Mela Mehmûdê Bayezîdî û Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê

Wek navdarên Kurd yên pêşiya wî, bi awayekî berfirehî, der barê jiyana Bayezîdî de jî zêde agahî nînin. Lê heke heval û xwendekarê wî A. Jaba nebûya, belkî me yê evqas jî nezanibûya der heqê wî de.

Li gor agahiyan Mela Mehmûdê Bayezîdî di sala 1779an de li Bazîdê ji dayîk bûye. Ji ber ku medrese xwendibû û mele bû di zanistên olî de gelek pêşketî bû. Ji bilî kurdî; tirkî, erebî û farisî jî baş dizanibû û dikaribû bi van zimanan berhem binivîsanda û wergeranda. Her wekî ji berhemên wî yên hêja ku diyarî me kirine jî diyar e ku Mela, xwedî zanîn, hiş û fikreke fireh e. Her wiha di nav gel de hurmeteke mezin jê re dihat şanîdan û qedrê wî pir dihat girtin. Têkiliya wî bi serok, mîr û mezinên Kurdan re jî baş bû.

Piştê van agahiyan, em werin ser mijara xwe ya eslî ku em ê li ser xebatên wî yên wêjeyî rawestin. Piştê şerê Ûris-Osmanî(1853-1855), hem ji ber xirabûna rewşa aborî hem jî ji ber mirina birayê wî, Bayezîdî derbasê Erziromê dibe ku wê demê ew der di bin destê Ûris de ye. Mela li vir bi mamostetiyê debara xwe dike. Di wî heyamê de, di gulana 1856an de, rojhilatnasê gewre û dîplomatê Rûs A.Jaba li Erziromê dibe konsulê Rûsyayê. Û Bayezîdî jî tîne li cem xwe. A.Jaba mifte ye, Mela xezîneyeke(gencîne) dergirtî ye. Bi xebat û xîretê ev xezîne ji me re vedibe.

Mirov dikare bi awayekî hêsanî bibêje ku damezrênerê pexşana Kurdî Bayezîdî ye. Wêjenas û torevanên Kurd ên pêşiya wî bi gelemperî helbest dinivîsandin. Wan deman wêjeya Kurdî li ser helbestan dihat meşandin. Yên ku pexşan dinivîsandin jî hebûn helbet, lê kêm bûn. Cara yekemîn Bayezîdî bi awayekî rêkûpêk pexşan nivîsand. Wî bi pexşanê û bi berhemên xwe yên giranbiha berê wêjaya Kurdî zivirand û wêjeya Kurdî gihîşt qonexeke nû.

Her wiha Jan Dost di pêşgotina Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê de destnîşan dike ku Bayezîdî bi wergera xwe ya Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ve yekemîn wergêrê Kurd tê jimartin. Û ew, vê wergerê wek Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (ango dîroka Kurdistanê ya kevn) bi nav dike. Dema meriv li xebat, lêkolîn, tekst û nameyan (bi taybetî jî yên A.Jaba) dinêre; meriv dibîne ku Mela Mehmûdê Bayezîdî bi xwe jî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê pirtûkek nivîsiye. Li gor agahiyan, ji hezar rûpelan pêk tê! Tiştê ku meriv herî pir kêfxweş dike jî ew e ku pirtûk seranser bi Kurdî ye.

Dema meriv dêna xwe dide berhemê, tê fêhmkirin ku Mela ev pirtûk wek dewama Şerefnameyê nivîsiye: Tewarîxî Cedîdî Kurdistan ango dîroka nû ya Kurdistanê. Lê hezar mixabin ku ev pirtûka ji zêr giranbihatir winda ye. Çi hatiye serê vê berhemê em nizanin.

Lêbelê pêşgotina wî ya ji A.Jaba re şandiye di destê me de heye û di pirtûka em ê bidin naskirin (Adat û Rûsûmatnameê Ekradiyê, lêkolîn, Jan Dost, Nûbihar ) de jî cih digire. Dema li vê pêşgotinê were nêrîn, dê were dîtin ku ya ku em jê bêpar in çi dewlemendiyeke mezin e.

Dema meriv dixwîne bivê-nevê wiha difikire: ku pêşgotin evqas tijî û berfireh be, gelo pirtûk bi xwe çiqas dewlemend e?

Ji bilî vê ji wêjeyê jî çend heb berhemên wî dîsa hene. Ji van yek Camiê Rîsale û Hîkayata ye(civînoka name û çîrokan). Tê de çîrokên kurt û pêkenok cî digirin. Li ser mijarên cuda cuda radiweste. Her wiha berhemek di barê rêzimanê Kurdî de nivîsiye: Tuhfedû Xille fî Zimanê Kurdan ango yadîgara dostan di zimanê Kurdan de.

Niha jî em bên li ser Adat û Rûsûmetnameê Ekradiye. Ev berhema Mela Mehmûdê Bayezîdî bi xebat û lêkolîna Jan Dost ji Nûbiharê derketiye. Berhem bi xwe ne zêde dirêj e. Lê belê ji ber ku forma bi tîpên Erebî, bi Kurdiya îro, pêşgotinên nivîskar û lêkolînerên dinê û pêşgotina Tewarîxî Cedîdî Kurdistan tê de cih digire, pirtûk derketiye 430 rûpelan. Her wiha Jan Dost bi jêrenotên ji helbestên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî dewlemendkirî, pirtûk dewlementir û geştir kiriye.

Her çiqas Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê tê wateya irf-edet û rabûn- rûniştina Kurdan jî, Mela bi piranî li ser Kurdên koçer rawestiyaye. Her wekî ku Jan Dost jî destnîşan kiriye ku zome ji gund û bajaran zêdetir, kon jî ji mal û odeyan pirtir di pirtûkê de derbas dibin ku ev nîşaneyên koçeriyê ne. Her çiqas bi zimanekî herikbar û xweş hatibe nivîsîn jî, tê de peyvên Erebî pir in. Ji ber vê Dost pêwîstî nivîsîna bi Kurdiya îro aniye. Lê digel ewqas peyvikên Erebî bi hêsanî tê fêhmkirin.

Bayezîdî ji neseb, ziman û bingeha Kurdan bigire heta şervanî û çekdariya wan, ji bawerî û tiştên bêyom heta dijmin û rika wan, ji dawet, leyîstîk, şen û rojên taybet bigire heta mêvandarî, sondxwarin û şertgirtinê behsa mijarên cuda cuda dike. Mela di gelek cîhan de behsa jina Kurd kiriye. Serbestî, xebatkarî û di civakê de qedirgirtina jinê hertim dubare dike. Di vê berhemê de tiştekî balkêş jî ev e ku Bayezîdî di gelek meseleyan de Kurd û Ewropayiyan muqayese dike, tîne ber hev. Taybetmendiyeke Kurdan tîne ziman û dibêje ev li welatê Ewropayê jî wiha ne.

Her wiha Mela Mehmûd tenê behsa taybetmendiyên baş nake. Bi awayekî ku di çavên xwendekar rake Kurdan rexne dike, behsa nezanî, xirabî, rik û dijminahiya di nav Kurdan de jî dike. Di pirtûkê de cih dide rêbirî û zilma koçeran li ser xwecihan (niştecih). Diyar dike ku têkiliya koçer û xwecihan gelek kêm û xirab e. Û ji hev qîza nastînin û nadin hev.

Di dawiyê de dikarim bibêjim ku Mela Mehmûdê Bayezîdî her çiqas pir neyê naskirin jî ew ji bo dîrok, wêje û folklora Kurdan û ji bo Kurdî kesayetekî hêja û mezin e. Wî bi xebat û xîreta xwe dîrok, ziman û edetên Kurdan parastiye û keda wî li ser Kurdan pir mezin e. Divê Kurd jî wî bixwînin, nas bikin û bidin naskirin. Her wiha berhema wî ya hêja Adat Rusûmatnameê Ekradiyê jî her wekî me li jor jî behs kir ku berhemeke gelek nirxdar û giranbiha ye. Em sipasdar in ji bo Bayezîdî…

 

Nivîskar: Gernas

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2yan

Derbar Çand Name

Check Also

Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn …

Leave a Reply