Klîpa nû ya Aynur Babayêvayê derket: ‘Hêvîdar im ev stran xizmeta yekîtiya Kurdan bike’

Klîpa nû ya Aynur Babayêvayê ya bi navê “Yek Yek” derket, gotin û awazên stranê yên Mûrad Şamîl in.

Aynûr Babayêva hunermendeke 26 salî ye û ji Krasnodara Rûsyayê ye.

Aynûr derçûya Konservatuara Krasnodarê ye. Ji zaroktiyê da hez ji stranên Kurdî kiriye, di 19 saliya xwe de bûye endamê Koma Dewletê ya “Koroya Rûsî ya Kazakî.

Aynûr Babayêva bi zimanên Rûsî û Kurdî stranan dibêje.

Li tevahiya Rûsya û Qafqasyayê wekî “stranbêja dewatên Kurdan” navdar e.

“Hêvîdar im ev stran xizmeta yekîtiya Kurdan bike”

Aynur Babayêva ji Rûdawê re axivî:

“Muzîk her tim di jiyana min de hebûye. Di zarokatiya xwe de min bi kêf û zewq guhdariya dapîra xwe dikir ku ji min re stran digotin.

Li aliyê bavê min hema bêje hemû xizmên min stranbêj in.

Bapîrê min xwedî dengekî xweş bû û ev hemû ji her du aliyên dê û bavê min bi genetîkê derbasî min bûne.

Ez vê strana nû pêşkêşî gelê xwe dikim. Hêvîdar im ev stran xizmeta yekîtiya Kurdan bike.”

Dema ku Aynûr li konservatuarê dixwîne, di sala duyemîn de beşdarî ezmûna şanê ya li Fîlharmoniya Herêma Krasnodarê dibe û serkeftineke bilind bi dest dixe.

Piştre di Koma Konserên Dewletê de dibe solîst.

Li Fîlharmoniya Krasnodarê cara yekemîn stranên bi Kurdî pêşkêşî temaşevanên Rûs dike.

Dengê wê ji aliyê mamosteyên Fîlharmoniyê ve wekî “qedîfeya rojhilatî” tê nirxandin.

Aynûr piştre ji aliyê radyoyeke navdar a li başûrê Rûsyayê, “Kazak FM”ê ve tê vexwendin û di demeke kurt de bi stranên gelêrî yên Rûsî û Kurdî dibe hunermendeke hezkirî ya li Herêma Krasnodarê.

Aynur sala 2020an yekemîn klîpa xwe, wekî duet li gel stranbêjekî ji Ermenistanê belav kir.

Duyemîn klîpa Aynûr Babayêvaya ya bi niavê “Potporî” sala 2022an hat belavkirin û di demeke kurt de zêdetirî milyonek carê hat temaşekirin.

Kamiz Şedadî-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply