RIHLETGUZÎN: Serpêhatiyeke Polisiye li Îranê

Phileas Fogg, beriya dest bi geşta cîhanê bike û bi hevalên xwe yên klubê re li ser vê yekê têkeve şertekî bêveger, mirina wî dê bihata bîra wî lê ev ger û geşt dê nehata! Her çiqas ji ber rik û inyadê ev bela li serê xwe gerandibe jî, fikra serboriyeke wisa ji bo sermestkirina wî bes bû. Jules Verne di klasika xwe ya polisîye ya navdar a bi navê “Di 80 Rojan De Dewra Alemê” de wiha digot. Wexta mamosteyê min ev kitêb dabû min û min ew xwendibû, li Serêkaniyê di dibistana navîn de bûm. Qehremanê romanê Phileas Fogg û xulamê xwe di 80 rojan de, dê li temamê dinyayê bigeriyana. Ji çavê zarokekî 12 salî gava mirov li çîrokê dinihêre, ger û geşteke bi wî rengî him ne pêkan e û him jî pir utopîk xuya dike. Nexasim wekî gelek zarokên Kurd, mirov di nav bêderfetiyan de mezin bûbe û li cihekî wek Serêkaniyê zarokatiya xwe bihurandibe. Wan salan kengî em bi otobosê ji bo ziyaret an jî nexweşiyekê ji navçeyê ta bajêr saetek rê biçûyana û heta em bigihaştana bajêr, yan wê rojê wê madê me li hev biketa û em ê wek gêjan bûna, yan jî ew rêwîtî xerantî dê bi verişînê encam bibûya û li me bibûya jehr. Lewma kengî bahsa çûyina ber bi derekê ve bihata kirin, her çiqas kêfa min bianiya jî, wekî bergirî û haziriyekê min torbêyê xwe yî naylonî jî qat dikir û dixist bêrîka xwe..

Gava Mistefa bo kovara nû ya dîjîtal PopKurd’ê daxwaza nivîsekê ji min kir û xwest ku li ser ger û geştê binivîsim, çûyina min a ewil a Îranê ket bîra min. Her çend piştî Îranê, Avûstralya ne tê de min ji ava hemû parzemînan vexwaribûya jî, ya herî bandor li min kiribû ew bû. Ji ger û geştekê wêdetir macerayeke xeternak, serpêhatiyeke polîsiye bû çûyina Îranê.

Tehran

Havîna 2002yan ji bo karekî rapirsîyê berê min ketibû Îranê. Wekî serpêhatîya herkesî ya ewil û dûrî mala xwe, kelecaneke ecêb bi min re çêkiribû. Hingê li welatên rojhilata navîn rapirsiyek navneteweyî dihat birêvebirin bi destê şerîkeya Londonî ya navnetewî ya İnterMedyayê. Yê rapirsî bi InterMedya dida çêkirin jî organîzasyona televizyon û radyoya Dengê Emerîkî bû. Wekî hûn ê jî texmîn bikin li Îranê birêvebirina rapirsiyekê li ser navê organîzasyona Dengê Emerîkî dînîtî ye. Hîsteriya komara îslamî ya Îranê ya li hember navê Emerîkayê ji roja îro xerabtir bû. Proje ew bû ku bi 15 profesorên zankoyê yên ji İranê û Başûrê Kurdistanê re dê hevdîtin bihata pêkanîn. Ji ber ku bi salan di nav endustrîya researchê de min kar dikir, hevalekî navê min pêşniyar kiribû. Digel hindek metirsiyan piştî hinekî li ser fikirîm min kar qebûl kir.

Destê sibê bi balafira bi tarîfe ya THYyê gihîştim Tehranê. Ji ber ku hingê organizasyonên wek Airbnb, Trivago Bookingê tune bûn, min li tu deverê cih veneqetandibû. Bes hin agahî derbarê hin otêlan de min peyde kiribûn. Otêla herî navdar Hotel Azadî bû û ez ê jî li wê otêlê bi cih bibûma. Beriya şifêrê texsiyê yê Azerî min bigihîne otêlê çend pirs ji min kirin. Tu ji bo gerê an bo kar hatî? Tu ê çend rojan li Tehranê bimînî filan û bêvan. Berî ez ji texsiyê dakevim bê tereddut pirsa dawî ji min kir. Heger tu bixwazî ez dikarim te bibim cihekî ku Mahra Mûtayê li te bê birîn? Helbet berî hingê min nizanibû bê Mahra Mûtayê çi adet e lê dîsa jî min spasiya şifêrî kir. Dîyar bû li Îranê qewadî bi destê meleyên dewletê dimeşiya. Li gorî şerîeta dewleta Îranî heger jinek bi mahreke çendrojkî bi mêrekî re razaya ev ne guneh bû.

Roja xwe ya ewil min li parka Mellat û li kolana ValiAsr ji bo naskirina derûdorê buhurand. Dirêjtirîn û navdartirîn kolana Tehranê ye ValiAsr, dirêjiya kolanê 17km ye. Ji bo meşê kolaneke hew dibe, bes ku qidûmê we zû neşike û ku hûn bêteqet nemînin. Li ValiAsrê li restorana ku min xwarin lê xwaribû garson bîraya îslamî jî jimartibû di nav vexwarinan de. Berî hingê min li tu derekê bîraya îslamî nebîhîstibû, aqlê min nedigirt bîra çawa karibû bibûya îslamî. Jixwe fena navê xwe wekî jehrê bû! Ji xwarinên Îranê Abguşt a herî navdar û ya herî bi lezzet e û birinca bi safran para zêrîn a ji metbexa Îranê ye. Û helbet divê mirov berî mirinekê Fesenjanê tahm bike ku bi goştê werdekê tê çêkirin.

Li sûka Tecrîş a dîrokî ya Tehranê wekî go karnavalek lê hebe bi liv bû. Wesaîtên nav bajêr wekî go mirov li vîdeoyeke time lapse kirî temaşe dike bi lez û hereket bûn. Tişta din a bala min kişandibû ew bû ku li kuçeyên Tehranê dîtina seteke filîman pir normal bû, di nav rojekê de we karibû li çend cihên cuda pêrgî setên sînemayê bihatana. Li restoraneke kevin a Tehranê li ser dîwarekî mezin bi seramîkan wêneyê kalemêrekî hatibû çêkirin. Wexta min ji xwediyê restoranê pirsî bê çi kes e; gotibû şairê gewre yê Kurd Baba Tahirê Uryan e, bersiva wî kêfa min anîbû. Li her derê bajêr mirov dikaribû pêrgî navê şairên wek Hafiz, Firdawsî, Sadî û Omer Xeyyam bihata.

Roja duduyan li taxa Velancak min berê xwe da balyozxana Başûrê Kurdistanê ku Dr Pîrot Îbrahîm balyozê wê bû. Wî ez bi xêrhatineke ji dil pêşwaz kirim û ez ezimandim. Ji ber ku bi silava sefîrê Enqerê Sefîn Dizayî çûbûm balyozxanê, cîh tunebû min lê dayne. Ew dê alîkariya min a çûyina Başûrê Kurdistanê bikira.

Kesên ne hemwelatiyê Îranê ne û ji derve wekî turîst hatine Îranê hivza xwe ji asayîşê dikirin, gava çav li polîsan diketin berê xwe diguhertin. Ji pirsên rapirsiya ku dê bi mamosteyên zanîngehê re bihata kirin, dihat famkirin ku şerekî mezin li benda Iraqê ye. Ji her çend pirsan carekê pirsin hebûn ku xwe dubare û sêbare dikirin. Pirsên wekî: Heger şerekî mezin li rojhilata navîn, li Îran an jî li Iraqê destpê bike hûn an jî millet dê kîjan çavkaniyan wekî rojname, radyo û televizyonan bişopînin. Hûn ê baweriya xwe ji kîjanan ji wan bînin. Kîjan rojname, radyo û televizyon bêhtir dihatin tercîhkirin hwd. Sînyalên şerê Iraqê bûn ev pirs, lê bes ya xerîb, xeberên mudaxaleya Emerîka bo Iraqê di rojeva tu tora medyayan de nedigeriya.

Bi tena serê xwe çûyina welatekî nenas ne hêsan e, tew bi ser de kesî mirovî nas li ser wê erdê tune be. Piştî civînên bi çend mamosteyên ji zankoyan, roja min a pêncemîn bû li Tehranê. Li Stenbol konsêrta Kamkaran ji aliyê NÇMyê ve berî çûyina min a Tehranê bi çend heyvan hatibû lidarxistin û min çend endamên komê li wir nas kiribûn. Navenda Çandê ya Hesen Kamkar li Tehranê bû, him bo serdanê, him jî bo erbaneyeke diyarî bo dostekî bistînim û bi Bîjen Kamkar bidim îmzekirin min da ser riya navendê. Li navendê hemû endamên malbata Kamkaran pol bi pol dersên muzîkê didan şagirtên xwe. Di bêhnvedana navrojê di firavînê de li gel malbatê em rûniştin û Bijen Kamkar erbaneyeke imzekirî diyarî kir bo hevalê min. Wênekêş Savaş Boyrazê beşê sînemaya NÇMyê jî bi tesadufî li Îranê bû û em bi hev re çûbûn navenda Kamkaran. Bi Savaş re albûma Xak ya Meryem Îbrahîmpour jî me li wir, bi wê dabû îmzekirin. Albûm du sal berê derketibû û bandorek bêhevta li me gişan kiribû.

Şeveqa roja heftemîn balafira min hebû bo biçim Ûrmiyeyê. Bi arîkariya balyozê Kurdistanê yê Tehranê Dr. Pîrot Îbrahîm û li gor plana wî danî, divê ji Ûrmiyê biçûma Naxedê, li Naxedê dê nûnertiya PDKyê alîkariya min bikira û li ser pişta hespan em ê biçûna Slemanî, ji Slêmanî bo Hewlêr, ji Hewlêr jî bo Duhokê, helbet tim ne li ser hespan, carinan jî bi wesaîtan. Bi heman şiklî jî dê vegeriyama. Ji ber ku çûyina Başûrê Kurdistanê demeke dirêj bû ji aliyê Tirkiyê ve hatibû astengkirin. Tenê ev rê hebû. Rêyeke dirêj li bendî me bû. Bi dengê melê sibê em li hespan siwar hatin û me berî dan kaşan, wekî ku di filîmê “Dema Hespên Sermest” de bim û wekî go wextî pasdar dê bi pey me kevin bi tirs bûm. Rêberê me Şêrzad bi tecrûbe û ji xwe bawer bû, rê û tirsê çavê me, wî jî çavê tirsê şikenandibû.

Slêmanî xweş Slêmanî!

Wexta em gihaştin nav bajêr em ji halekî ketibûn halekî din. Di her sê rojên hevdîtinan ên li Silêmanî, wisa dihat fêmkirin ku akademîsyenên Kurd wekî pêşbînî hay ji mudaxaleyeke ciddî hebûn û ji pirsên forma rapirsiyê bêhtir hêvîdar bûbûn. Azadî nêzîk e. Heger Dengê Emrîkî van pirsan ji me dike, ne beleseb e, haziriyek e tê kirin, digotin. Mafdar bûn jî!

Hewlêra zêrîn

Li qehwexaneya Miçko li bin keleha Hewlêr kelekela havînê, ji mehan gelawêj e. Her cara çay tê ser masê her qedeheke çayê olçekek şekir dikşîne nava xwe, kevçî di şekir de diçikin. Bazara Qeyserî wekî her wext di nav toz û gelemşeyê de ye. Heçî kesên Hewlêrî ku pêdiviya wan ji tiştekî çêdibe berê xwe didin vê bazara kevnare ya bin kelehê. Tunebûn û feqîrî li her derê devê rêya mirov dibire û xwe rê dide, lê digel hemû van tiştên negatîf xweşikiyeke biçûk têra bextewarkirina mirovan dike.

Ji ber ku wextê vegerê hêdî hêdî nêzîk dibe, hevdîtinên li Duhokê divê bihata kirin li Hewlêrê em pêk tînin.

Veger ji hatinê hêsantir bû. Piştî vegeriyam Tehranê karê min temam bibû û ez jî têr westiyabûm.

Ji markêta muzîkê ya navdar ya Beethoven min hemû CDyên Muhammed Rıza Şeceryan û Şehram Nazirî stendin û êdî saeta vegerê bû. Wexta balafira vegerê bi jor ket diyar bû ku tesîra wê rêwîtiyê li ser min hê wê gelekî dewam bike..

Ji bo min êdî berî çûyina Îranê û piştî çûyina wê hebû. Bi hêviya her kesê ku ji gerê hezdike rojekê bikare wekî Phileas Fogg dewra xwe ya cihanê temam bike.

Mihemed Bîlen
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply