Baxê biheşt e gundê me biharan
Currenebat tê da b’heddê hezaran
Pir geriyam îro li ser van çiyan
Ca ez hîn bim bo xwe navê hin giyan
Hin giyayên me şîfa û derman in
Hin cûrre jî nexweş û jehr û jan in
Pir bi coş in kanîyên ber belekan
Ez dê bêjim niha navê çendekan
Ewil Kurmatkê da adarê silav
Berbizînga min ferişî li ber çav
Ser hildaye wextê xwe nake dereng
Taca serê her pincaran e Kereng
Ji ya zerek em çêdikin benîştan
Ya reşek jî dewatir ji niviştan
Xîtik û Serşing ne ji kêman in
Li demsalê mehê carek mêvan in
Xweş hekîm in ev Gurên û Nêrebend
Pir biqedr in wek bazinan bêxe zend
Alîkarê herduwan e ev Gezing
Derbşewat e mirov dêxe ber hezing
Belgbirîn e der dike edab û nêm
Çiqas ez bidim pesnan dimînim kêm
Şîrê Kerînganê nexe firaxê
Yê vexwarî ew ketiye çiraxê
Destbirayê wê ne Xûrşîl û Şîlan
Mil dane hev dûr nabin ew ji hîlan
Sed emanet necû tu Kariya xav
Ji êşa zar hêsrên zûwa tên ji çav
Famîlek in Heliz, Kerkur û Çever
Ji malê ye Pazrûka me her dever
Xweş nîn e bira wan d’westînin palan
Ev Tehlî di gel Çîçirik û Pûjan
Wargehê Guhbizîngê kaş û xîjek
Pir bi tam e nav tirşikan ev Pêjek
Ji vir naçim hûn bizanin vê carê
Heta nexwim sîremasta Parparê
Nekim qala Siping, Şirêşt û Çorîn
Dixeyide Kurad li milka jorin
Penîrê me bê Siyabo nake kar
Çamanê jî li nav didin gelek car
Keyfxweş dibe lorika han bi Sowê
Qaşim jî xweş û şîn e li dev cowê
Zevya mela çi zer dike ji Çûngê
Sermest kirim bêhna Cantir û Pûngê
Dev bernade ev Sîrka kun ji mêrga
Sêbelgowê qet tu nevêje ber Ga
Xwerê kerê her Kîvar û Kerbeş e
Lê Xelendor nazik û pir keleş e
Çendî xweş bin jî ew Karnûk û Xerdel
Gûrizê di gel ewan nakim berdel
Nefelên kûvî ne Mambel û Ormex
Dikêşim cixarê bi tutna Herwex
Terazin kemilye ji Masîcarkan
Mêş bo hingîv jê hildide barikan
Gava şivan pez xiste gerîbêrê
Min xwe gehand Tirşoka ser şikêrê
Keyf dike di nav Ket û Kurînganan
Gava bira pez bikeve zîyanan
Giyasînem kulilka dest dildaran
Her tim geş e wellehî çar demsalan
Li hafê xuya kir nêriya Mendê
Hûn nizanin cend meh in ez li bendê
Tîjtîjok li dehlê Kefkef li bestan
Pîvoka rengsedef ilham bo hestan
Li der şkeftê raketye Belgsemedî
Nadir e Giyabano lê be xwedî
Xweş dizanim tête bîram wek îro
Şûna sabûn me por dişûşt pê Hêro
Keyê pincarên me bizane Rêvas
Ji kerba wî diçim çiyê bi pêxwas
Dehla gundê Mem her zûmrîdê kesk e
Jê tê bêhna Binefşa şibhê misk e.
Memê Miksî