Ragihandina vekirî, zelal û saxlem zewacan di krîzê de diparêze

Krîz him xeterî, metirsî û windahiyan û her weha derfetên guherîn, nûbûn û pêşkeftinê jî di nav xwe de dihewîne. Di demên krîzê de zewac çawa dikarin bên parastin? Têkiliya saxlem di navbera hevjînan de çawa çêdibe? Li vir bersivên wan hene …

Rojên dijwar ên ku em tê de ne ji ber vîrusa koronayê ku bandorek gerdûnî heye, bandorê li têkiliyên dualî jî dike. Pispor diyar kirin ku ”Têkiliya zewac û malbatê ya bi tendurist alîkariya civakî ya ku di demên dijwar de hewcedariya mirovan pê heye û destnîşan dikin ku ger di navbera hevjînan de têkilî û danûstandinek zelal û saxlem hebe, dê pirsgirêkên ku ji ber krîzê derketine ya hêsantir çareser bibin. Pispor dibêjin, “Di rewşên krîzê yên wiha de, bêyî ku li bê berdêl li hêviya tiştekî bin, dayîna hezkirin û dilovaniyê, piştgiriya ku pêwîstiya mirovan pê heye dide we, ji ber vê yekê jî nêzî hev dibin, da ku rewşa krîzê veguhere derfetek ji bo têkiliya zewacê.”  Pispora Psîkologa Klînîkî ya Nexweşxaneya Mejî ya Zanîngeha Ûskudarê NPÎstanbulê Çîgdem Demîrsoy, diyar kir ku ev krîz bandorê li têkiliyên dualî jî dike û got ku mirov dikare bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.

Di demên krîzê de tundî û telaq zêde dibe

Çîgdem Demirsoy da zanîn ku îstatîstîkên lêkolînê nîşan didin ku di van demên krîzê de di pêkhateya civakî û çandî ya civakê de guherîn û xirabûnî çêdibin û wiha domand: “Demên krîza aborî de mînak zêdebûna rêjeya sûc, lihevnebûna di nava malbatê de, tundî û telaq zêde dibin. Tevgerên ferdekî ku nikaribe bi krîzê re rû bi rû bimîne tenê bi xwe re sînordar nîn e, di heman demê de li ser jîngeha wî ya civakî, nemaze jin, zarok û malbata wî wekî kesê herî nêzî wî ye”

 

Zewaca saxlem, piştgiriya civakî ya herî girîng e

Çîgdem Demîrsoy gote, “Têkiliya zewac-malbatê ya saxlem di demên zehmet de alîkariya civakî dide mirovan. Ji aliyek din ve têkiliyên netendurist bi serê xwe stres û dijwariyan vedihewîne, ji ber vê yekê zewaca ku baş neçe dikare ji bûyerek jiyanê ya nû ya dijwar xeternak be, ji ber vê yekê di demên krîzê de hevberdan zêde dibin.”

 

Rewşên krîza civakî dikare bandorê li têkiliyên zewac-malbatê bike

Çîgdem Demîrsoy, krîzê wiha pênase dike: “Rewşa psîkolojîk a li hemberî bûyerên nediyar, ji nişka ve û geşedanên ku rê li ber herikîna xwezayî ya jiyanê digire” û wiha domand: “Nexweşiyên epîdemîk ên weke felaketên xwezayî, aloziya aborî û bûyerên terorê jî  dikarin bibin sedema krîzê. Dema ku bûyerên li derveyî kontrola mirov herikîna xwezayî ya jiyanê têk bidin, ew dikarin kapasîteya berbirûbûnê ya mirov bi zorê bikin û bibin sedema ku wî bêçare bike û tengezarî, fikar û depresyonê çêbike. Ji ber ku tengasiya ferd bandorê li zewacê dike û pirsgirêkên di têkiliya zewacê de bandorê li ferd dike, ev rewşên krîzên civakî dikarin bandorên neyînî li têkiliyên zewac-malbatê bikin.

 

Her kes cûda reaksiyonê dide

Çîgdem Demîrsoy destnîşan kir ku li hemberî bûyerên krîzê di baweriyê de nepejirandin û zehmetî heye û gote, “Piştî vê reaksiyona şokê ya yekem, pêvajo bi hest û tevgerên cuda ji mirov re dimeşe. Digel ku hin kes hene ku xwe bi vê rewşa awarte re diguncînin û bi pêşandana reftarên pêwîst jiyana xwe didomînin, hin kes jî ji ber hestên nekontrolkirî yên mîna tirsa tund, fikar, panîk û hêrsê, dibe ku reftarên ku zirarê bidin xwe û hawîrdora xwe bibînin. Jiyan dikare dijwarî û bûyerên dijwar derxe holê, ku hin ji wan dikarin heya nuqteya ku jiyana me tehdîd bikin pir dijwar bin. Berî her tiştî, girîng e ku meriv aram bimîne û bêyî panîk wekî çareserkerek pirsgirêkê tevbigere. Ger em van zehmetiyên jiyanî paşguh bikin an tiştê ku divê were kirin ne temam bin, ger em bi çareseriyên xelet nêz bibin, wê demê dibe ku pirsgirêkên mayînde derbikeve.” 

 

Divê tirsa ku ya veguherê panîkê were astengkirin

“Tirs hestek tendurist e ku we ji xetereyê diparêze, lê xemgîniyek bêkontrol we bêfonksîyonel dike.” Çîgdem Demîrsoy gote, “Pêwîste hewl bê dayîn ku hesta kontrolê winda nebe, tevgerên rast ên li gorî xetereya heyî nîşan bidin û bila tirs neguhere panîkê. Girîng e ku hûn ji hestên xwe yên dijwar haydar bin û karibin wan îfade bikin. Barê hestên hevpar sivik dibe, ji ber vê yekê têkiliyek zewacê bi danûstendina saxlem rê dide we ku hûn bi tirs û fikaran re bi hêztir serî hildin.”

Guh bidin van serişteyan

Çîgdem Demîrsoy, anî ziman ku di vê heyamê de hin tedbîrên ku hevser dikarin bigirin hene û ev pêşniyarên xwe wiha rêz kir:

  • Ji bo ku têkilîyê xurt bikin, ji bo pirsgirêkên zewacê di wextê de çareserîyan peyda bikin, ji bo ku ji rewşên krîzê re amade bibin û rûbirû bibin.
  • Ji bo ku pirsgirêkên heyî yên di têkiliyê de heta rewşa krîzê bi dawî bibe ji rojevê derxînin.
  • Ji bo ku bi rewşa şênber re hevkariyê bikin.

Rêvebiriya krîzê bi me ve girêdayî ye

Pispora Derûnnasa Klînîkî Çîgdem Demîrsoy jî gote, “Têgeha krîzê di rastiyê de hem neyînîyên wekî xetere, tehdîd, windahî û hem jî taybetmendiyên wekî guhertin, nûbûn, pêşkeftin û derfetan dihewîne. Di rewşên krîzê de hevsengiya jiyanê di destpêkê de têk diçe. Dê krîz çawa biqede, bi awayê birêvebirina krîz û rêbazên çareserkirinê ve girêdayî ye. Zewac pêvajoyek e ku bextewarî û şahî peyda dike û her weha bi hev re zehmetî û zehmetiyan dikişîne. Di vî warî de, potansiyela wê heye ku bi peydakirina piştgirîya civakî ya ku di rewşên krîzê de pêdiviya wan bi wan re heye, ji mirovan re bibe alîkar ku bi dijwariyan re bi awayek bihêztir rû bi rû bibin. Zehmetiyên ku hatine jiyîn dikarin di warê parvekirin û hevgirtina di navbera hevjînan de bibin bûyerek ku têkiliyên wan baştir bike û pêwendiya di navbera wan de xurt bike.”

 

Ji bo krîzê veguherîne derfetê

Pispora Derûnnasa Klînîkî Çîgdem Demîrsoy pêşniyarên xwe yên ji bo veguhertina krîzê bibe firsend wiha rêz kir:

  • ji bo hewcedariyên hestyarî yên hev hestiyar bin
  • empatîk bin
  • redkar nebin
  • bikin ku hevjîna we we li kêleka xwe hîs bike
  • divê hevjîn hemberî hestên neyînî wekî tirs û fikaran xwe pispêrin hev
  • ji bo ku hevjîn bikaribe piştgiriyê bide divê jina xwe aram bike
  • bi hev re têkilîyê daynin
  • divê karibin bi hev re tevbigerin
  • lihevhatî bin
  • bibin rêber
  • dema ku we da hemberî wê tiştekî hêvî nekin 

Di demên krîzê de formula ragihandina rast

Pispora psîkologa klînîkî Çîgdem Demîrsoy, anî ziman ku di navbera hevjînan de divê têkiliyeke xwedîderketin û piştevaniyê li ser esasê hezkirin, rêzgirtin û toleransê hebe û bêyî tirsa rexneyê hestên xwe îfade bike û wiha domand: “Eger têkiliyeke zelal û saxlem hebe danûstendin, bi pirsgirêkên ku ji ber krîzê ve têne derxistin hêsantir dibe. Ji aliyê din ve, eger têkiliyeke nakokî, tengezarî, şêwazeke ragihandinê ya sûcdar û wêranker hebe, li hemberî zehmetiyan desteka civakî ya pêwîst nayê dayîn. Divê ew bikaribin tirs, fikarên xwe, îhtîşam an hewcedariyên xwe bêyî xema rexnekirin an red kirin diyar bikin, û divê mirov hest bi têgihiştin û pejirandinê bike. Ew ji kesê din çi hêvî dike, divê ew bi awayên ku jina wî van hîs bike tevbigere. Di van rewşên krîzê de bêyî ku li berdêla tiştek hêvî bikin, hezkirin û dilovaniyê bidin, ji ber ku piştgirîya pêwîst dide mirovan, dibe sedem ku ew bêtir nêzî hev bibin, da ku rewşa krîzê bibe derfetek ji bo têkiliya zewacê.”

Çavkanî: hthayat

Werger: Firat Bawerî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çima jin piştî welidandinê nikarin kîlo bidin?

Gelek jin piştî welidandinê (postpartum) di windakirina kiloyên zêde de zehmetiyê dikişînin, û ev yek …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *