Magnetîzma

Hêz a kişîn an jî dehfîn a bi bandora lipitîna perçikên bibar e.

Xebata motorên elektrîkî dispêre hebûna hêzên magnetîk, kişîna miqnatîs a hesinê jî encama hêza magnetîk e. Di navbera barên elektrîkê yên sekan de hêzên elektrîkî çêdibe; lê di navbera barên elektrîkê yên livdar de hem hêzên elektrîkî hem jî hêzên magnetîk derdikeve holê.

Kevirê miqnetîsê (Magnes) dergehên nû li deryavanan vekir; lê deryavanan bi salên dirêj vê sira xwe ji zanyaran veşart. Di sala 1269an de taqiya bi navê “miqnatîsê şikestî” dabe xuya jî ku miqnatîsekî ji miqnatîsên piçûktir pêk tê; elemetên yekemîn ên mijara binyata magnetîkê, di 1820an de bi raçevkirina Oersted’ê ya averekirina rewteka elektrîkê ya derziyekî miqnatîskirî derket holê. Piştî vê selmandinê (tesbît kirin) hat têgihîştin ku têkiliya magnetîkê bi rewteka re heye û di çapa Cîhan, Roj û Giravesmîn ê de qadên magnetîk ji ber rewtekan tên holê. Mixabin, di miqnatîsan de raçevkirina rewtekan ne gengaz e; nexwe divê binyatek mîkroskobîk hebe.

Prof. Dr. Bilsen Beşergil: Gauss Yasası, Magnetizma (Gauss's law, magnetism)

Ev rewtek pêşî bi elektronên li dora dendikê, dû re yên li dora xwe dizivirin(spîn) ve hat girêdan; lê dû re jî ev teşeyê atomê yê wek gerestêrkan hat sererastkirin: perçik jî wek hûremiqnatîsan tevdigeriyan. Ji ber taybetiyên van ê magnetîki ye ku protonên bi RMN(rezonansa magnetîka nukleer) a ku bi teknîka dîmen girtinê jê sûd tê wergirtin di derheq tenduristiya tevnên me de agahî dide me û elektron alîkariya pîvana qadên magnetîk a Rojê an jî pûlsarên(stêrkên notron) dûrtirîn dike.

Magnetizma | Bilgicik.Com - Bilgicik.ComDi pîvanga me de miqnatîsbarbûna malzemeyekî, ev miqnatîsên di qada perçikan de di bin bandora qadekî magnetîkî de rast rêzbûnê tê rave kirin. Lê hesin, nîkel an jî kobalt heta radeyekî kelahiyê miqnatîsbar in. Rawekirina bûyerê ya yeqîn dispêre fîzîka kûantûm û teotiya derbasanga fazan.

Pêkhatiya hesinoksît(Fe2O4) miqnatîsa xwezayi ye.

Taybetmendiyên miqnatîsiyê bi du teoriyan tê rave kirin.

 

  • Wîlhelm Weber(1804-1890): Teoriya Molekûlî

Li gorî vê teoriyê molekûlên daringên(made) magnetîk wek miqnatîsek du bendî ne. Di daringên ne miqnatîskirin de ev miqnatîs bêdûzen in, ji ber vê jî qadên hev a magnetîkê nêtar dikin û bi vê awayê li hawirdora daringê tu qada magnetîk çênabe. Ku ev daring hat miqnatîs kirin miqnatîsên molekûlî li gorî bendên zid rêz dibin. Bi vî awayî daring dibe miqnatîsekî li derdora wî qada magnetîk heye. Ev teorî rave dike ku qirşemiqnatîsekî heta molekûlên xwe bê parçe kirin dîsa miqnatîsek du bendî derdikeve holê.

Manyetizma

  • Andre Marîe Amper(1775-1836): Teoriya Miqnatîsbarî

Oersted(1770-1851) raçev dike ku li dora têlek rewtek derbas dike qada magnetîk tê holê. Amper dibêje ku  di daringên miqnatîskirî de rewtekên geronek hene û taybetiya daringan a miqnatîsiyê ji van hûrerewtekan pêk tê. Teoriya atoma îro jî piştgiriyê li vî nêrînê dike. Ev rewtekên bê tirûş û livok ji zivirîna elektronên di atomê de pêk tên.

Li hêleke din daringên ferromagnetîk di qada teknolojiyê de xwediyê radeyek pir girîng in; transformator, deng, vîdeo, teyp, dîsket ji van daringan tê çêkirin.

 

Nivîskar: İsmetullah Özdağ

Çavkanî: Kovara Pêngav – Hejmara 2an

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply