Peyvên ”Pêşeroj û Paşeroj” ê

Pêşeroj : raborî / rabirdû/ rojên pêşiya niha.
Paşeroj: dahatî/ siberoj/ rojên ku wê paşê werin.
Ji ber ku di derbarê vê meseleyê de ez gelek caran rastê nîqaş û nelihevkirinan hatime û têm, min xwest hinekî li ser vê meseleyê bisekinim û bi qasî zanîn û têgihiştina xwe vê mijarê zelal bikim.
Û ji ber ku serkaniya tevliheviya paş û pêşiyê jî hizirkirina bi mantiqa tirkî ye, ez ê çend mînakên bi tirkî jî bidim.
Di meseleya paş û pêş de cudahiyek (demkî) û (cihkî) heye.
Mînaka cihkî: Ez li cihekî sekinîme cihê ku berê min lê ye pêşiya min e.
Cihê ku paşê min pê de ye paşiya min e. Wek “ön-arka ” ya tirkî
Mînaka demkî: dema ewil/ pêşiyê kalikê min hat dinyayê, paşê bave min, paşê ez hatim û paşê wê zarokên min werin.
Rojên pêşiyê bav û kalên me hebûn, rojên niha em hene , rojên paşê jî zarokên me wê hebin.
Lewra ji gotinên bav û kalan yên bi hezaran salan pêşiya / berî niha hatine gotin re dibêjin: “Gotinên Pêşiyan” . Wek “önce-sonra ” ya tirkî.
Mînak:(cihkî)
Pêşî: ön
Paşî: arka
Mînak: (demkî)
Pêşî: önce
Paşî: sonra
Ji ber ku “geçmiş” û “gelecek” a tirkî jî bi demê re têkildar e, em nikarin li şûna “gelecek” a tirkî (pêş) a cihkî bihînin pêşiya ( roj) a ku beşek ji demê ye û bikin( pêşeroj) . Yanî “pêş” a cihkî “ön” û “roj” / “gün” bên ber hev ,wê bi mantiqa tirkî jî peyveke şaş ya wek “öngün” derkeve meydanê.

Axa Kurdikî

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply