Piştêş

Piştêş, pirsgirêkeke ku li cîhanê li her derê diyar/xuya dike. Piştî meredê/şewbê nexweşiya herî zêde ye ku mirovan bilî dike ev e. Her wiha tê zanîn ku di cîhanê de % 65-85 kesî/kesê di jiyana xwe de herî kêm carekê piştêş kêşandiye. Pisporiyên wek fizyoterapî, rehabîlîtasyon, norolojî, ortopedî, romatolojî û noroşîrurjî li ser vê nexweşiyê nêrînên cur bi cur yên tedawiyê dikin û nexweşiyê dinirxînin.

Epîdemiyolojî

Piştêş nexweşiyeke mezin e û gelek caran derdikeve pêşberî me. 

Heke sedemên wê enfeksiyon û neoplastîk nebe, divê di du-sê rojan de derbas bibe. Di kêm kesan de ev nexweşîn du hefte dikişîne. Di nava civakê de însîdansa piştêşê % 60-90 e. Mirov piştêşê wek perçeyek ji jiyana xwe dipejirînin. Piştêş ji bo kesên ku temenê wan li dora 45î de be sedema herî mezin ya seqetiyê ye. Nexweşên ku piştêşî bibin, ji % 20ê wan re siyataljî jî heye. Însîdansa vê nexweşiyê piştî 25 saliyê hêdî hêdî zêde dibe û di 55-64 saliyê de derdikeve asta herî zêde û piştî 65 saliyê jî kêm dibe.

Şiddetli bel ağrısı rahatsızlığı nasıl geçer? Ne iyi gelir?

SEDEMÊN PIŞTÊŞÊ

Radîkûlopatî

Birikên ku jî spînal-kordê derdikevin, radîksa pêş û paş çêdikin. Radîkûlopatî jî lezyona ji van radîksan yekê ye. Piştî lezyonê ev birik ku derekî bedenê înerve bike, li wan deran tevizîn û gizgizîn çêdibe. Piştre jî masûlkeyên ku bi van birikan tên înervekirin ji hêzê dikevin.

Lumbaljî

Lezyona birikên navpiştê yên ku spînal- kordê de derdikevin. Semptomên Radîkûlopatiyê di vir de jî diyar dikin. Lêbelê lezyon ne di radîksan de, di birikan de ye.

Siyataljî

Lezyona birika bi navê siyatîkê ye. Ne tenê di navpiştê de heman demê di pak/çîp, pî, binpiyan de jî tevizîn, gizgizîn, êş û jan derdikeve.

Fitix

Hestiyên marîpişta mirov di ser hevdu de dilivin. Wextê ku ev hestî li ser hev zêde dilivin lezyon pêk tê û spînal- kord di nava hestiyan de derdikeve û li ser birikên li vir derdikevin de guşarê dike. Ev jî dibe sedema tevizîn, gizgizîn, êş û janê û her wiha masûlkeyên ku ev birik înerve dikin jî ji hêzê dikevin.

Psîkolojîk û Îdîopatîk

Divê bê zanîn ku psîkolojiya mirov jî li ser piştêşê tesîr dike. Hin caran jî sedama wê nayê zanîn(îdîopatîk).

Bel Ağrısı - Beyin, Sinir ve Omurilik Cerrahisi

TEDAWÎ

Elektroterapî

Di elektoterapiyê de rêbazên tên bikaranîn ev in: TENS, HVPGS, ûltrason, dîadînamî, laser, înterfarensiyel û hwd.

Egzersîz/Hînkarî

Egzersîz ji bo hêzdarkirin û vezelandina masûlke û birikan tên bikaranîn. Hêzdarkirina masûlkeyên navpiştê de ji bo ku hestî li ser hevdu de neşemitin hewceye û girîng e. Her wiha ji bo kêmtir bar bikeve li ser van hestiyên navpiştê, divê masûlkeyên abdomînal û masûlkeyên hemîstrîng jî bên hêzdarkirin û vezelandin.

Sererastkirina Aktîvîteyên Jiyanê yên Rojane (AJR)

Nexweşên piştêşê divê di nav jiyana xwe ya rojane de her gav li pişta xwe xwedî derkevin. Wextê ku li malê û li xebatgehê kar û barê xwe dikin, wextê ku barek radikin û datînin divê pişta xwe nedin zorê. AJR de tiştê herî girîng ew e ku fîzyoterapîst nexweşên piştêşê derheqê hereketên di nav jiyana rojane de perwerde dike.

Manuel Terapî

Di vê terapiyê de rêbazên wek masaja klasîk, masaja tevînekên konnektîf, manîpûlasyon û mobîlîzasyon tên bikaranîn.

Sabah kalkınca bel ağrısı neden olur? Bel ağrısı için hangi doktora gidilir? - Timeturk Haber

Hêzdarkirina Masûlkeyan

Ji bo hêzdarkirinê jî çend rêbaz hene, wek mînak elektroterapî, torbeyên xîz(qûm) û egzersîz.

Nîşe: Di nexweşiyên wisa de cîhê ku lezyon heyî de tedawiyeke tevahî digel vê tedawiyê gorî semptomên nexweşiyê jî tedawiyên herêmî tên bikaranîn. Wek mînak siyataljî. Di siyataljiyê de ji bo hestiyên navpiştê tedawiyek tevahî û ji bo hêzdarkirina masûlkeyên rahn, pî û binpî jî tedawiyek herêmî tê bikaranîn.

Di civaka me de ji nexweşiyên wek piştêşê yên fîzîkî gelek gilî û gazin tên kirin. Divê bê zanîn ku piştêş semptomeke ne nexweşiye. Fitix sedemeke mezin ya piştêşê ye. Ji bo tedawiya fitixê jî sê metod hene; derman, fîzyoterapî û emeliyat. Nav cureyên piştêşê de % 90 piştêşên mekanîk in û ev ne xwedî çîrokek patolojîk in. Nirxandinê de divê li ser pes planusê bê sekinandin. Ji bo parastina ji piştêşê jî gelek pêşniyarî hene û hinek ji wan ev in:

  • Wextê hûn barek radikin û datînin divê hûn bedena xwe nêzîk bigirin.
  • Wextê hûn barek ji erdê radi-kin, ji piştê de na ji çokan de bitewin/xwe biçemînin.
  • Di jiyana xwe de hereketên bêqontrol nekin û pişta xwe nedin zorê.
  • Ji bo hêzdarkirina masûlkeyên navpiştê çend egzersi-zan bikin.
  • Divê hûn ji nîviya giraniya xwe zêdetir bar ranekin/hilnedin.
  • Doşek, kursî û maseyên ergonomîk bikarbînin.
  • Wextê barek radikin bila nav-berek di nava herdu piyên we de hebe û barê li ser herdu piyên xwe wek hev belav bikin.
  • Ji nişka ve û bi lez û bez bar ranekin/hilnedin.
  • Wextê ku hûn barek radikin
  • dibin ji piştê de na ji piyan de bizivirin.
  • Wextê karên malê dikin pişta xwe netewînin, rast bigirin.
  • Kesên ku çente bikartînin divê çentê wan sivik be û ne tenê bi milekî bi herdu milan bê hilgirtin.

Bel ağrısı neden olur? Bel ağrısına ne iyi gelir?

FERHENGOK

Însîdans: Di demeke eşkerekirî de di nav hemû nexweşiyan de xuyakiri-na nexweşiyên nû, bûyerên nû.

Epîdemiyolojî: Zanisteke ku bûyerên tenduristiyê de sedem, însîdans û belavbûnê dinirxîne.

Neoplastîk: Teknîkeke cerrehiyê ye.

Lezyon: Herebiyet û xerabûna yekîtiya şaneyan û tevînekan.

Masûlkeyên abdomînal: Masûlkeyên zik.

Masûlkeyên hemîstrîng: Masûlkeyên pişta rahnî.

Tevînekên konnektîf: Tevînekên nerm, di nav vê tevînekê de masûlke, bez û tevînekên girêdanê hene.

Manûpûlasyon û mobîlîzasyon: Tetodên masajê ne.

Ergonomîk: Têkberên di jiyana rojane de tên bikaranîn yên ku gorî anatomiya bedena mirovan hatine çêkirin.

Pes planus: Nexweşiyek binpî ye û di vê nexweşiyê de binê piyên mirov rast dibin, erxa pî dikeve erdê.

Înervekirin: Di bin kontrola birikekê de girtina tevînek yan jî organekê.

 

Şevger Cîlo – Orhan Hebhinark  / Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê 

Kovara Pêngavê – Hejmara 5an – (2011)

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply