ROMANA ŞÎN A SIRGÛNA MALBATA ŞÊX SAÎD

Roman beșek ji edebiyatê ye û di nav șaxên edebiyatê de li ber șaxên din șaxek nû ye. Peyîva
roman ji zimanê Fransizî tê. Roman vegotinek pêxșanî ye û pir berfireh e, dikare di nav pelên
xwe de hemû șaxên edebiyatê bide cîhkirin.
Bi kurtayî vegotinên dirêj û berfireh ên nivîsî re roman tê gotin. Bi dirêjbûn û berfirehtiya xwe
çîrok û çîrçîrokan cuda ye. Tenê dirêjbûna romanê bi serê xwe ne pir girîng e. Berfirehî û
kûrehiya perspektîfa romanê dirêjtiya wê girîngtir e. Roman zêdetir li ser xem û xeyalan tê
avakirin.
Romana ŞÎN ji aliyê newiyên Şêx Saîd Dilhad û Dilşad Firat va bi tirkî hatiye nivîsîn. Navê li
binî da „Hîkayeta Sirgûna Malbata Şêx Saîd-Sirgûnên Kurdan yên 1926 û 1934 an e. Roman
di Cotmeha 2023an da li Enqarê derketiye, 162 rûpel e.
Ez li ser înternetê haydarê romanê bûm. Min dixwast zimanê romanê bi kurdî be û niviskar
Dilhad pirsî, çima ne kurdî? Wî hinek îzahat nivîsîn, demekî şuva jî got ewê kurdiya wê jî dû
2 mehan derbikeve. Ez bi xwe benda kurdiya romanê me, dixwazim bi zimanê xwe yî zikmakî
bixwînim.
Roman li ser çiyayekî bi berf dest pê dike. Di beşa yekemîn da Şêx Saîd û hevlingê wî
Bînbaşi Kasım jî hene. Kasim bi dekûdûkên xwe Şêx Saîd û mirovên wî li ser pireya
Ebdurrehman Paşa dide girtin. Esad gotina Şêx dike û lawê wî Giyasettin bi xwe ra diavêje
ava çemê Mûradê û girtinê diparêze. Ev û Şêx Giyasettîn bi rewşek perîşan xwe digihînin Şêx
Elî Riza û roman bi 11 beşan berdewam dike.
Ger xwendevan romanê bixwîne ku haydarê mabesta nivîskaran bibe. Lewma li vir kurtasiya
romanê nabe ku were dayîn. Her çiqas roman zêdetir li ser xem û xeyalan bên avakirin jî gor
dîtina min ev roman zêdetir li ser bûyerên dîrokî hatiye avakirin.
Yên li ber destên tirkan xelas bûne xwe digihînin Şêx Elî Riza, ew jî berê xwe didin aliyê
Îranê. Di vê demê şuva roman di aliyekî da êdî li ser bûyerên Şêx Elî Riza û koma ev di tê da
ye û sirgûniya malbata wan a li welat dimeşe. Ev derbazî Kurdistana Rojhelat, ango Îranê
dibin, li wir tên girtin. Di pevçûnek navbera leşkerên Îranê û koma Şêx Elî Riza da pir kes tên
kuştin, ji wan yek jî birayê Şêx Saîd Şêx Diyadîn e. Şêx Elî Riza dû 2 mehan bi hepisgirtinê ra
tê berdan û berê xwe didin başûrê Kurdistanê, bajarê Rewandûzê.
Rewandûz ji aliyê birazîyê Seyyîd Abdukqadir Seyyîd Taha tê îdare kirin.Seyyîd Taha wan
qebûl dike û ji wan ra dibe alîkar. Wê demê Iraq di bin mayeta îngilîzan da ye. Subayên
îngilîz carna tên ba Seyyîd Taha û li wir hevdîtinan kardixinin. Şêx Elî Riza jî beşdarî
hevdîtinan dibe. Seyyîd Taha dibêje; her kurdê dixwaze bibe leşger, bila di mayeta îngilîziyan
da bibe leşger. Ji ber ku îngilîzî rojekê Iraqê terk bikin, kesên leşger di welatê xwe bi çek û
sîlehan şuve bimînin, ji bo pêşeroja welat xwe amade bikin.
Şêx Elî Riza bi îngilîzan bawer nake, vê nebawerbûna xwe jî tîne ziman, lê pir derfetên vî jî
tunin. Di dawîyê da Seyyîd Taha pê dihese ku îngilîz du rû ne û dixwazin wî bikujin. Bi
destên hinek kurdan pir kesên Seyyîd Taha tên kuştin. Bi hevdîtina Seyyîd Taha ra Şêx Elî
Riza pê dihese ku li Rewandûzê mayîn êdî ne bi temînat e.
Şêx Elî Riza û hevalên xwe dîsa bêrê xwe didin rojhilata Kurdistanê. Sîmko li wir xwedî hêz
e. Lê dema diçin ba Sîmko pê dihesin ku êdî Sîmko ne Sîmkoyê berê ye, ji aliyê dewleta Îranê
û kurdên hember wî va hatiye dorpeçkirin. Berê xwe dîsa didin başûrê Kurdistanê. Tên
Rewandûzê kû Seyyîd Taha hatiye kuştin, rewş nebaş e. Derbazî Bexdayê dibin. Demekê li
Bexdayê dimînin, dû ra bi diyarkirina Şêx Mehmûd diçin ba wî û roman diqede.

Sirgûnkirina malbata Şêx Saîd jî bi kurtayî wisa dibe. 21 kes ji gund tên komkirin û heta
Erzurimê ji aliyên leşkerên tirk va bi lingan diçin. Şêx Şahabettîn û kurê Şêx Saîd
Muhammedê hîn nû bûye xort tenê mêr in, yên din gişt jin û zarok in. Di rê va xwenga Şêx
Şahabettin Esma diçe li ser heqiya xwe. Leşker destûrê nadin ku cenazeyê xwe jî defn bikin.
Malbatê bi tev kurdên din ên hatine komkiri, ku di nav wan da yên bi dewletê ra alikar bûne jî
hene, tînin Trabzonê. Li wir bi gemîyê li ser Stembolê va dibin Entalyayê.
Rêwîtiya kurdan di bin pir şertên dijwar û xirab va tê kirin. Cîhê terin jî bi van ra ji aliyê cîh
dîtin û mayînê va nabin alîkar. Bi ser da ji ber serhildana Şêx Saîd tên piçûkxistin û
tehdîtkirin. Lê ev bi perwerdebûna xwe ya malê va xwe piçûk nakin û serbilindiya xwe
berdewam nîşan didin.
Roman bi pelek dawiyê ra diqede. Şêx Elî Riza û Şêx Selahaddîn li ser effa ji bo Serhildana
Şêx Saîd di sala 1928 da vedigerin Tirkiyê. Şêx Elî Riza li sirgûnê ba malbata xwe ji bo
perwerdekirina malbatê dema xwe derbaz dike. Birayê wî Şêx Selahaddîn ji bo damezrandina
Cemiyeta Şimali ya Kurdistanê 7 salan tê hepiskirin. Komel her çiqas ji aliyê Şêx Elî Riza va
were avakirin jî birayê wî ji bo parastina birayê xwe digire ser xwe. Malbat di salên dû ra da jî
rehet najî, dewlet her demê ji wan ra zehmetiyan peyda dike.
Ez ji xwendina romanê kêfxweş bûm. Mirov hinek tiştan bi dîtina malbata Şêx dibîne, an jî
ditina wan dihese. Xwezî ji malbata Seyyîd Riza jî yekî romana Terteleya Dêrsimê binivîsiya.

26.11.2023
Hesen Polat

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply