Şerekî giran destpê kiribû…

Heta danê êvarê topên şahîderbzan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind dibû. Heydade û hengameyek wisa hebû ku dê ewladê xwe diavêt. Ku şûrên ji hesinê sar di nava parxanên mêran re digihîşt nava hinavên germ, qarîna mêran bilind dibû, li bircên kela Bedlîsê diketin û belawela dibûn.
Ezraîl dîsa bibû şahsiwarê mirinê û li dora Bedlîsê digeriya û çê û xerab, wêrek û tirsonek, gir û lawaz ji hev venediqetand. Dest diavêt qevzika ruhê şervanan û canê wan bê destûr ji wan distend.
Sîqalk, teyr û tilûrên laşxwir li çiyayên derdora Bedlîsê digeriyan û li benda laşên teze bûn.
Kesên ku halanan li xwe didan û digotin mêrxas, rimbaz, peya û mêrê mîna min tune, niha yan bi derbeke giran serê xwe datanîn ser axa sar, yan jî canê xwe reverev ji qada şerê giran xelas dikirin.
Bi gurmîna topan re erd ezman dihejiya. Guleyên topan li ku derê biketana wira dibû wek dojehê. Leşkerên li wir mîna masiyên ji avê derkevin li derdorê direşiyan û heta can didan wisa diperpitîn. Axîn û nalînên wan tevlî bayê hênik dibû.
Li eniya başûr leşkerên Osmanî ji hev belawela bûn û paş ve kişiyan. Leşkerên Rojkî, Xalitî, Çekvanî, Modkî, Êzdî û yên dinê ji kozîkên xwe pekiyan û mîna gurên har dan dû wan. Ji leşkerên Osmanî yên ku reviyan xwe xelas kirin. Yên mayî jî yan kuştin yan jî dîl girtin û vegeriyan kozîkên xwe.
Êvara dereng şer rawestiya. Heta tarî kete erdê herdu aliyan cendekên xwe ji qada şer kişandin û defin kirin.

(Beşek ji romana Desmal û Xencerê)

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply