Pirsgrêkên Rastnivîsa Kurmancî

Alozî û tevlihevbûnên rêzimanî pirr û hindik di her zimanî de he ne. Ji ber ku perwerdehîya zimanê me tune ye û rêzik û qeydeyên zimanê me ji rûyê bikaranînên kesane de ( yên ku ji zanistîya ziman dûr ) hê tam rûneniştîye, di nivîs û qisedanên me de gellek şaşî û çewtî he ne. Em hemû Kurd, van alozî û çewtîyan tînin ziman, lê belê em, ji bona van pirsgirêkan ji holê rabikin, tu tiştek nakin !

 

Ji ber ku perwerdehîya fermî ya zimanê me tune ye, hinek rêzik, qeyde û bikaranînên rêzimanî di zimanê me de tam rûneniştîye. Ji ber vê yekê di nivîsê de bikaranîna qertaf, bêje û hevokan de hevkarî çê nebûye û çê nabe. Her wiha gengeşî û alozî di nivîsên zimanê me de derdikevin holê. Eger em bixwazin di qisedan û nivîsên zimanê me de hevkarî û hemrengî çê bibe, divê em di Kurmancî de devokek û qisedana deverek wek bingeh bigirin û di axaftin û nivîsandinê de bikar bînin. Lê belê heta niha di vê qadê de tu xebat û hêzek derneketîye holê ! Meriv dikare bibêje her bajar û bajarîyek, her gund û gundîyek bi devokên xwe dinivîse. Her wiha di qada xalbendî û rastnivîsa zimanê me de pirsgirêk û alozî çê dibe. Divê, em ji axaftinên deverî û devokan re rêzdar bin, dibe ku di nivîsê bûyerî de ( çîrok, roman, bîranîn… ) taybetmendîyên devokî bên bikaranîn, lê belê, pêwiste ku di qisedan û gotarên rewşenbîran de û di nivîsên ramanî de hevkarî û hemrengî he be !

Eger em bikaranîna zimanê xwe hevkare nekin û di binê bandora bikaranînên kesane û deverî de bimînin zimanê me ji alozî û tevlihevbûnan xilas nabe.

Bi rastî bikaranîna hevkar ya zimanan bi alîkarîya xebatên ferhengî û rêzimanî çê dibe. Axaftina ku di nav gel de tê bikaranîn û berhemên me yên klasîk ji bo berhevkarîya bêjeyan û rêzik û qeydeyên rêzimanî çavkanî û bingehên girîng in. Ji bo vekolîn, pêşxistin û dewlemendkirina zimanê me, divê meriv xebatên rast bi bingehên zimannasîyê çê bike. Lê mixabin hinek nivîskar û têkildarên ferheng û rêzimanên zimanê me wexta berhemên xwe çê kirine, ji çavkanîyên rast sûd û bingeh negirtine û ji bo berhevkarîyê di qad û deveran de negerrîyane û xebatên xwe çê nekirine ! Her wiha, li ser maseyê, bi bêjeyên ku ji taybetmendîyên Kurmancî dûr hebanok û ferheng; bi rê û rêbazên zimanên bîyanî jî rêziman nivîsandine. Bi vê şêweyê bûne sedemên « zimanekî çêkirî » û qisedan û nivîsên me xirab kirine !

Herkes bi rewşeke kesane Kurdî bikarbîne gelo çawa dibe ? Bikaranîna zimanê me çima gelo hevkare nin e ? Ji bo qisedan û nivîseke zelal û ji xeletên rastnivîsê dûr, berpirsîyarîya me çi ye ? Bersivên van pirsan yên herî balkêş û girîng meriv dikare wek jêrîn xal bi xal bide rêzê.

a) Îro di zimanê me de, qisedanên deverî li pêş qisedanên gelerî û netewî tê girtin. Her eşîretek, gundek û deverek ji xwe re teşeyek qisedanê çê kirîye. Ji alîyê hinek kesan de devok wek zimanê hevkar tê sepandin.

b) Di qadên çapkirin û weşanê de jî, rengereng bikaranîn û nivîsandin çê bûne û çê dibin. Her çapxane û weşanxane bi zimanekî û bi rêzik û qeydeyên xwe yên çêkirî dinivîsîne û diweşîne.

c) Her sîyaset û fraksîyonek di nivîsên xwe de rêzik û qeydeyên cuda bikar tîne. Bi gorî nivîs û qisedanên wan kî cuda qisebike û binivîse – rasterast ji orta kitêbê binivîsînin û qisebikin jî – Kurmancîya wan rast nahesibînin.

d) Bikaranîna ziman de divê em aqil û hişek hevbeş bidin pêş xwe. Çiqas meriv ji hiş û aqil dur bikeve ewqas şaşî û çewtî çê dibe. Bi rastî di bingehên zimanê me de alozî tune ye. Alozî ji qisedan û nivîsandinên kesane derdikeve holê !

e) Ji ber ku em rê û rêbazên hevkare bibînin divê em ji rêzik û qeydeyên zanistîya ziman dûr nekevin. Lê belê hinek rêzimanên Kurmancî de gellek mijar bi rewşên « kesane » hatine şîrovekirin û nivîsandin. Bi vî awayî zimanê me wekxweyî û xwezayîya xwe winda dike, ji zanistîya ziman dûr dikeve. Meriv dikare bibêje ku ji alîyê hinek nivîskar, rewşenbîr û rêzimannivîsan de zimanekî « çêkirî » hatîye sazkirin û jê re « Kurdîya akademîk » Divê nivîskar û rewşenbîr di axaftin û berhemên xwe de ji ruh û xwezayîya zimanê me dûr nekevin.

f) Meriv wexta li hinek mijarên ku di rêzimanan de hatine şîrovekirin û hinek bêjeyên ku di ferhengan de hatine berhevkirin mêze dike, tê de ne bingehên zanistîya ziman ne jî vaca qisedana zimanê me dibîne !

Ji ber ku pirsgirêk û alozîyên zimanê xwe em serrast bikin, bi zêdeyî di kîjan mijaran de çewtî û şaşî hebin, divê meriv wan wek jêrîn xal bi xal dahûrîne û şîrove bike.

 

1. Pirsgirêk û Alozîyên di Sazîya Bêjeyan de

 

a) Di Kurmancî de pêşqertafên sazîyê tune ne û perçeyên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin bêje ne qertaf nin in. Bi gelemperî di mijara qertafan de tevlihevîya bêjeyên pêkhatî ( çêkirî ) û hevedudanî derdikeve holê. Di hihek rêzimanan de bêjeyên pêkhatî û hevedudanî de tevlihevî çê bûye. Bêjeyên « hem+dem û dem+sal » hevedudanî ne û bêjeyên « saz+î û got-ar » jî pêkhatî ne.

 

b) Hemû qertafên sazîyê paşqertaf in.

 

     Aloz-î                   ewr-ahî           ger-and-in      heval-tî            kir-de              nav-dar-î

 

c) Pêşqertaf û paşqertafên tewandinê yên lêkeran he ne.

 

Di-nivîsîn-im              Bi-nivîsîn-im              Di-nivîsîn-in               Bi-nivîsîn-in

Na-nivîsîn-im             Ne-nivîsîn-im             Na-nivîsîn-in              Ne-nivîsîn-in

 

d) Navqertaf di Kurmancî de tune ne.

 

Hemu perçeyên rêzimanî yên ku di hinek rêzimanan de navqertaf hatine hesibandin, meriv dikare wek  « tîpa ahengê »  binav bike. Her wiha di navbera du bêjeyan de tîpa « -e- » yê tê bikaranîn û bêjeyên hevedudanî saz dikin. Lê miqabil, tîpa ahengê di van rêzimanan de wek qertafek sazîyê hatîye hesibandin.

 

Bel      guhê bel                                             bel-e-guh

Kele    kele-y-a reş                                         kel-e-reş

            mêrê wek kele                                    kel-e-mêr

Tel      tarîyê de telatel hatim                        tel-e-tarî

           

e) Gîhanek, ji alîyê hinek nivîskarên rêzimanan de navqertaf hatine dîyarkirin. Lê belê divê meriv bizanibe ku « gîhanek » qertaf nin e û bêje ye ! Eger di sazîya bêjeyên hevedudanî yên bi hev ve zeliqandî nebe, divê di navbera du bêjeyan de cuda bê nivîsandin.

 

Yek û yek                  Yek-o-yek

Ser an ser                   Ser-an-ser  

 

f) Daçeka « bi» jî di hinek rêzimanan de navqertaf hatîye dîyarkirin. Meriv divê bizanibe ku, wek gîhanek « daçek » jî bêjeyên serbixwe ne. Divê, xênjî bêjeyên hevedudanî û yên kelijandî de, di navbera bêjeyan de cuda bê nivîsandin.

 

bi rû                      Rû-bi-rû

bi rê                       Rê-bi-rê

 

g) Di Kurmancî de hinek bêje bi alîkarîya bêje û qertafên zimanên bîyanî û zaravayên me yên din hatine sazkirin. Di nav van bêjeyan de çend mînakên balkêş « cam-ker, derew-ker, şerm-ker, temaşe-ker ( û temaşe-ger ), xwîn-er » e. Di zaravaya Kurmancî de qertafa « –ker» tune ye. Divê, di Kurmancî de, bêjeyên hanê bi rêzik û qeydeyên çêkirina bêjeyan wek « cam-kar, derew-în û derew+kir, şerm-în û şerm+kar, temaşe-kar û temaşe-van, xwend-e-kar û xwend-e-van » bên bikaranîn.

 

Gelo em bibêjin « Jina mal-ker » yan « Jina mal-kir » ?

 

h) Bêjeyên « da, hil, ra, rû ( û ro ), ve, wer » wek qertafên sazîyê hatine nimandin, her wiha di gellek rêzimanên Kurmancî de wek « pêşqertaf » hatinê hesibandin û di van rêzimanan de ji lêkerên ku bi van bêjeyan destpêkiribin re jî « lêkerên pêkhatî » hatine gotin. Bi gorî rêzik û qeydeyên rêzimanî, lêkerên «  bûn, dan û kirin »  di sazîya lêkerên hevedudanî de her gav li pê bêjeyên navîn ( nav, rengdêr, cînav… ) tên û sazîya lêkerên hevedudanî çê dikin. Ji ber ku hemû bêjeyên taybetwate « da, hil, ra, rû û ro, ve, wer, vê » bi van lêkeran re û bi çend lêkerên din re tên bikaranîn ( ra+bûn, hil+dan ve+kirin û +xistin ), ev lêkerên hanê « lêkerên hevedudanî  » ne.

 

2.Bikaranîna Tîpa « î » yê li ber « y » yê

 

Di bêjeyan de li pê tîpa « î » yê tîpa kelijandinê « y » bê bikaranîn gelo çima tîpa « î » yê tê guherandin û dibe « i » ? Tu kesekî vê mijara hanê zelal nekirîye û ev mijar li ser bingehek zanistîya rêzimanê rûneniştîye.

Di vê mijarê de meriv rastê tu qeyde û pêşnîyarek meqbûl û maqûl nayê. Hevnegirtîyek balkêş ew e ku em him dibêjin zimanê me fonetîk e him jî dengên ku ji devên me derdikevin em diguherînin!

Dema ku tîpa « î » yê bê windakirin û guherandin, di sazîya bêjeyan de alozî derdikeve holê û aheng û rengê xwendinê jî xirab dibe. Ji xwe fonetîka « i û y » yê li ber hevdu – eger ku meriv baş bilêv bike – li hev nayên û herikandina qisedan û xwendinê de alozî çê dibe. Mînakên jêrîn meriv eger baş bixwîne û dengên wan baş bilêv bike, rastî û nerastîya vê mijarê dibîne !

 

Çewt Rast
Sipas ji bo agahdar-i-y-a te.

Gund-i -y-an li me xistin.  

Ç-i-ya li ser ç-i-ya.

Sipas ji bo agahdar-î-y-a te.  

Gund-î-y-an li me xistin.  

Ç-î-ya li ser ç-î-ya.

 

Celadet Bedirxan pêşnîyaza vê rewşê kirîye, lê belê di hinek hijmarên ( 1-9 ) Hawarê de jî « –î »  li ber « –y- »  yê wek xwe hatîye nivîsandin.

 

Bêjeya « Kurdî » gelo em çima bikin « Kurdi » ?

 

3.Bêjeyên ku Dever bi Dever û Devok bi Devok Cuda Tên Bikaranîn

 

Hinek bêje di bikaranînên kesane de cuda tên bilêvkirin. Em ji niştecîyên ku di gundekî û taxekî de dijîn re « cînar » bibêjin an « cîran » bibêjin ? Sazîya ku li ser av û çeman ( ji bona derbasbûnê ) çêkirî re gelo em « pir » û an « pire » bibêjin ? Dîsa me hînga rastîya bêjeyên « pêş » û « paş » ê ji hev dernexistîye ! Gelo « pêş » î û « paş » îya me kîjan hêl e ?

Derman û çareserîya van bikaranînên cuda û çewt, rê û rêbaz û rastnivîsa zimanê me ye !

 

4.Dengên Lerzokî û Yên ku bi Şid Tên Bilêvkirin ( « l » yê wek « ll » û « r » yê wek « rr » )

Di hinek bêjeyan de dengên lerzokî, ji ber ku bi lerz û bi şid tên bilêvkirin, divê di nivîsê de bi dubarekirina tipên van dengan bên nîşandan. Lê miqabil di nivîsan de lerzokîya van dengan nayê dîyarkirin. Her wiha di xwendinê de alozî çê dibe. Di xwendinê de wextê pêwistî bi dîyarkirina lerzê û şidê hebe nivîsê de bi du tîpan ango bi « ll û rr  » yê bên dîyarkirin hêsanî û rastîya xwendinê çê dibe.

          

Mell ( ey ) ê gundê me xweş bang dide.

Di gellek mijaran de pirsgirêk he ye.

Çill ( ey ) ê paşîn.

 

Çirrîna avê guhê me bir.

Wextê birrîna pez ezê deynê xwe bidim.

Pirr qise neke !

 

5.Bêjeyên bi dengên sert û bêjeyên bi dengên nerm yên ku bi tîpên « ç, k, p, t » yê destpêdikin bi şaşî wek bêjeyên hevdeng hatine hesibandin.

 

Çil bizinên me hebûn.            Evê hanê çil dîsa hat !

Birîna min kew girtibû.          Birayê min du kew girtibû.

Para min çi ket ?                   Sala par tu li ku derê bû ?

Seyro tu kir nav çavên wî.     Tu ji darê de diweşîyan.

 

Di mijara dengên ku bi van tîpan ( ç, k, p, t ) hatine dîyarkirin de wek di mînakên jorîn de xuya dike tevlihevî he ye. Çil, kew, par û tu di hevokan de bi wateyên cuda û bi dengên cuda hatine bikaranîn. Divê meriv fonetîkên wan rast bilêvbike û herdu dengên ku bi tîpên « ç, k, p, t » yê hatine dîyarkirin, ji hev cuda bi tîp û îşaret bike.

 

6.Bikaranîna Zayend û Pirjimarîya Navan

 

a) Zayend di Kurdî de û bi taybetî zaravaya Kurmancî de taybetmendîyek bingehîn e. Her wiha di zimanê me de hemû nav ( û heyîn ) bi zayend in. Di nivîsandin û qisedanê de şaşî û alozîyên zêde di mijara zayêndê de çê dibe. Di gellek zimanên Hind-Ewropî de zayendên navan he ne û nav bi gorî zayendên xwe tên gotin û tewandin. Navên nêr û .

Eger em di zimanê xwe de zayendê bikar neynin, ji bingeh, rastgotin û rastnivîsa Kurmancî dûr dikevin. Her wiha nivîs, qisedan û gotinên çewt yên wek jêrîn derdikevin holê :

 

ÇEWT RAST
Bav-a min îro hat dibistan-ê min.

Nav-a qîz-ê te çî ye ?

Av-ê Gund-a we sar e.

Bav-ê min îro hat dibistan-a min.

Nav-ê qîz-a te çî ye ?

Av-a Gund-ê we sar e.

 

b) Divê nav bi gorî şert û mercên pirjimarîyê jî di nivîsê de bên tewandin. Di hinek nivîs û gotinan de Qertafên pirjimarîyê « -an » û « -ên » rast nayên bilêvkirin û nivîsandin. Di hinek nivîsên Kurmancî de, ji rêzik û qeydeyên rastnivîsê dûr, pirjimarîya navan de jî şaşî û alozî he ye.

 

ÇEWT RAST
Şivanê Kurd-a

Evar-a em diçûn oda mêr-a.

Gund Tatosê

Sêv-ê Artemêtê sor bûne.

Şivanê Kurd-an

Evar-an em diçûn oda mêr-an.

Gund-ên Tatosê

Sêv-ên Artemêtê sor bûne.

 

Di vê alozîyê de qertafên pirjimarîyê û zayendê tevlihev dibin û rêzik û qeydeyên rastnivîsê bi cî û war nabin. Qertafa « -an » ê wek qertafa zayenda mê « -a » û ya « -ên » ê jî wek qertafa zayenda nêr « -ê » yê tê bikaranîn ( Mala Kurd-a(n), Kurd(n) Başûr ).

Mijara zayendê bingeha xwe ji navan digire. Lê belê di tewandina lêkeran de, di cînavên kesîn yên sêyemîn de, di rengdêran de û di halên bangê ( vocatif ) de jî bikaranîna zayendê he ye.

Di hevoka « min xêr ji te nedît-o » de ku jê xêr nayê dîtin « mêr » e. Dîsa di hevoka « min xêr ji te nedît-ê » de ya ku jê xêr nayê dîtin « jin » e. Zayendên wan ji qertafên « -o û -ê » yê tê zanîn.

Ji bo cînavên kesîn jî meriv dikare wiha mînakan bide :Te xêr ji nedîtîye ?  – Ji wê (  ji Berhîv -ê ).  -Te xêr ji nedîtîye ?  – Ji wî ( ji Bager-î ). Wek di mînakan de tê dîtin, eger meriv bersivê bi cînavan bide ji bona zayenda mê « wê » ji bo zayenda nêr « wî », lê eger bersiv bi navan bê dayîn, navên mê qertafa « -ê », yên nêr jî qertafa « -î » ye digire.

Bikaranîna rêngdêrên nîşandanê « vê / vî » û « wê / wî » de jî, di nivîs û qisedanê de, şaşî çe dibin. Bi gorî zayendê rast nayên gotin û nivîsandin. Divê ji bona navên nêr cînavên « vî û wî », ji bona navên mê jî cînavên « vê û wê » bên bikaranîn.

Di mijara halê bangê ( vocatif ) de zayend wiha tê bikaranîn.

 

Lo kuro dîno ! ( ji bo mêran )                       Lê keçê dînê ! ( ji bo jinan ).

                                              

7.Daçekên « de – da , re – ra , ve – va »

Di axaftinên gellek dever, kilam û berhemên klasîk de daçekên ku wek « da, ra, va » hatine bikaranîn, di çap û nivîsên me de bûne « de, re, ve ».

Gelo em kîjan gotin û nivîsên jêrîn qebûl bikin, kîjan bikaranînên van daçekan rast in ?

                                                                                                               

« da, ra, va » « de, re, ve »
Tu di dilê min da pirr şirînî.

Min ji te ra ne got?

va zeliqî bû.

Tu di dilê min de pirr şirînî.

Min ji te re ne got?

ve zeliqî bû.

 

Çend alozî û tevlihevbûnên balkêş yên zimanê me li jorîn hatine şîrovekirin. Dibe ku ji van alozîyan zêdetir alozî hebin û dibe ku heta niha nehatine bilêv kirin ! Ji ber ku heta ji destên min hatîye min mijar wek kurtenivîs amade kirîye, dibe ku, min jî hemû çewtî û alozî neanîbe ziman.

Divê em hemû Kurd, ji bona dewlemendbûn û rengînîya Kurdî ked û xebatan bikin. Ji ber ku rexnekirin û xwerexnekirin hêjayîyên merivan ne, pêwiste ku em kêmasî û şaşîyên xwe qebûl bikin û zimanê xwe bi bingehên rêzimanî bikar bînin. Eger em van rêzikan bi dil û can bi cî bînin, hemû çewtî û alozî jî ji holê radibin. Ji bo zimanekî hemreng, pêwiste ku em di qisedan û nivîsên xwe de şaşî û çewtîyan çê nekin û zimanê xwe rast bikar bînin.

Di dawîyê de meriv dikare bibêje : « Em, rojane di bikaranîna zimanê xwe de kêmasî û şaşîyan dibînin û di devê xwe de wek « benîşt » dicûn, lê belê em çavên xwe digirin û çareserîyên wan nagerin ». Çavgirtin, ji pirsgirêkan re, nabe çareserî ! Dive em hemû çewtî û kêmasîyên bikaranîna zimanê xwe bînin ziman û bi distûrek zanistî wan çareser bikin. Rêya rast ya nivîs û qisedanên hevkar, li ser bingehên zanyarîya ziman, bi rêzik û qeydeyên rastnivîsê tê dîtin.

 

Çavkanî                                     :

  1. Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot, Grammaire Kurde ( Dialecte Kurmandji ), Paris 1970
  2. Samî Tan ,Rêzimana Kurmancî ,Stenbol, Weşanên Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê çapa 2., Adar 2011
  3. Hasan Kaya, Zana Farqînî, Sami Tan, Em Zimanê Kurdî Binasin, Stenbol, Weş. Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê, 2001
  4. Arif Zêrevan, Bingehên Rastnivîsandina Kurdî ( Kirmancî ), Stockholm, NEFEL,1997
  5. Qanatê Kurdo,1991 ,Gramera Zmanê Kurdî kurmancî-soranî,İstanbul,Weşanên Roja Nû çapa 2, 335 rûpel
  6. Îzolî, D. Ferheng Kurdî-Tirkî Türkçe-Kürtçe, İstanbul, Deng Yayınları,1999
  7. Nasir Kemaloglu, Alozî û Tevlihevbûnên di Kurmancî de, Nûbihar 145, Istanbul, Payîz 2018
  8. Nasir Kemaloglu, Dengên Kurdî Yên ku bê Nasname mane, Nûbihar 142, Istanbul, Zivistan 2018
  9. https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/home/hemu-iy-di-her-rewse-de-dibin-iy-i-u-y-tucari-bi-hev-re-nayen-bikaranin, 09.04.2021
  10. http://www.zazaki.net/haber/zaravayn-kurd-1986.htm, 07.11.2021
  11. http://krd.riataza.com, bijartina-pasdaceken-da-u-ra/ 29.09.2020

 

Nasır KEMALOĞLUKovara Deng – 29.04.2022

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply