan hebe ku pismam û xizmên te ne û berê bûbin PKKê yan berê hevalên te bûn û bûne PKKyê, hikûmet dê te bigire. Aniha nêzî milyon kesî jiyana xwe di zindanan de derbas dikin.

Rûdaw: Baş e yaşêx, hûn dibêjin we daxwaz dikir ku Kurd dengê xwe bidin we lê we li parlamentoyê çi li qezenca Kurdan kir, ji hêla çand û zimên ve, we tiştek kir?

Şêx Abdulilah Firat: Gelek caran di semîneran de ku her sê mehan carekê li dar dixist, digot heke pîşesazî li Kurdistanê bi pêş bikeve, dewlet nikare zordariyeke mezin li gel bike, gel dê bi dewletê ve bê girêdan û kesên ku berî bidin xwendinê jî dê zêdetir bibin.

Rûdaw: Lê gelo ev ne cureyekî asîmîlasyonê ye?

Şêx Abdulilah Firat: Carekê Erbakan li Çewligê (Bîngolê) beşdarî mêtîngekê bû û ez jî bi xwe re birim. Em bi balafirê çûn Elezîzê û li wir li helîkopterê siwar bûn. Fermandarê artêşê jî bi me re bû, berpirsê îstîxbaratê bi me re bû, fermandarê cendirmeyan û sekreterê giştî yê wezîrê berevaniyê jî bi me re bû. Helîkopter di ser wê navçeyê re difiriya ku cîwarê Şêx Seîd bû, Palo. Min ew cih nîşanî Erbakan dan ku bi alaya Tirkiyeyê hatibûn nixamtin, hatibû nivîsandin (Xwedê Tirkan rizgar bike!).

Dema ku em gihiştin Çewlîgê, Erbakan di gotara xwe de got gava em ber bi vir ve dihatin, Abdulilah ew cih nîşanî min dan ku hemû bi slogana (Xwedê Tirkan rizgar bike) hatibûn nixamtin û daxwaz kir ku tiştên wisa li hember Kurdan nekin, li ser axa wan van tiştan nenivîsin, ger na dê ew jî bibêjin Xwedê Kurdan rizgar bike, ev dê bibe sedema nakokiyê û dubendî û nefretê li navbera me çêbike, dev ji van karan berdin! Li ser van gotinan, di pêvajoya derbeya 28ê sibata 1997an de, Erbakan îzole kirin û posta serwezîriyê jê standin.

Rûdaw: Baş e, ger em vegerin serdema ku hûn xwendekar bûn, dema tu xwendekar bûyî, gelo têkiliya te bi komên îslamî û rastgir re hebû? Komeleyên xwendekaran hebûn?

Şêx Abdulilah Firat: Di wê serdemê de, rêxistinên Turkeşçiyan ên ku girêdayî MHPyê bûn, hebûn. Pir xurt bûn. Çep û sosyaldemokrat jî hebûn, berî van hemûyan jî Dogu Perînçek hebû lê ew efserê îstîxbaratê bû û di koka xwe de fileh e. Sosyalîst hebûn, Partiya Karkerên Tirkiyê hebû.

Herwisa xwendekarên Kurd ên oldar jî hebûn, ew em bûn, di nav me de Tirk jî hebûn, ji me re digotin “peyrewên şerîetê”. Me berevaniya Îslamê dikir. Semîner û civîn dihatin sazkirin, me di wan de bîr û baweriyên xwe dianîn ser zimên, wan jî nêrînên xwe dianîn ser zimên û gengeşe li navbera me derdiket holê.

Rûdaw: Rêxistinên we hebûn?

Şêx Abdulilah Firat: Rêxistinên xwendekaran hebûn, partiyên siyasî yên wekî MHP, Sosyalîst, Sosyaldemokrat û Lîberalan her yekê lîsteyên xwe diyar dikirin, her yek ji bo xwe dixebitî.

Rûdaw: Lîsteyeke we ya serbixwe hebû?

Şêx Abdulilah Firat: Me jî lîsteyek çêdikir. Li gelek cihan li qezenca me kuta bû, ji ber ku wan bi hev re şer dikir û belawela dibûn û me jî mifa ji vê yekê werdigirt.

Rûdaw: We rêxistinek bi navê Çirayê ava kir, kîjan salê bû?

Şêx Abdulilah Firat: Sala 1969an bû, wê serdemê gelek tevgerên xwendekaran hebûn. Xwepêşandan hebûn, mîtîng hebûn, deste û kom çêdibûn. Ji ber qedexeyan, ji me re digotin “Koma Çirayê, bi wateyeke din “Ronahî.” Me bi vî rengî xebata xwe dimeşand.

Rûdaw: Gelo tenê Kurd endamên Rêxistina Çirayê bûn?

Şêx Abdulilah Firat: Na, Tirkên şerîetçî jî bi me re hebûn.

Rûdaw: We ligel Tirkên şerîetçî çawa li ser meseleya Kurdî li hev dikir, ew li mafên Kurdan mikur dihatin an jî tenê şerîetê hûn dianîn cem hev?

Şêx Abdulilah Firat: Meyla wan li ser me hebû, dema ku hilbijartin çêdibûn dengê xwe didan me û meyla me jî li ser wan hebû.

Rûdaw: We û çep û sosyalîstan şerê hev dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Bûyerên herî mezin diqewimîn. Wek mînak, em rojekê li dewamê bûn, em bi serokê komeleya xwendekaran re bûn gava gotin ku şer qewimiye. Em jî çûn ku bibînin li kî dixin. Me bala xwe dayê ku dikin kesekî bikujin.

Em ne piştrast bûn ew kes kî ye lê em li hana wî çûn û me ew xilas kir. Wî xwendekarî got bi hawara min ve werin, min têxin hundirê otomobîla min û min bibin. Mersedeseke wî ya modela herî nû ya werzişî hebû, me got em û otomobîl! Em nizanin biajon.

Me teksiyek girt, me ew siwar kir û bir nexweşxaneyê. Li wir got bi vê hejmara telefonê xizmên min haydar bikin bila werin ba min. Me telefon kir, polîs hatin hundir, herwisa jina Demirel Nezmiye xanim jî hatibû. Em ecêb man, ew li vir çi dike? Me fêm kir ku ew xwendekar birayê jina Demirel bû. Ji xwişka xwe re got, spasiya Abdulilah û cimaeta wî bike ku bi hawara min ve hatin, ne ji wî bûya dê ez bikuştama.

Paşê doktor civiyan û ew derman kirin û li ambûlansekê siwar kirin û em jî bi xwe re birin û em çûn mala Demirel. Wê demê xwendekar hejar bûn. Xwarineke xweş ji me re amade kirin û mêvandariya me kirin, em kêfxweş kirin.

Rûdaw: Wê demê çi posteke Demirel hebû?

Şêx Abdulilah Firat: Wê demê serokwezîr bû. Ew bi xwe jî hat ba me û spasiya me kir. Piştre telefonî wezîrê xwe kir û jê xwest ku sed kesî ji hevalên Abdulilah bikin karmend, çimkî ew xizan in, bi vî awayî hevalên me bûn karmendên hikûmetê.

Bi vî rengî meyla wan li ser me peyda bû, meyla me jî li ser wan hebû. Me nizanîbû ew kî ne, lê me nedixwest li zanîngehê zulm li kesî were kirin. Gava me bidîta ku zulm tê kirin, me tavilê xwe têwer dikir, wan newêrîbû bi me re şer bikin. Bo mînak, Bulent Arinç demekê parlamenterê me li Partiya Refahê bû.

Wê çaxê me li koleja hiqûqê dixwend. Em di qonaxa yekem de bûn. Bulent qonaxa duyem dixwend. Wê çaxê alîgirê Nûrçiyan bû. Rojekê xwendekarên sosyalîst ew girtibûn û têra wî lêdabûn û ew perîşan kiribûn. Got ez ji mizgeftê derxistim û gelekî li min xistin û tiştekî xirab anîn serê min. Me jê re got bila em herin heyfa wî ji wan hilînin, xwendekarên ku lêdabûn nîşanî me da. Me jî gef li wan xwar û vegeriyan.

Rûdaw: Çek jî dihatin bikaranîn?

Şêx Abdulilah Firat: Na, çek nedihatin bikaranîn, me bi dest û zendên xwe şer dikir.

Rûdaw: Ji me re behsa hevdîtineke xwe ya bi Ocalan re bike.

Şêx Abdulilah Firat: Komeleyên Kurdî mijûlî avakirina federasyona yaneyên çandî bûn. Kesek bi navê Mihemed hebû ji Çewlîgê bû. Xortekî pir rêzdar bû û biryar bû ew serkariya vî karî bike. Me jî got bila em herin pîrozbahiyê lê bikin. Ofîsa wan li ser kolana Ziya Gokalp li Enqereyê bû.

Em çûn, me pîrozbahî lê kir û rûniştin. Piştî gotûbêjê, dema bangdanê bû. Me ji wan re got, gelo cilkên we yên nimêjê hene, em dixwazin nimêjên xwe bikin. Lê wan got “Em ne nimêjker in, ango cilkên me yên nimêjê jî nînin.”

Me çakêtên xwe raxistin û dest bi nimêja cimaetê kir. Wê çaxê Ocalan hat hundir û ji Mihemed hêrs bû, got “Ev çi ye, te ev peyrewên şerîetê anîne vir û serkirdayetiya wan di nimêjê de dikî.” Ocalan ji Mihemed hêrs bû, wext bû şerê hev bikin û li hev bixin lê ketin navbera wan û nehiştin li hev bixin.

Piştre MÎTê (Saziya Îstixbarata Tirkiyê) Mihemed girt, îşkenceyeke giran lê kiribûn, pir lê xistibûn û ji ber vê lêdanê jî mir. Dema ku Mihemed hat girtin, me ji birayê jina Demirel ku navê wî Elî Şener bû xwest ku mijarê bişopîne belkî Mihemed bibînin. Rabû Mihemed di quncikeke MÎTê de peyda kirin lê îşkenceyeke giran lê kiribûn, perîşan bû, qet baş nebû û bi vê sedemê jî mir. Xezûrê Abdullah Ocalan berpirsê beşeke dezgeha îstixbaratê bû.

Rûdaw: Te Abdullah Ocalan ji nêz ve nas dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Min ew carekê yan du caran tenê dît.

Rûdaw: Wê demê Ocalan çep û Marksîst bû?

Şêx Abdulilah Firat: Kesekî bêol bû.

Rûdaw: Lê dibêjin Ocalan berê bawermend bû?

Şêx Abdulilah Firat: Derewan dikin.

Rûdaw: Li ser pêwendiya navbera MHP û îslamiyan, xasma li bajarekî wekî Çewligê (Bîngol), dibêjin wan bi hev re kar dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Hin kesên bêhiş û nezan hene ku bi rageşî dixebitin, wisa difikirin ku bi vî rengî dijberiya komunîst û ateîstan dikin, loma dibêjin çawa be jî heke endamên MHPê Tirk bin jî, Tirkên misilman in, lewra heke em bi wan re kar bikin çêtir e. Ev xeletiyek e ku dikin, axir ew bêhest in, miletekî ku bêhest be dikeve xeletiyan. Miletekî ku bêhest be û nikaribe dost û dijminên xwe ji hev cuda bike, bêguman dikeve xeletiyan. Loma ev xeletî tên kirin.

Rûdaw: Wexta ku hûn xwendekar bûn û mijûlî şerîetçîtiyê bûn, ji aliyê din ve we kurdîtî dikir an na?

Şêx Abdulilah Firat: Me kurdbûna xwe înkar nedikir, em di nav xwe de bi Kurdî dipeyivîn, tevî ku hevalên me yên Tirk hebûn jî lê dema ku ew jî li wir bûn em her tim bi Kurdî dipeyivîn. Me tu carî ji ziman, adet û baweriyên xwe tawîz nedida.

Rûdaw: Kovar û rojnameyên we hebûn?

Şêx Abdulilah Firat: Na, nebûn. Ew derfet bi dest me neket. Paşê em belawela bûn, dema partî jî hatin damezrandin her yekî ji me têkilî bi partiyekê re danî û em ji hev bela bûn.

Rûdaw: Wê demê (salên 1970yan) ti partiyeke îslamî hebû?

Şêx Abdulilah Firat: Erbakan peyda bû û di sala 1971ê de Partiya Refahê ava kir. Helbet beriya wê jî Partiya Rizgariya Niştimanî hebû û piştre Erbakan serbixwe kar kir û Partiya Refahê ava kir.

Rûdaw: Li Kurdistanê alîgirên kîjan partiya Tirk zêdetir bûn?

Şêx Abdulilah Firat: Alîgirên Erbakan zêde bûn, ji sedî 70 pê re bûn. Bo mînak di hilbijartinên sala 1986an û 1989an de Partiya Refahê herî zêde li Amedê deng bi dest xist, li hemû navçeyên rojhilêt parlamenterên me hebûn.

Eşkere ye ku Kurdên bihiş nedihatin nav partiya me, Erbakan digot herin bi wan re biaxivin û wan îqna bikin ku tevlî Refahê bibin. Lê me çi kir jî ew nehatin, ewaman dengê xwe dida me, lê kesên rewşenbîr nehatin nav Refahê.

Rûdaw: Tu kîjan salê bûyî endamê Partiya Refahê?

Şêx Abdulilah Firat: Ez ji endamên destpêkê yên partiyê me. Her cara ku Erbakan partiyek ava dikir, ez dibûm endamê wê. Hingê ez serokê Yekîtiya Ciwan û Xwendekaran bûm. Li Konyayê berbijêrekî me yê serbixwe hebû. Ez çûm û bûm hevkarê wî û min pê re kar kir. Paşê gotin here qeza û nahiyeyên ku Kurd lê dijîn ji bo ku piştgiriya me bikin.

Rûdaw: Gelo ti bername yan projeyeke Partiya Refahê li ser Doza Kurd û çareseriya wê yan ji hêla çand û zimên ve hebû?

Şêx Abdulilah Firat: Xwedayê mezin gava netewe afirandin, adet û urf û zimanekî taybet da her neteweyekê. Em nikarin werin û ziman, hiş û serê xwe biguherînin. Refahê digot Îslamê çi maf ji bo miletan diyar kiriye, ez wan mafan qebûl dikim û qebûl kir jî.

Rûdaw: We bi xortên ku endamên partiyên din bûn re hevkarî dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Li parlamentoyê, me dengê xwe nedida projeyasayên ku dijatiya Kurdan dikirin û em dijî wan derdiketin. Erbakan ji min re got bi mafên Kurdan re be, lê divê tu hişyar bî, divê nijadperestên partiya me bi te nehesin, ji ber ku pê bihesin dê dijminatiya te bikin.

Rûdaw: Tu di sala 1991an de bûyî parlamenter, te çawa karîbû li Erziromê ewqas dengan bi dest bixî?

Şêx Abdulilah Firat: Berî ku Refah ava bibe, Partiya Rizgariya Niştimanî û Nezma Neteweyî hebûn. Beriya ku Erbakan bikeve siyasetê, me hev dîtibû. Şêx Ezîz Efendî got piştgiriya wî bikin, ew kurê Sebrî Efendî ye, dostê me ye û xortekî misilman û oldar e, bê guman piştgiriya wî bikin.

Şêx Ezîz Efendî wê demê mezinê malbata me bû û herwisa bavê min û mamê min ji bo piştgirîkirina Refahê nav di me dan, ez jî li Enqereyê tev li rêxistinên Refahê bûm.

Rûdaw: Melîk Firat çima dijberiya Refahê kir?

Şêx Abdulilah Firat: Melîk Firat di nav Demokratan de bû, pêşî li ba Menderes bû parlamenter û êdî dev ji wan berneda.

Rûdaw: Dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di sala 1984an de dest bi xebata çekdarî kir, hûn wekî Partiya Refahê li dijî wan derketin?

Şêx Abdulilah Firat: Erê, Erbakan bi awayekî eşkere dijayetiya wan kir. Di parlamentoyê de axivî, ji min re got tu neaxivî baş e, bila tu tûşî serêşê nebî, hûn malbata Şêx Seîd in, em nikarin we biparêzin, heke karvedan çêbibe.

Rûdaw: Tu bi xwe li dijî wan bûyî?

Şêx Abdulilah Firat: Ez dijî zaliman im, ez nikarim ji zaliman hez bikim, ez dijî her kesê ku zilmê bike me.

Rûdaw: Mebesta min ew e, gelo tu dijî xebata çekdarî bûyî?

Şêx Abdulilah Firat: Min xwe nedigihand wan û wan jî xwe bi me nedida naskirin. Wê demê giraniya me di hilbijartinan de ji ya wan zêdetir bû.

Rûdaw: Sala 1991an, Şêx Osman Ebdilezîz serdana Tirkiyeyê kir û hat nav Parlamentoya Tirkiyeyê, çîroka bûyerên wê serdanê çawa bû?

Şêx Abdulilah Firat: Rojekê telefonî min kirin û gotin Erbakan dibêje bila bi lez û bez û bê sekin were cem min. Ez jî çûm cem sekreterê wî yê taybet û min jê pirsî ma çi qewimiye? Ji min re got ku şandeke Tevgera Îslamî ya Kurdistanê mêvana Erbakan e, lewma wî gazî te kiriye. Dema ez çûm, min dît ku hemû bi cil û bergên neteweyî rûniştine, Erbakan pir bi germî pêşwaziya wan kir û rêzeke mezin li wan girt.

Erbakan serokê partiya me bû. Min tirsek li ba Erbakan hîs dikir, ji ber ku serokê partiyeke Kurdî hatibû cem wî. Min ji Erbakan re got, Xoce, bila mêvan bi me re bin û em dê di xizmeta wan de bin.

Min ji mamoste Mela Osman re jî got, gelek kes serdana Erbakan dikin, dibe ku tu nikaribî zêde ji hevdîtinê sûd werbigirî, ger hûn bixwazin kerem bikin û bibin mêvanên me. Paşê, em dê Erbakan jî gazî cem xwe bikin û bi rehetî bi xwe re biaxivin.

Piştî sê rojan, Şêx Osman got ez dixwazim tu min bibî meclîsa (parlamentoya) Tirkiyeyê! Ew hemû jî bi cil û bergên Kurdî bûn, ebe û cibeyên Kurdî li xwe kiribûn. Karvedaneke ecêb a Tirkan li hemberî van tiştan hebû, dibûn mîna guran û êrîşî xelkê dikirin.

Wê demê Husamedîn Cindrok serokê parlamentoyê bû. Ez pê re axivîm û min got şanda partiyeke Tirkmenî ya Îraqê li vir e. Min nikarîbû bibêjim partiyeke Kurdî! Got na! Min got belê li vir in û dixwazin parlamentoyê bibînin, lê ji ber ku şandeke fermî ye bila polîs pasevaniya wan bike.

Êdî rêberê parlamentoyê şand dûv me ku zimanê Erebî dizanîbû. Dema em ber bi salona xwarinê ya parlementoyê ve diçûn, wezîrê derve yê Tirkiyê ber bi me ve hat, vêga navê wî kûçikê Tirk nayê bîra min. Rê li me girt û dest bi qîrînê kir, dizûriya: “Mistefa Kemal Ataturk tu li ku yî? Vaye neviyên Şêx Seîd bûne parlamenter û bi vê jî nesekinîne, hatine nûnerên Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi xwe re anîne û wan di hundirê parlamentoyê de digerînin.”

Xirecireke mezin kir. Me guh nedayê û ber bi salonê ve çûn. Min nêrî, Erdal Înuno kurê Îsmet Paşa hate hundir, min got îcar dora wî ye, gelo ev dê çi bibêje! Min got eger gotineke nebaş got, çi dibe bila bibe, ez dê kursiyekê li qoqê wî bidim. Hat û li pişt me rûnişt, gazî min kir û got birêz Firat, tu dikarî deqeyekê werî cem min!

Dema ez çûm, got min bihîstiye ku wezîrê derve li hemberî mêvanên te karekî nelicih û gotinên xerab kiriye, ez dixwazim werim cem mêvanên te û lêborîna xwe ji wan bixwazin. Erdal wê demê cîgirê serokê partiya xwe bû, min ew bir cem me û bi me re rûnişt. Lêborîn xwest ku wezîrê derve gotinên nelicih kiriye û got em hemû xelkê yek welatî ne û ti kes ji me ne xerîb e, ez hêvî dikim ku hûn lêborîna min qebûl bikin.

Şêx Osman tiştekî ku ez tu carî ji bîr nakim got, “Em dixwazin bi Tirkan re wekî birayan bin. Ya ku cudahiyê dixe navbera me Amerîka ye.”

Erdal got, “Ez ferq û cudahiyê nakim, lê partiyên din dikin.”

Cîndoruk (serokê parlamentoyê) telefonî min kir û got, “Baş e, kekê Firat, te çi ji me re anîye? Ew kûçik (wezîrê derve) hat ba min û bi ser min de qîriya û got: We çima partiyeke Kurdî ji me re aniye hundirê parlamentoyê!”

Di nav Tirkan de kesên wisa bêedeb hebûn ku bûbûn wezîrê derve, lê li hemberî şandeyeke ku ji derve hatibû, karekî wisa bêwate kirin û kirin wekî roja qiyametê.

Rûdaw: Têkiliya we bi Turgut Ozal re jî hebû, mirovekî çawa bû, ew jî Kurd bû?

Şêx Abdulilah Firat: Dayika Ozal Kurd bû. Ne zalim bû û zulm nedikir, meyla wî li ser Kurdan jî hebû. Qenciya wî li ser Mam Celal û Mesûd Barzanî hebû. Paseport ji wan re peyda dikirin, bi Kurdên Îraqê re baş bû. Mirovekî demokrat bû, ne nijadperest bû, mirovekî jîr û zana bû.

Di encamê de, miletê ku bi xwe nebe milet, ji bo yên din jî dê ne baş be. Bila ez behsa tiştekî ji te re bikim. Sala 1994an, 25 parlamenterên HADEPê hebûn. Civiyan û gotin em dixwazin herin cem serokkomar. Wê demê Silêman Demirel serokkomar bû.

Wan got em dê herin û jê re qala zulm û zora ku li rojhilêt (Bakurê Kurdistanê) tê kirin, bikin. Wê demê li xelkê didan, xelk diavêtin zindanan, zulmeke bêtixûb li hember Kurdan dikirin. Ez wekî Kurdekî di Partiya Refahê de bi wan re çûm. Kurdên din nehatin.

Ez berî wan gihiştim cihê hevdîtinê. Lê dema em derbasî hundir bûn, wan da pêşiya min û ez piştî wan ketim hundir.

Silêman Demirel li ser lingên xwe sekinîbû û bixêrhatina me kirGava ku em rûniştin, Demirel got, “Kekê Firat, kerem bikin, were li cem min rûne!” Berê xwe da endamên HADEPê û got, Zarokino (çuçuklar), hûn qet nabin milet. Li Tirkiyê kesê ku herî zêde xizmeta Kurdan kiriye Şêx Seîd e, ez dibînim ku neviyê Şêx Seîd bi we re hatiye, we xwe da pêş û we ew da paş xwe, heke hûn miletekî baş bûna divabû we Abdulilah bida pêşiya xwe, wê demê ez dê kêfxweştir bibûma û min dê bigota binêre ev qedrê mezinên xwe digirin, rêza kesên ku xizmeta miletê wan kirine digirin lê min bala xwe dayê kesî ji we silavek jî li Abdulilahî veneda!

Got hûn derewîn in, hûn ne Kurd in, heke Kurdek hebe Abdulilah e. Kesî ji wan bersiv neda. Paşê qala meseleya Kurdî kirin. Gava em kuta bûn, Demirel got tu bimîne. Ji min re got ha miletê we ev e, loma hûn nabin tiştek. Komeke bîst kesî afirandine, gava mirov nebe mirov, partî dikare çi bike! Got ger ew Tirk bûna, dê te bidana pêşiya xwe. Mixabin di nav Kurdan de ezezî, pozbilindî û xwemezindîtin heye, endamtiya parlamentoyê çi ye? Divê mirov urf û adetên xwe ji bîr neke.

Bi rastî, di navbera me de ne hezkirin nebû, me bi kotekî silav li hev dikir. Ger şîneke wan hebûya, em diçûn, lê têkiliyên me nebûn.

Rûdaw: Çima sala 1997an Partiya Refahê hate qedexekirin?

Şêx Abdulilah Firat: Wekî ku min ji te re got, ji ber gotinên ku Erbakan li Bîngolê kir.

Rûdaw: Tu li ser Abdullah Gul çi dibêjî? Wî hebûna Kurdan înkar dikir?

Şêx Abdulilah Firat: Ew hemî vêya dikin, di nav de Abdullah Gul jî. Di nav serkirdeyên Tirk de ku bi dilsozî piştgiriya Kurdan dikir, tenê Necmedîn Erbakan hebû. Eşkere ye, wî jî xwe diparast û ditirsiya.

Rûdaw: Lê ew jî tenê di dilê xwe de û li cem mirovên mîna we bi başî li ser Kurdan dipeyivî?

Şêx Abdulilah Firat: Na, ne wisa ye. Di nav partiya me de jî bi eşkere dipeyivî lê xwe ji medyayê diparast. Wî eşkere digot ger ez li gor baweriya xwe biaxivim, dê partiya me bigirin. Ger ez derewan jî bikim, ez ê xwe li pêşber Xwedayê mezin berpirsiyar bihesibînim. Ez lal bûme, ne dikarim gotina rast bibêjim, jixwe nabe ez derewan jî bikim. Di xaçerêyekê de bû.

Rûdaw: Baş e, ev çi dadmendî ye?

Şêx Abdulilah Firat: Di nav Tirkan de tiştekî bi navê dadmendiyê nîne. Ne hebû û ne jî dê hebe, miletek e ku hem zulmê li xwe û hem li miletên din dike.

Rûdaw: Tevî îslamiyên wan jî?

Şêx Abdulilah Firat: Dibe ku wekî takekes hebin lê pergala hukimdariya wan li ser zulmê hatiye avakirin.

Rûdaw: Têkiliya te bi Erdogan re çawa ye?

Şêx Abdulilah Firat: Berê min ew baş nas dikir û min bi wî re kar jî kiriye lê dema ku bû serokkomar xwe li me nenas kir û bi me re nepeyivî. Jixwe ger ne bi saya me bûya, nikarîbû bibe şaredar. Serokek ku ne dadmend be, dê ne dilsoz be jî. Gava ji bo berjewendiya xwe dizîn û gendeliyê bikin, bendewariya qenciyê ji wan nayê kirin.

Rûdaw: Ma tu niha endamê ti partiyekê yî?

Şêx Abdulilah Firat: Ez endamê Partiya Seadetê me. Ez bi misilmanan re dixebitim û ti partiyeke misilman a Kurdan jî tune ku tevlî bibim. Me heyamekê xwest partiyeke îslamî ya Kurdî ava bikin lê me nikarîbû ava bikin!

Rûdaw: We çima nikarîbû?

Şêx Abdulilah Firat: Pere pêwîst in û pereyên me nînin. Avakirina partiyekê sermayeyê dixwaze, bi milyonan dolar dixwaze.

Rûdaw: Ma hemî zordestiya ku li Bakurê Kurdistanê dihat kirin, bû rojeva partiya we li parlamentoyê?

Şêx Abdulilah Firat: Di bin lêvan de, tenê evqas bû. Meriv li Parlamentoya Tirkiyê tiştek wisa bike, her kes dibe dijminê wî û êrîşî wî dike.

Rûdaw: Lê car caran Partiya HADEPê wiha dike?

Şêx Abdulilah Firat: Hêza HADEPê heye. Şêst heftê parlementerên wan hene. Parlamenteriyê ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ew mifayê ji meseleya Kurdî werdigirin, ji dil ji bo gelê Kurd û bîr û baweriya kurdbûnê xebatê nakin, tiştekî wisa di mezheba HADEPê de tune ye.

Rûdaw: Rewşa îslamiyan çawa ye?

Şêx Abdulilah Firat: Ez dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê mehkûmên herî mezin di serî de Kurd in, piştre jî misilman in. Li vî welatî ti maf, dadmendî û mirovperwerî ji bo Kurd û misilmanan nîne.

Rûdaw: Yaşêx, gelek spas ji bo beşdarbûna te di programa Pencemorê de.

Şêx Abdulilah Firat: Şanaziyeke mezin e ku we serdana me kir, Xwedayê mezin her başiyekê bi ser gelê Kurdistanê de bibarîne. Bi hêviya ku nakokî û dudilî di nav Kurdan de mîna nexweşiya koronayê ji holê bên rakirin. Ji bo vê jî divê em dev ji berjewendiyên hizbî berdin û di nava neteweya xwe de yekîtiyeke ku em bi saya wê bikarin xizmeta gelê xwe bike, pêk bînin.

Rudaw.net

Derbar ziman

Check Also

Seyda Goyan: ‘Bi amatorî min dest bi berhevkirina gencîneya kurd kir’

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Seyda Goyan ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply