Serîlêdana Dadgeha Mafên Mirov Ya Ewropa

Destpêk

Peymana Mafên Mirov ya Ewropa, peymaneke gelek girîng e ji bo mafên mirovan. Em dizanin dada gelek dewletên ku ji xwe re dibêjin em “dewleta dadmendî” ne, hîn bi pirsgirêk in. Ji ber vê yekê Peymana Mafên Mirov ya Ewropa çê bûye û ji bo vê jî Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa ava bûye. Pêşiyên wan dewletên bêdad, Rûsya û Tirkiye dikişîne. Di nav dewletên ku Peymana Mafên Mirov ya Ewropa pejirandî, Rûsya yekem, Tirkiye jî duyem yê ku herî zêde mafên mirovan binpêkirine.


Di sala 2010an de, Tirkiye 278 caran ji bo ku mafên mirovan binpêkir, mehkûm bû û bû yekem. Di nav binpêkiriyê mafên mirovan de yên li Tirkiyeyê mehkûm bûye, zêdetir sedî nodê – %90ê xwe ji alî Kurdan ve serîlêdan ji Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa re çê bûye.


Gelo çima? Ji ber ku dadgehên Tirkiyê nijadperest in û her dem li dijî Kurdan biryar didin. Ji bo şewitandin û valakirina gundên Kurdan, kuştin û îşkencekirina Kurdan a ji alî dewletê, girtina partî û komelên Kurdan, qedexeya zimanê kurdî, darizandina bêdad û hwd. bi hezar caran Tirkiye ji alî Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa ve mehkûm bûye. Heta Tirkiye ji Kurdan re bêdad be, divê em mafên xwe bizanibin û li dijî biryarên dadgehên Tirk, herin Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa û Tirkiyê mehkûm bikin. Ji ber vê yekê min xwest ku ez vê mijara girîng ji bo gelê Kurd, hinek bi wergerî* hinek jî bi zanatiya xwe, bi kurdî binivisînim û pêşkeşê we bikim.

Avrupa İnsan Hakları Hakları Mahkemesi'ne (AİHM Başvuru) 2022

1- Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa çi ye?

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa, dadgehake nawneteweyî ye û navçeya xwe jî li bajarê Strasburgê Fransayê ye. Ev Dadgeh, ji dadgerên dewletên endamên Konsula Ewropa yên ku Peymana Mafên Mirov û Parastina Bingeha Azadiyan pejirandî pêkhatiye. Îro hêjmara xwe 47 in.

Dadger, ne nûnerê tu dewletan in û li ser navên xwe kar dikin. Ji bo alîkariya dadgehê, Serkariya Karên Nivisandinê hatiye ava kirin. Ev Serkarî, bi taybetî dadparêzên ji dewletên endambûyî çê bûye û karê xwe, ji bo lêkolîna serîlêdanan alîkarî bike. Dadparêz, ne giredayî ye, dewletên ku jê hatine û serbixwe ne. Her wiha, dadparêz ne nûnerên tu dewletan in ne jî nûnerên serîlêdanan in.

2- Peymana Mafên Mirov ya Ewropa çi ye?

Peymana Mafên Mirov ya Ewropa, peymaneke navnetewî ye û tenê ji bo dewletên endamê Konsula Ewrûpa vekiriye. Di Peymanê de du beş hene. Yek, Dadgehê ava dike û rêya xebata Dadgehê raber dike. Yê din  jî, lîsteya ewlehî û mafên ku dewletên bûnî hêla Peymanê.

Avrupa İnsan Hakları Mahkemesi (AİHM) | Tarihi Olaylar

3- Karê Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa çi ye?

Dadgeh, karên ku di Peymana Mafên Mirov ya Ewropa de cih digire. Erkê xwe, dagerkirina dewletan ji bo ewlehî û mafên ku di Peymanê de cih girtine. Ji bo ku vê erkê xwe bi ser bike, divê ku ji alî ferdekî an jî ji alî dewletekê, ji Dadgehê re serîlêdana giliyeke berbiçav hebe. Dadgeh, dema ku binpêkirina ji alî dewletê, ewlehî û mafên ku di Peymanê de cihgirtî destnîşan dike, wê demê bîryarekê dide û ew biryar ji bo dewletê girêdar e. Ev dewlet divê wê biryarê bîne cih.

4- Meriv Kengê Dikare Serîlêdana Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa bike?

Dema hûn bûn lêqewimiyê mafekî an ewlehiyekê yê ku di Peyman an di Protoqolan de cihgirtî, hûn dikarin serîlêdanê li Dadgehê bikin. Lê belê divê binpêkirin ji alî dewleta ku Peyman pejirandî pêk hatibe.

Türkiye'den Avrupa İnsan Hakları Mahkemesi'ne itiraz - Son dakika dünya  haberleri – Sözcü

5- Mafên di Peyman û Protoqolê de çi ne?

Ew maf bi taybetî ev in:

-Mafê jiyanê,

-Di warên hiqûqa taybet û hiqûqa tawan de mafê darizandinê yê dadwer,

-Mafê parastina jiyana taybet û jiyana malbatî,

-Mafê vegotina azad,

-Azadiya raman, wijdan û dîn,

-Mafê serîlêdana bibandor,

-Mafê rêzdarî ji bo hebûna mal,

-Mafê dengdanê û beşdarbûna hilbijartinê

6- Qedexeyên ku di Peyman û Protoqolê de Cih Girtine çi ne?

Ew qedexe jî bi taybetî ev in:

-Qedexeya îşkencê, dijî mirovahiyê ye, tawana bêrêje û miameleya bêrûmet,

-Girtina bêzagon û kêfkarî,

-Qedexeya cihêbûn ji bo maf û azadiyên yê ku di Peymanê de hatine naskirin,

-Qedexeya derkirina sînor û neqebûlkirina welêt ji bo ferdên ku girêdayiyê dewleta xwe,

-Qedexeya tawana darxistinê,

-Qedexeya derkirina xerîban ya bi komdarî.

AİHM, ifade özgürlüğünü ihlal ettiği için Türkiye'yi tazminat ödemeye  mahkum etti - Yeşil Gazete

7- Hoyên Ji Bo Serîlêdana Dadgehê çi ne?

A) Hoyên ji bo min kesanî çi ne?

Ne pêwîst e ku hûn welatiyê dewleteke endamên Konsula Ewropayê bin. Lê belê divê binpêkirina ku hûn gilî dikin, di nav sînorê dewleteke endamên Konsula Ewrûpayê de pêk hatibe.

-Hûn dikarin kesê rastî an jî kesê darazî (komel, weqif û hwd.) bin.

-Divê ku hûn rasterast an binavgîn ketî/mexdûr yê binpêkirinê ku hûn gilî dikin bin. Hûn nikarin ji bo zagonekê an jî biryareke ku bi fikrê we bêmaf e û we eleqadar nake serîlêdanê li dadgehê bikin. Hûn nikarin ji bo kesekî din jî serîlêdanê bikin. (Lê belê hûn dikarin ji bo kesekî ku nasnameya xwe diyarkirî, bibin nûner û serîladanê bikin.)

B) Hoyên ku li pêşberî Dadrêsî yê Netewî werin xelas kirin hene?

Belê hene. Divê ku hûn ji bo çareseriya pirsgirêka xwe, siftih hemû rêyê serîlêdana dadgehên netewî yê asayî xelas bikin.

Ew çî ye? Ger hûn li Dadgeha Salahiyetdar doza xwe vekin û ku hewce bike divê hûn biryara xwe temyîz bikin. Heger heye, dive hûn biryara xwe bibin Dadgeha Zagona Bingehî jî.

  • Tenê ne bes e ku hûn rêya serîlêdana dadgehên netewî yê asayî xelas bikin. Her wiha divê hûn giliyên xwe, bi van rêyên netewî û bi berbiçav ajotibin pêş.
  • Ji bo ku serîlêdana we derbasdar bibe, divê hûn piştî biryara dadgeha neteweyî ya qutebir de, di nav 6 mehan de serîlêdana xwe bikin. Dadgeh, serîlêdanên piştî 6 meha1n qebûl nake.

C) Ez dikarim li dijî kê serîlêdanê bikim?

Hûn dikarin li dijî dewletên ku girêdayî Peymana Mafê Mirov yê Ewropa û yê mafên we binpêkirî, serîlêdanê li Dadgehê bixin.

Bûyera ku we gilîkirî divê ku ji alî dewletê an jî ji alî saziyeke gelemperî pêk hatibe.

Dadgeha Mafê Mirov yê Ewropa, giliyê ku dijî kesê rastî an jî kesê darazî be, qebûl nake.

D) Serîlêdana min divê li ser kîjan mijaran be?

Divê ku serîlêdana we biteqezî li ser mafên ku di Paymanê de cih girtî be. Ev hoy, gelek mijaran dike naveroka xwe. Çend mînak: Îşkence û miemelaya xerab ya ku li hember kesên girtî tê kirin; girtina ku bêzagon; darizandina êdî yê ku hiqûqa tawanî û hiqûqa taybetî de; di nav mafên ku di Peymanê de cih girtî de cihêkirina mafên bav û dayikan; rêzgirtina jiyana taybet, jiyana malbatî û azadiya ragihandinê; mafê xanîgirtinê; eşkerekirina fikr û ramanekê; mafê girtin û şandiya nûçeyan; mafê azadkirina civat û mirêse; derxistina dervayî sînor; şandina tawankaran; destavêtina malan û malgişkîkirin.

Hûn nikarin ji bo nivîsarekê hiqûqî yê derveyî Peymana Mafê Mirov ya Ewropa serîlêdanê li Dadgehê bidin. (Mînak; hûn nikarin ji bo Beyannama Mafên Mirov ya Yekîtiya Netewa û ji bo Hoya Bingeha Mafan ya Yekîtiya Ewropa serîlêdanê li Dadgehê bidin.)

8-Dema ku ez ji bo mafekî xwe bûme ketî, ezê çawa serîlêdanê li dadgehê bidim?

Hûn dikarin giliyen xwe bi zimanekî eşkere di nameyekê de binivisînin û ji dadgehê re bişînin. Eger hûn wiha bikin dê Dadgeh ji we re formekê bişîne. Hûnê vê formê dagirin û ji Dadgehê re bişînin. Ger hûn name an/û formê ji vê navnîşanê re bişînin:

Monsieur le Greffier de la Cour européenne des Droits de l’Homme Conseil de l’Europe F-67075 Strasbourg Cedex

-Hûn dikarin bi zimanê dadgehê yê fermî (îngilizî û fransizî) serîlêdanê bidin. Wekî din hûn dikarin bi zimanê dewletên ku Peyman pejîrandî jî serîlêdana xwe bikin.

-Heger hûn dikê serîlêdana xwe bi faksê bikin, divê hûn bi posteyê jî pelikên serîlêdana xwe jî bişînin.

-Ji bo ku hûn rewşa xwe bi gotinî bibêjin, hewce nake ku hûn biçin Strasburgê. Heger hûn ji bo vê biçin, Dadgeh tu şewirmendî ji we re nake.

-Serkariya Karên Nivisî ya Dadgehê, dikare ji we, ji bo giliyên we pelik, agahî û daxûyanî bixwaze.

-Dema ku forma serîlêdanê giha we, divê hûn hema formê, bi baldarî û paknivisî dagirin, paşê jî di demeke kin de ji dadgehê re bişînin.

-Ger di serîlêdana we de ev tişt cih bigrin:

  • Kurtebêjiya bûyer û giliyan bi kinikî;
  • Mafê we yê ku di Peymanê de cih girtî û binpêbûyî;
  • Rêyên hiqûqî yê ku we berê serîlêda ye;
  • Mînakên biryarên ku têkiliya xwe bi serîlêdana we re hene. (Ev biryaran ji we re şûnda nayên şandin. Ji ber wê divê hûn fotokopiyên pelikên xwe bişînin.)
  • Navê serîlêdan û şanenava xwe. Heger bi nûnerekî serîlêdan kiribe, nav û şanenava nûnerî.
  • Heger hûn dixwazin nasnamaya we veşartî bimîne, divê hûn ji bo vê daxwaza xwe, tirîşên xwe hema ji dadgehê re bibêjin. Serokê dadgehê ji bo vê daxwaza we, dê paşê biryarekê bide.
  • Ne pêwist e ku hûn di vê astê de bi parêzerekî nûner bibin. Lê belê hûn dîsa jî heger bixwazin, hûn dikarin pelika desthilatiyê di nav serîlêdana xwe de kin û bi parêzerekî nûner bibin.
  • Hûn dikarin forma serîlêdanê ji enternetê daxînin.

9- Bingehên taybetiyên azînê ji bo darizandina li pêş dadgehê çi ne?

-Azîna darizandinê destûrî bi nivîsê ye. Biryarên ku dadgehê ji bo we girtî nivisîne û hemû biryar ji we re têne şandin. Rûniştin jî bi awerteyî ye.

-Lêkolina hevnivîsên we bê xerce û ji ber vê yekê jî bêmişe ye.

-Asta yekem de hewce nake hûn ji xwe re parêzerekî bigirin, lê belê heger serîlêdana we ji hukûmetê re were şandin, divê hûn parêzerekî bigirin. Lê belê pir caran, serîlêdan ji hukûmetê re nayê şandin û têne redkirin.

-Hûn tenê ji bo lêçûnên xwe berpirsiyarin (Lêçûna parêzer, yê lekolînê û yê şandinê.)

-Xwestina aliya dadmendî, piştî serîlêdanê dibe. Dayîna aliya dadmendî, hema nabê, di demeke pêş de tê dayîn.

10- Li pêş dadgehê prosedûr çawa dimeşe?

-Dadgeh, berê serîlêdana we ji alî pêjirandin an ne pêjirandinê de vedikolîne. Ew çî ye? Heger ku hoyên serîlêdanê kêm bin, serîlêdana we nayê pejirandin û red dibe. Heger ku hoyên serîlêdana we temam bin, îcar jî serîlêdana we dipejire. Heger giliyên we zêdetirê yekê bin, wê demê dadgeh dikare giliyekî an jî zêdetir giliyekî bipejirîne û yê din jî red bike.

-Heger serîlêdan an jî giliyeke we ji alî dadgehê ve nehatibe pejirandin, ew biryara mîsoger e û hûn nikarin li dijî wê biryarê bervêdan bikin.

-Heger serîlêdan an jî giliyeke we hatibe pajirandin, wê demê dadgeh; we û dewleta dozlêkirî ji bo çareseriya dostane, teşwîq dike. Heger çareseriya dostane çê nebe; îcar dadgeh serîlêdanê ji bingehîn vedikolîne. Paşê biryarekê ji bo binpêkirin an nebinpêkirina peymanê dide.

11- Divê ez çi qas dem li bendeyê dadgehê bipêm?

Ji ber ku barê dadgehê zêde ye, ji bo lêkolîna serîlêdana we yê siftih, salekê derbas dibe. Hinek serîlêdan hene, bi lêzekî dikarin werin lêkolîn. Lêkolînên lêzekî ji bo giliyen ku yekitiya laşê mirov hereşe dikin.

12- Ji encama dadgehê ezê çi qezenc bikim?

Dadgeh, heger binpêkirinekê destnîşan bike, ji bo ku hûn xesarên xwe telafî bikin, dikare ji bo dadmendê biryareke pereyî (ziyanî) bide û dewleta we yê gilîkirî mehkûm bike. Her wiha, dadgeh dikare lêçûnên we ji bo serîlêdanê jî, biavêje ser dewleta ku binpêker. Heger Dadgeh, tu binpêkirinê tespît neke, ji we tu lêçûnan naxweze.

*Têbinî:

-Destûra dadgehê ji bo ku zagon û biryarên dadgehên netewî betal bike nîne.

-Dîsa destûra dadgehê ji bo ku biryarên danî, bînin cih jî nîne.

Ew destûra di dest Qomîteya Wezîran ya Konsula Ewropa de ye. Qomîteya Wezîran, di bin barê çavnêrî yê biryarên dadgehê de ye.

13- Dadgeh ji bo min van tiştan nikare bike:

-Dadgeh, li dijî biryarên dadgehên netewî ne cîhekî temyîzê ye. Ji bo dozên we li dadgehên netewî vekirî darizandineke nû nake. Nikare biryarên dadgehên netewî betal bike an jî biguherîne. Destûreke xwe yê wisa nîne.

-Dadgeh, nikare ji bo cihên we yê bûyera xwe gilîkirî, li alî we destdirêjiyê bike. Lê belê yek car dikare biryarên demdemî bigire. Li sepanên Dadgehê de, ji bo ku biryareke demdemî were girtin, divê ew kesê serîlêdaye di bin xetereke mezin de be.

-Dadgeh, ji bo ku serîlêdana we binivisîne parêzerekî ji we re nagire û ji bo mişê parêzer nikare aliye we bike.

-Dadgeh, nikare der barê zagona rewaca dewleta we gilîkirî de agahiyan bide we.

 

* Xwendekarê  Zanîngeha Marmara -mslm.brn@gmail.com – D.Mislim Baran

*ÇAVKANÎ: www.echr.coe.int

Çavkaniya Nivîsê: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply