Gotinên Pêşiya -2

Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî

Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî

 

 

 

  1. Bêhna bava tê ji apa, bêhna dêya tê ji xaltiya
  2. Bêhna Xwedê fireh e
  3. Bi aran xwe pa, bê aran jî got: “Em bê ar in”
  4. Bi bendê xelkê nere avê
  5. Bi du tengasiyê firehî heye
  6. Bi kerê nikarin li kuriyê dixin
  7. Bi xwe xwedî kir, berda canê xwe
  8. Bi zimanê xwe bigre cihê xwe bikire
  9. Bila mirîşka min spî be bila qe hêka neke
  10. Bila ne bi dilê me, be ne bi milê me be
  11. Bîne, bibîne lê derdê hêwiyê nebîne
  12. Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
  13. Bûk ji sêrgo dewlet ji Xwedê
  14. Çavê bizinê tim li çilo ye
  15. Çiyê mêran jibîr neke
  16. Çûk dibêje: “Goştê min pariyek gunehê min barek”
  17. Derdê hêwiyê giran e, mîna jana dizana ye
  18. Derziya wê bi serî wî re ye
  19. Destê xwesiyê nagîhîje keziyê
  20. Dev ji şîrê germ şewutiye pifê dew dike
  21. Devê pisikê negihîşt parzin, got : “Bira xêra dê û bavê min be”
  22. Di rêya mirov de çi heye wê bibîne
  23. Dijminê xwe bi doskî dikuje
  24. Dîn e lê dînan baqil dike
  25. Dinya etariye çi dipirsî heye
  26. Dinya ji kesekî re namîne
  27. Dinya xweş bûye, însan ne rind bûye
  28. Diriyan bi destê meriva derdixe
  29. Dît nedît bi xwe de rî
  30. Dixwe û narî
  31. Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî
  32. Ê ku fêkiyan dipejrîne tav e
  33. Ewlad guz e torn kakil e
  34. Firî alçax ket
  35. Giyayê hewşê tahl e
  36. Golikê malê ji gayê mezin natirse
  37. Hay haya wî çûye, way waya wî maye
  38. Hê bîna sîra ji dev tê
  39. Hê hesp tune afir çê dike
  40. Her meywe di wexta xwe de xweş e
  41. Herkes bi refê xwe re ye
  42. Heya heriya jin û mêr ji hev nebe hevdu nagre
  43. Hinekên bikin hinekên bixwin
  44. Ho deve, ho deve, milikê min û te her tim biheve
  45. Îşê jina weka îşê mirîşkê ye
  46. Ji bo ku însan hevdu nas bike; tu ya bi cîran bî an bi heval bî
  47. Ji bo nefsê, xwe avêt hepsê
  48. Ji tirsê sûc, ji sûcê ceza çê dibe
  49. Jin malan çê dike û xerab jî dike
  50. Kê kiro kê xwaro
  51. Keran çêkir hespa jî xwar
  52. Keran kir, hespan xwar
  53. Kerê xurt ço bi xwe nake
  54. Kevçî ma bi kodê, mal ma bi hodê
  55. Kî baş e ji xwe re baş e
  56. Kî bûk e ew berbû ye
  57. Kî çiyî bike ji xwe re dike
  58. Kosî hêkan dike, hêkan dixe erdê û dere
  59. Ku hat diyarê, wê were nav malê
  60. Ku şev li pişt be îş çi tişt e
  61. Kuriyeke mirov hebe bar li erdê namîne
  62. Li kerê siwar e li kera xwe digere
  63. Li mala bavê teq û req, mala mêr timû req
  64. Li zarokan bigurijin lê lê mexin
  65. Ma tu serê pisikê yî
  66. Mîna malê bavê xwe bixwe
  67. Mirov bi çekan, can bi eşya, heywan bi goşt xweş e
  68. Mirov bi xûyê heywanê xwe zane
  69. Mirov ku ji yekî hez bike ji kuçikê wî jî hez dike
  70. Mirovan bi pemî serjê dike
  71. Mirovê ku bi nîşanî dibe êleka xwe darda dike
  72. Mirovê xerab weka qîra Şamê ye ji meriv zû jê nabe
  73. Nan dan ber, ço dane ser, nan bidin ber ço bidin ser
  74. Nanê mêr bê mînet e
  75. Ne ji defê re ne ji zirnê re dibe
  76. Neyarê bavan nabe dostê lawan
  77. Nifir bi nivî ye
  78. Nifir di carekî de naqewime
  79. Nigê xwe li koda xwe dixe
  80. Paş stûyê xwe xurand û çû
  81. Pîrê bawernekir mêr bike, dawa heştekê kir
  82. Qe nebe wê Xwedê bidyê
  83. Qey pêlê hêka dike
  84. Rizqê salê bi salê re ye
  85. Roviyê geriyayê ji şêrê veketî çêtir e
  86. Sola goşkar her tim qetiya ye
  87. Tehm bike fehm bike
  88. Ter û hişk bi hev re dişewute
  89. Têr xwar tê hilda
  90. Tir li bin goha ketiye
  91. Tiştê bi nêvî jê neke hêvî
  92. Tiştê çû nede bi dû
  93. Xêran bike lê ne bi malê min
  94. Xwarin keviran nerm dike
  95. Xwedê li çiyê mêze dike berfê dibarîne
  96. Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî
  97. Yê ku nemre wê bibîne
  98. Yên ku malan xera bike bê mal dibe
  99. Zarok mirovan dibe ber deriyê dijmin
  100. Ziman xweş e, lê zik reş e

 

Amedekar: Paşa Amedî-ÇANDNAME

 

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply