Bi Mirady re Hevpeyvîn

Mirady bi albûma ‘Xweli’yê derket pêşberî guhdarên xwe.

Em dizanin ku ew kêm roportajan dike lê em neşikandin û teklîfa roportaja me qebûl kir.

Em çûn cem Mirady û pê re li ser muzîka wî, têkiliya edebiyat û muzîkê û gelek tiştên din peyivîn.

Birêz Kerem Sevinç jî di roportajê de amade bû.

Mala wî ava.

Heke cover baş bê kirin, afirandinek e 

-Dibêjin di van salên dawî de muzîsyenên Kurd kêm tiştan diafirînin û li dû coveran diçin. Tu çi dibêjî?

“Dema em behsa afirandinê dikin çi tê bîra me, ya muhîm ev e. Esasen cover jî afirandinek e. Car caran cover ji çêkirina stranekê zehmettir e. Ger cover baş bê kirin, afirandinek e.”

“Muzîsyen ne mecbûr e bîatî îqtidara guhdaran bike” 

Bi te di muzîka Kurdî de problema kalîteyê heye?

“Guhdarên muzîkê jî civakek e. Ew civak car caran dibe îktidar û ew îktidar hin caran zorê dide muzîsyenan. Muzîsyen ne mecbûr e bîatî îktidara guhdaran bike û muzîka xwe li gorî wê çêke.”

Tu xwe di nav kîjan nifşê muzîkê de qebûl dikî?

“Ez di navbera nifşê niha û yê berî vê de me.”

-Tu dikarî di nabeyna herdu nifşan de miqayesekê bikî?

“Nifşê berê dikaribû kolektîf bixebite û bi rastî jî “îzm” di xwe de hebandibûn. Ji aliyê afirandinê, nifşê niha jî gelek baş e, lê qadeke berfireh tune ye ku xwe nîşan bidin. Jixwe ‘afirandin’ bi tena serê xwe meseleyeke kûr e. Lê hin muzîsyenên nû, dema tiştekî dikin dixwazin wekî “karê ewil” nîşan bidin. Yanî wek ku beriya wî/ê tu kesî ev tarz nekiribe, tevdigerin. Mixabin hin ji wan naxwazin bêjin ku ji kê tesîr jî girtine.”

-Di dawiya salên 90î û serê 2000an de, navenda muzîka Kurdî Stenbol bû. Lê niha Diyarbekir jî bûye navendeke muzîka Kurdî. Mîsal tu li Diyarbekirê dijî. Ev bajar têra te dike?

“Erê dike, ji ber ku kokên me li vir in. Ya rast ez ne muzîsyenekî ewqas bi kokê xwe ve girêdayî me. Bila ev gotina min şaş neyê fêmkirin. Qesta min ji vê gotinê ev e; dema ez tiştekî çêdikim naxwazim tekrara hin tiştan be. Çavkaniyên muzîsyen li ku bin, lazim e li wir bijî lê ev ne li ser mekanê ye. Ne hewce ye îlleh li welêt be. Mîsal li dîasporayê ji bo muzîka Kurdî xebatên gelek baş hatin kirin.”

   “Ez stranên xwe çêdikim û xwe didim  alî” 

-Mirady gelek kêm dipeyive, kêm roportajan dike, gelek kêm konseran çêdike, ne pir ‘medyatîk’ e. Çima?

“Ez stranên xwe çêdikim, datînim ber guhdaran û xwe didim alî. Ez ji vê hez dikim. Konserên stabîl, yên wekî hev bi ya min bême’ne ne. Dibe tekrar û ez ji vê hez nakim. Bi ya min roportaj û konser car caran mesafe dixin navbera muzîsyen û guhdaran. Lazim e guhdar li ser berhema me bipeyivin, ne em. Ger ez xeber bidim ew bi demê re diçe ber bi narsîzmê ve. Jixwe muzîsyen bi xebata xwe gotina xwe dibêje, hewce nake mirov zêde li serê biaxive.”

– Em hêdî hêdî werin ser albuma “Xweli”yê. Di vê albumê de helbestên Mîtan Şareza û Selîm Temo hene. Di albuma “Xemname/Gamnameyê” de jî helbesteke Arjen Arî hebû. Herwiha gotinên strana ‘Baranek’ê, şa’ir Osman Mehmed nivîsîbû. Ji bo te têkiliya edebiyat û muzîkê çawa ye?

“Ev ne projeyek e ji bo min. Hin muzîsyen vê wek proje dikin. Mîsal Nîzamettîn Arîç bi taybetî li ser helbestan xebatan dike. Yê min ne tiştekî wisa ye. Heke helbest li dilê min rûnê ez çêdikim.”

  “Helbest çi qas li dilê min, ruhê min rûnê ez wê ewqas dihebînim.”  

-Gelo tu di helbestê de li dengan digerî an dema dixwînî ew deng ji nişka ve tê guhê te?

“Ez di nav helbestê de him li me’neyê him jî li stranên nav helbestê digerim. Helbest çi qas li dilê min, ruhê min rûnê ez wê ewqas dihebînim. Beri niha min helbesta Metin Altıok a “Miriyên Bênasname” kiribû stran.”

 – Arjen Arî ji bo Mirady çi ye?

“Min Arjen Arî nas dikir. Ez ji şa’iriya wî gelek hez dikim. Min ji helbesteke wî ya din jî besteyek çêkir, hevalê me Egîd Işık dê di albûma xwe de bibêje. Bi ya min di helbesta Arjen Arî de gelek deng hene. Loma jî Arjen Arî ji bo min cuda ye.”

-Tarza vê albumê piçek cuda ye. Navê vê tarzê heye?

“Na. Yanî nizanim hewce dike mirov navekî lê bike? Ya baş bila her kes li gor xwe navekî lê bike.”

 -Di albumê de mirov tesîra şer hîs dike, dikarî qala vê bikî ji me re?

“Min gelek çîrok bihîstin, bi çavên xwe jî gelek tişt dîtin. Ya rast ev album ji çavên min teswîra vî şerî û ya vê atmosferê ye jî.”

-Di albumê de piraniya stranan yên te ne, tu mamostetiyê jî dikî. Tu çawa wext dibînî ji muzîkê re, bi xêra xwe behsa jiyana xwe bike?

“Naxwazim behsa jiyana xwe bikim.”

  “stran jî, hest jî diguherin” 

 -Te di strana “Marmasiyê” de gotibû “Ramûsanên xwe helal ke.” Di “Xenîm”ê de dibêjî “Ramûsanên min xenîmî te bibin.” Çi bû?

“Her albûm çîroka heyameke heyata me ye. Li gorî wê helbet stran jî, hest jî diguherin.”

  “Em reşikên le’netî ne” 

-Muzîsyenên Kurd çima nikarin konserên mezin çêkin? Ewqas guhdarên wan hene lê çima neçar dimînin ku li cihên biçûk konseran bikin?

“Ji ber ku em reşikên le’netî ne.” (Em dikenin)

-Ji bo siberojê çi difikirî?

(35 saniye difikire) “Her tişt pirr bême’ne ye.”

MISTEFA DOGAN
mistefadogann@gmail.com
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply