Rewşenbîrê Pirrziman

Meriv dikare bêje ku ji sedî nodê rewşenbîrên Kurd “pirrziman” in ango pirrê wan qaşo di jiyana xwe ya civakî de Kurdî û di nivîsên xwe de jî zimanê serdestên xwe bikartînin. Lê cardin jî ew xwe weke rewşenbîrên “Kurd” binav dikin. Hin kes jî mîna bazirganan dibêjin “ma kes li Kurdî guhdar nake”, “kes bi kurdî naxwîne” û hincetên bi vî rengî rêz dikin. Îcar divê em rastiya vê meselê zelal bikin.

Maneya “nivîskarê pirrziman” ev e; kesê ku ji zimanê bav û kalê xwe acize lê cardin jî pê dinivîse û pê re bi zimanê serdestê xwe jî mest dibe ye. Lê hin ji vê xirabtir nivîskarê “serdestnûs” heye kî ew jî bi zimanê serdestê xwe dixwaze xwe derbirrîne lê hay ji wî tune ku zimanê serdestê wî nikare êşa wî vebêje û ji ber heman sedemî jî ev nivîskar hem ji aliyê bîrî û hem jî ji aliyê zimanî ve seqete û xwe nikare derbirrîne. Tiştê ku ew dikin tenê dubare û dupat kirina hişmendiya mêtingera ye.

Pirrzimanî û serdestnûsî çima ne karê rewşebîrên Kurd e? Ji ber ku Kurd û welatê wan mêtingehin û Kurd rewşa ku têde ne tenê dikarin bi zimanê xwe derbirrînin. Derfetên zimanê Kurdî heye ku êşa min derbirrîne lê cardin jî ew “pirrzimanperest” li gor xwe di wê baweriyê de ne ku cihê Kurdî têr neke ew ji derfetên tirkî sûdê werdigre! Lê her Kurdînûs û rewşenbîrên Kurd yên “pirrziman” divê ev baş zanibe; kesê ku xwe dispêrin zimanê serdestê xwe ji ber ku hişmendiya mêtingeran heya şanikên wan li wan bandor kiriye ew dixwazin hincetan ji xwe re bibînin. Ew kesên serdestnûs tenê di bin bandora serdestê xwe de ne û ji ber vê jî mejiyê wan tevizî ye û xwe li zimanê serdestê xwe digrin.

Ew kesên pirrziman, pirr bi kubrin jî (!). Çima? Ji ber ku kesên Kurdînûs hîn bi zimaneke seretayî (!) dinivîsin. Li gor wan kesên pirrziman, ew tişteke pirr pîrozin ji ber ku ew bi “zimanê şaristaniyê” dinivîsin û dixwînin. Ew bi hemû awayên xwe, xwe li serdestên xwe digrin.

Hin kes wê rabin bêjin ev “netewperestiya ziman” e. Raste, ev netewperestiya ziman e. Dema ku serdestê we miamela kûçikan bi zimanê we bike lê hûn hîn jî bi zimanê serdestên xwe dipeyivin û dinivîsin, ev we bêrmet dike. Lê cardin jî ya girînng vegere. Çi dibe bila bibe ya girîng vegere.

Em hatin dawiya peyvê. Dawiya peyvê ji bo Kurdînûsên dîlgirtî bin. Bi Kurdî dinivîsin lê bi hişmendiya serdestan dinivîsin û qîmeteke belasebeb digrin. Romanên wan, nivîsên wan tev trajediye, trajediya dijminahiya kurdekî ya li Kurdan e. Îro her kes behsa wan kesan dikin û pirr kes jî ji berê de balê kişandibûn ser ne Kurdayetiya nivîsarên wan. Lê cardin jî divê em bêjin ya girîng vegere…

 

Çavkanî: ramanaaryen.wordpress.com

Nivîskar: Aryan Pêşeng 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply