Prof. Dr. Celîlê Celîl: Heke kurd xwedî xîret bin, dê şiyar bibin

Di meha tîrmehê (2012) de li Zanîngeha Hakkariyê sempozyumek bi navê ‘Rojên zimanê kurdî’ hate lidarxistin. Celîlê Celîl jî beşdarê sempozyumê bibû. Li ser ziman û pêşeroja kurdî bi çend pirsên mutewazî me ev hevpeyvîn çêkir.

  • Hûn dikarin ji bo xwendevanên me, xwe bi kurtasî bidin nasîn?

Ez Celîlê Celîl im. Sala 1936an de li Yêrîwanê ji dayîk bû me. Min zimanê ermenî dîtiye. Fakulteya dîrokê min xilas kiriye. Paşê  zanyarîyên ûnîversîtê ji bo lêkolînê min şandin Pêtêrsburgê. Wê derê min teza doktoraya xwe da. Paşê vegeriyam Yêrîwanê. Dora 23 salan min mamostetî kir di unîversîtê de. Di 1992an de ez hatime konferansekî li ewropayê. Ji min re gotin heke  tu bimînî dê baş be, ez jî mam.

Nika jî akademîsyen li wir kar dikin, dinivîsin. 15  salan li kurdolojiyê mamostetî kir. Ev bû salek min ku min berdaye. Ji ber ku du sal berê min avahiyek çêkir bi sê qatî. Li wir kar tê kirin. Lêkolîn tê kirin. Mêvanên min pir tên.

Pencereya Kurdî - Celîlê Celîl - Vîyana - YouTube

  • Em bêjin Mamosteyê hêja hûn bi xêr hatine Colemêrgê. Beriya niha hûn hîç hatibûn yan eva cara ewil e?

Ez heft sal berê hatibûm. Ne resmî bû, ez mêvanî hatim. Hefteyekê li vir mam. Tiştekê pir mezin e ew gencîneya ku li cem we heye. Lê heyf û mixabin kes lê xwedî dernakeve. Ez nizanim, êdî dilê min diêşe dema ku ez wan cewherên herêmên wisa bêxwedî dibînim.

  • Demekê dirêj e ku hûn ji vî welatê bav û kalan dûr Dema hûn vexwandin li vir ji bo sempozyûmê, dilê we de hîsên çawa hişyar bûn? Ji hîssiyata we çend tiştan em hîn bibin…

Colemêrg ber dilê min şêrîn mabû. Wek dibêjin, ez hatibûm ber avê, min qulpek av vexwaribû sê lêb mabûn. Wexta ku min vexwandin ez bi dil hatim. Û ji konferansê min feyde girt û min şaxekê dimdimê nivîsand, zargotin. Ango meriv were vê derê û salekê rûnê kar bike, xilas nabe.

  • We çi hêvî dikir, ew tişta ku we hêvî dikir, we dît yan ne?

Konferans bi xwe mijara wê gelek balkêş e, ser ziman, edebiyata kurdî. Tiştê ku ez pir şa kirim; heya niha ez beşdarê gelek konferansa bûme.

Eva roja çaran e, xêncî zimanê kurdî tiştek neketiye guhê min. Ev jî şablonek e. Û ev tenê li bejna Hakkariyê tê.

Kültür Çerçisi Destanların İzinde - Bircan Değirmenci - bianet

  • Di sempozyûmê de li ser wêjeya kurdî kesên pispor teblîxên xwe pêşkêş kirin. Xebatên bi vî rengî çiqas belav in û feydeyên wê çi ne?

Hema di carekê de netîce, ango berhem çênabin. Hemû zanyarên kurd yên nivîskar, ji bo zimanê kurdî xizmet dikin û ji gelek cîhan hatine. Ev fersendek e. Ev hêzek dide wan. Yek jî me bihîst ku hin heval ji dûr ve karên cûr be cûr dikin. Lê haya me jê nebû. Ev jî tiştek gelek mezin e. Pê re xelkê Colemêrgê jî beşdarê gelek aktîvîteyan bûn. Konferans tenê ji bo me nîne. Konferans pêşî ji bo gel e.

Gelek tiştan ji vê konferansê hîn bûn. Balkêş bû ku axaftin hebûn. Hevalên ku xort bûn gelek jêhatî bûn ser asta akademîsyeniyê bûn. Tu tiştên wisa dibînî, di 74 salîya xwe de êdî tu tirsa te tuneye. Wekî tu herî pey te kes nayê. Ez gelek kêfxweş bûm.

  • Xebatên bi vî awayî di beşên din de jî (herwekî dîrok, sosyolojî, hiqûq) tên lidarxistin yan tenê li ser wêjeya kurdî çêdibin?

Îro problema herî mezin ji bo me ziman e. Binyata wêjeyê jî ziman e. Îcar gava di xeterê dane vaye roja ziman e. Ez heta dibêjim ku rojek dê nivîsar hebin lê xwendewan namînin. Bona wê jî tiştên mîna konferansê gelek girîng in ku li ser mijara aktûelê jî disekinin. Me, xwe da xuyakirin ku em bêxwedî nînin. Ev hêzeke nû bû. Bizanin ku karê wan digihêje gel. Ji wê zêdetir kêmanî bi kar xilas dibe.

  • Em vegerin ser armanca kovara .. ji bo ku zimanê kurdî di her beşan de pêşkeve, xwendekarên zanîngehan, di kîjan beşê de bixwînin û xebatên xwe êdî bi zimanê xwe yê zikmakî çêbikin. Û we jî gelek salan akademîsyenî kiriye. Him li ewrûpayê him jî li deverên din. Yên ku hûn dizanin, zimanê kurdî di aliyê zanistê de gihiştiye kîjan astê?

Ez dibînim ku hê xwendekar di jiyana sosyopsîkolojîk û sosyopolîtîkayê de zeîf in. Xwendekar hê nebûne hêz, hev negirtine, dengê xwe dernaxin. Ev tenê di pêşveçûna gel de, civaka gel de deverekê mezin di dîrokê de ye. Daxwaza min ew e hûn bibin bingehekê wan. Hûn jî razî bin em jî.

Diyarbakır'da Kürt folklor bilimci Prof. Dr. Celilê Celil panelde konuştu

  • Ji bo ku kurdî jî di her alîyên zanistê de bigihêje astekê bilind û êdî wekî zimanên din têra xwe hebe, divê mirov çi bike?

Gel zimanê xwe biaxive. Dengbêj ewa ku ji bo me mîrat maye biparêzin. Û daxwaza min e bi cil û bergên xwe kurd timê xwe bibin kurd. Bizanin em kurd in. Êdî gel jî zarokên xwe amade dikin.

  • Li dîyasporayê halê ciwanên kurd çawa ye… kurdî axaftina wan, xebatên ..

Li ewropayê ciwan, baş zimanê ewrupî hîn bûne. Lêkolînên xwe destpêkirine. Di welatê me de perîşanî çêbûye. Nifşa me ya berê êdî xilas bûye.

  • Li gorî tecrûbeyên we karê hevpar, ango koma ava bikin û encama xebata xwe jî bi navekê kesekê yan jî yê komê pêşkêş bikin, feydeyên wê çi ne?

Ne hewce ye ez ji we re bibêjim. Hûn dizanin. Pêşerojê de dê xizmet mezin bibe.

  • Mamoste hevalên me yên zanîngehan yên ku kurdên lê bi kurdî naaxivin, naxwînin û nanivîsên; di vê rewşê de hûn çi difikirin?

Bi wan re hevaltî bikin. Li Kurdistanê bigerînin. Heke xwedî xîret bin, dê şiyar bibin.

  • Mamoste zor sipas ji bo agahiyên gotinekê we bo kovara me heye?

Kovara we jî ez dixwazim di vê rewşê de we bigihîne armanca we.

 

Hevpeyvîn: Umît Eser

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2an

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply