Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan

Derûdora entelektuel a kurdan kêm-zêde hay ji hunermenda mala Bedirxaniyan; Leyla Bedirxana balerîn buye, lê ji naskiriyên malbata Babanzadeyên mîrên Silêmaniyê yên ku sirgûnî Stenbolê bûbûn hema hema tuneye.

Ji Babanan, du jinên di nav tirkan de naskirî hene ku kêmnasên civaka kurda ne. Du xwişkên ku li Stenbolê ji dayik bûn, li wê derê jiyan û li wê derê malavayî li dinyayê kirin:

Dîclehan Babana aktrîs a navdara sînemaya Tirkiyeyê û Neslîhan Kisaküreka hevjîna şairê tirk ê navdar Necîp Fazil Kisakürek; ustadê entelektuelên tirkên dîndar.

Di nivîsa vê hefteyê de ez ê bi kurtî behsa Dîclehan Babanê û di ya bê de jî ya Neslîhan Kisakürekê bikim, bi hêviya ku nesla gênc berfirehtir li ser wan û Babanzadeyên Stenbolê yên din rawestin.

Mezinên xanedaniya  Babanan, piştî hilweşiyana mîrekiyê sirgûnî Stenbolê bûn. Li vê derê heta nuha jî gelek kesan ji malbatê di jiyana siyasî, dîplomasî, zanistî, sermiyangêrî, kulturî û hunerî ya Tirkiyeyê de cihên xwe girtin, rolên aktîf leyistin.

Yek ji wan jî malbata Mistefa Zîhnî Paşayê Baban e ku di dewleta Osmanî de walîtîyên Helebê, Selanîkê û Bursayê kirin, bû wezîrê Maliyeyê, yê Bazirganiyê û Çandiniyê. Piştî îlana Meşrûtiyeta II’yê bû endamê Meclisa Ayanan û Serokê Şuraya Dewletê.

Çar kurên Mistefa Zihnî Paşa hebûn;  Ahmed Naîm, Îsmaîl Heqqî, Husên Şukrî û Suleyman Hîkmet.

Ahmed Naîm di wezaretên derve û perwerdeyê de postên bilind wergirtin, bû mamosteyê zankoya Stenbolê, dersên felsefê, mantiqê, derûniyê û exlaqê dan, bû rektore Daru’l Funûnê. Rojnamevanî û sernivîsarî kir. Zanayekî îslamê yê navdar bû,  Hedîsên Buxarî wergerand ser tirkî, muqedîmeyeka 500 rûpel jê re nivîsî. Wî eserên felsefî yên ji zimanên ewropî jî guhertin ser tirkî.

Kurê din; Îsmaîl Heqqî Babanzade, bû profesorê hiqûqa destûrê. Di rojnameya meşhûr Tanînê de nivîskarî kir.

Husên Şukrî Baban di salên berî şerê cîhanê de di Rojî Kurd’ê de nivîsî, piştre bû sernivîserê rojnameya tirkî Tercumanê, bû profesore îqtîsadê, dekantiya Fakulteya Îqtîsadê a Zankoya Stenbolê kir.

Suleyman Hîkmet Baban nivîskarî kir, di meclisa yekê a Tirkiyeyê de mebûsê Silêmaniyê bû. Kitêba bi navê Li Swêdê Tevgerên Kooperatîfan wergêra ser tirkî. Bavê yek ji kesayetiyên naskirî yên Tirkiyeyê Mustafa Cîhad Baban e ku wek rojnamevan, siyasetmedar û wezîr heta van deh salên dawiyê navûdeng da. Cihad Baban di 1984an de mir. Gelek kesên Babanan hê jî di civaka Tirkiyeyê de rolên berbiçav dilîzin.

Dîclehan Baban di  3ê gulana 1934(1932?)an de li Stenbolê, taxa Aksarayê hat dinyayê. Ji malbata kurdên Baban e. Keça yek ji waliyên kevn ên Tirkiyeyê Recaî Nuzhet Baban e. Walî Recaî, kurê Yehya Nuzhet Paşayê Baban e ku ew jî kurê Alî Begê kurê Xalid Paşa ye.

Li gor agahiyên bîranînên Qedrî Cemîl Paşa di arîfeya Şerê Cîhanê ê Yekê de, gava ew ji bo xwendinê çû Ewropayê, wî têkilî bi gencên kurd re danîn ku yek ji wan jî Recaî Nuzhet Baban bû. Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa, Şemseddîn Cemîl Paşa, Babanzade Recaî Nuzhet, Selîm Sabitê Dersimî û gencên din ên li Swîsreyê, li Lozanê bi hev re  şubeyeka komeleya gêncên kurd Hêvî (Hevî Cemîyetî şubesi) danî.

Keça walî Recaî Nuzhet Dîclehan Baban, ji sala dawîn a Lîseya Keçan a Çamlicayê (Çamlıca Kız Lisesi) veqetiya, ji Konservatuara Şarederiya Stenbolê beşê muzîkê mezûn bû. Di salên 1950î de li Radyoya Stenbolê şerqî (stran) gotin.

Cara pêşîn di 1959an de, di fîlmê ‘Şofêr Nebahat’ de dest bi lîstikvaniya sînemayê kir. Di zêdetir ji sedê filman de rol girtin. Li rex sînemayê bi tiyatroyê jî mijûl bû. Li Tiyatroya Tevhid Bilge û Opraya Piçûk a Aksarayê derket ser sahneyê.

Di sînemayê de bi giştî rolên jinên ‘vamp’, ‘jina zerî ya dilreş’, ‘dêmarî’, ‘jinika dexs a rêlibergira rola jinika derece yekê’ girt.

Rola jina xerab a derece duyê bû marke jê re û ew di civaka temaşevanên sînemayê de her bi wê dilreşiya xwe meşhûr bû. Piştî 40-50 salan hîn jî gava behsa Dîclehan Babanê tê kirin qaraktera jina dilreş û bêyom a di sînemayê de tê bibîranîn. Ew qas rêz li rola xwe digirt û serkeftî bû.

Rexnegirên sînemayê rûmeteka mezin dane Dîclehan Babanê ku wê ‘rola vampiyê’ jî wergêraye ser sipehîtiya  esaleta kultura burjuwaziyê. Dihat gotin ew esas li ciyekî şaş hatiye dinyayê, ji dêlva Yeşîlçama herwarteng, diviya ew li Hollywodê ji dayikê bibûya.

Yeşîlçam, ji bo hunermendeka wek Dîclehan Babanê dihat wateya bêxwedîtiyê, belengazîyê û birçîbûnê, ku sefalet bi xwe re dianî.

Meşhûr e ku sefaleta Yeşîlçamê ya meriv radikêşe ber bi întîharê, yan jî bi kanserê dikuje.

Dîclehan Babanê sê caran teşebusa întîharê kir, lê ew hat xelaskirin. Teşebuseka wê ya întîharê di salvegera wê rojê de bû ku bavê wê miribû.

Dawiya dawîn ew di 3yê çileya pêşîn (desember) a 1978an de li Stenbolê bi kanserê mir.

Çavkanî: https://muradciwan.com/

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply