Pirsek ji weşanxaneyên kurdî

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser tiştekî qet bala kesî nakişîne, li ser şiklê, sîstema nivîsîna navên kitêbên kurdî bisekinim.

Weşanxaneyên kurdî her cumleya navê kitêba diweşînin (derdixin) bi piranî bi versalekê, yanî bi herfeke mezin dinivîsin. Navê kitêbê çend gotin be her gotinê bi herfa mezin dinivîsin.
Em ferz bikin navê kitêbê wiha ye:

-Dema ez zarok bûm.

Weşanxaneyên kurdî her peyva vî navî bi wersalekê, yanî bi herfeke mezin dinivîsînin.

Ev yek ne rast e, şaş e.

Numûne:

-Dema Ez Zarok Bûm.

Çima wiha dinivîsin?
Nivîsîna bi vî hawî li gorî kîjan îmlayê rast e?

Bi dîtina min ev şaş e. Dibê ya meriv tevayîya nav bi herfên mezin binivîsîne, ya jî bi herfên biçûk. Wek numûne:

-DEMA EZ ZAROK BÛM
-dema ez zarok bûm
-Dema ez zarok bûm
Lê belê weşanxaneyên kurdî vî navî wiha dinivîsin:
-Dema Ez Zarok Bûm
Nivîsîna bi vî hawî li gorî rastnivîsa kurmancî şaş e, ne rast e.
Li Swêd kes wiha nake. Çimkî cumleya destpêkê tenê bi herfa mezin dest pê dike, ne her gotin.
Ezê navê çend kitêban wek numûne bidim:
-Hinara Dawî ya Dinyayê/Avesta
-Desteyek ji Çîroka Jiyana Min/Doz
Bîranîn û Şahidîya Hinek Bûyeran/Perî
-Gava Ku Masî Tî Dibin/Lîs
-Çil Sal Xebat di Riya Azadiyê de/Avesta
-Qedrî Can Hemû Berhemên Wî/Belkî
Ev sîstem şaş e. Meriv kane viya bi sê şiklan binivîsîne:

Numûne 1.
-Hinara dawî ya dinyayê/Avesta
-Desteyek ji çîroka jiyana min/Doz
Bîranîn û şahidîya hinek bûyeran/Perî
-Gava ku masî tî dibin/Lîs
-Çil sal xebat di riya azadiyê de/Avesta
-Qedrî Can Hemû berhemên wî/Belkî

Numûne 2.

-hinara dawî ya dinyayê/Avesta
-desteyek ji çîroka jiyana min/Doz
-bîranîn û şahidîya hinek bûyeran/Perî
-gava ku masî tî dibin/Lîs
-çil sal xebat di riya azadiyê de/Avesta
-Qedrî Can hemû berhemên wî/Belkî

Numûne 3.

-HINARA DAWî YA DINYAYê/Avesta
-DESTEYEK JI ÇîROKA JIYANA MIN/Doz
BÎRANÎN Û ŞAHIDîYA HINEK BÛYERAN/Perî
-GAVAKU KU MASÎ TÎ DiBIN/Lîs
-ÇIL SAL XEBAT DI RIYA AZADIYÊ DE/Avesta
-Qedrî Can HEMû BERHEMêN WÎ/Belkî

Ne hewce ye ez numûneyan zêde bikim, heger navê kitêbê ne bi herfên mezin be, hema hema navên kitêbên kurdî hemûyan her peyv bi herfa mezin dest pê dike.

Ev ne di kitêbên kurdî tenê da wisa ye, di kitêbên tirkî da jî eynî sîstemê bi kar tînin.
Wek min got, li Swêd kes wiha nake, di nav kitêbên xwe da min numûneyeke wek ya me kurdan nedît. Tirk wiha dinivîsin Lê dibê em wek tirkan nenivîsin. Tirk navê roj û mehên miayen bi herfên mezin dinivîsin. Navê miletan û zimanan jî bi herfên mezin dinivîsin.
Lê li gorî Rêbera Rastnivîsînê meriv dibê meriv navê “gel, netew û zimanan” bi herfên biçûk binivîse.

Swêdî navê kitêbekê gişî ya bi herfên mezin(versal) ya jî bi herfên biçûk(gemen)dinivîsin. Ya jî herfa serî tenê mezin e.

Yanî meriv kane ji van hersê numûneyên min li jor da bi yekê binivîse.
Lê belê her gotina navê kitêbekê bi herfeke mezin nivîsîn şaş e, ne li gorî îmleya kurdî ye, ne li gorî îmleya tirkî ye û li gorî ya swêdî ne rast e.

Weşanxaneyên me çima wiha dikin ez nizanim. Bi baweriya min dibê weşanxaneyên kurdî li ser vê meselê bifkirin. Meriv her gotina navê kitêbekê bi herfa mezin dest pê nake, nanivîsîne. Tu mantixeke viya

——————–

Remzî Kerîm: te 3-4 cara gotiye navên kitêban eger ji 2 gotin û zêdetir ji 2 gotinan pêk bên, hemû gotinan bi girdekê dest pê kirin, şaş e, li gor îmlaya kurdî şaş e, ne rast e. Lê te carekê jî negotiye ÇIMA ŞAŞ E…..Bi tirkî hemû gotinên navên pirtûkan, şirketan, dezgehên resmî ûhwd hemû gotin bi girdekê dest pê dikin. Lê hin cara di reklam û navên pirtûkan de azadîyek peyda bûye, li gor rêzikên rastnivîsînê nanivîsin.

Zinarê Xamo : Ez zanim tirk navê miletan, zimanan û şîrketan bi herfên mezin dinivîsin. Navê hin kitêban jî wiha dinivîsin. Jixwe em jî di bin tesîra wan da mane. Lê îmla me û ya tirkan ne wek hev e. Li gorî Rêbera Rastnivîsa kurmancî navê zimanan, mehan, demsalan, miletan bi herfên biçûk tê nivîsîn.

Min sê numûne dane, bi ya min dibê meriv ji wan yekê bi kar bîne.

Bi ya te “Gava Ku Masî Tî Dibin ” rast e?

Ez dibêjim şaş e, dibê meriv wiha nenivîse. Herfa destpêkê tenê mezin bes e. Ya jî meriv gişî mezin ya jî biçûk dinivîse.

Mem Dogala : Ev pirs di serê min de hebû. Min ji çend kesan pirsî, min bersivek musbet nestand. Saeta te xweş, te baş û bi awayek xweş şîrove kirîye. Her bijî keko. Hêvîdarin ku çavên te baş bûye. 

Zinarê Xamo : Ez zanim tirk navê miletan, zimanan û şîrketan bi herfên mezin dinivîsin. Navê hin kitêban jî wiha dinivîsin. Jixwe em jî di bin tesîra wan da mane. Lê îmla me û ya tirkan ne wek hev e. Li gorî Rêbera Rastnivîsa kurmancî navê zimanan, mehan, demsalan, miletan bi herfên biçûk tê nivîsîn.

Min sê numûne dane, bi ya min dibê meriv ji wan yekê bi kar bîne.

Bi ya te “Gava Ku Masî Tî Dibin ” rast e?

Ez dibêjim şaş e, dibê meriv wiha nenivîse. Herfa destpêkê tenê mezin bes e. Ya jî meriv gişî mezin ya jî biçûk dinivîse.

Remzî Kerîm: Min berî nîv saetê mîna te nivîsandibû!!!!

Remzî Kerîm : ez dibêjim Rêbera rastnivîsînê, beşa Girdek-Hûrdeka dîsa bixwîne. Dinivîse navên pirtûkan, dezgehên resmî û neresmî, şirketan ûhwd serenav in û divê hemû gotinên wan bi girdekê dest pê bikin. Te belkî şaş xwendiye. Lë herhal girdek yan hûrdek TERCîH in û yek ji wan jî li gor îmlayë NE ŞAŞ E.

Zinarê Xamo : Min navê çend kitêban numûne daye. Mesela, “Gava Ku Masî Tî Dibin “

Ev nav rast e ya na?

Navê kitêbeke bi swêdî wiha ye:

-Blod är toockare än vatten(Xwîn ji avê tîrtir e)

Yanî swêdî navê kitêban herfa serî tenê mezin dinivîsin.

Bi kurmancî ewê navê vê kitêbê wiha bûya:

-Xwîn Ji Avê Tîrtir e.

Li gorî te kîjan rast e?

Çima emê new ek swêdî lê wiha binivîsin?

Remzî Kerîm :bi ya min bi her du awaya jî rast e. Hin zimana serenav -özel ad- ji çend gotinan jî pêk bên mîna NAVEKÎ qebûl kiriye û bi tenê gotina pêşî bi girdeka dinivîsin. Hin ziman her gotina serenavan bi girdekê dinivîsin. Ev tesîrê li têgihiştina wateya peyvan nake. Hin kurd li gor rastnivîsîna tirkî, hin ya almanî, hin ya swêdî dinivîsin. Pirsgirêk me li ser YEK awayî tercîh yan biryar nedaye. Lewra heman tişt 3-4 awayên cida tên nivîsîn.

Zinarê Xamo : Numûneyeke din jî:

Navê kitêba Arif Zêrevan wiha ye:

-Bingehên rastnivîsandina kurdîyê(kirmancî)

Li gorî îdîa te ev nav şaş e, dibê her herfa serê gotinê mezin bûya.

Remzî Kerîm : wee. Kengê min gotiye şaş e????????xuya ye tu bersiva min jî naxwînî baboo.

Zinarê Xamo : Bi ya min meriv li ser hawakî biryarê dide baştir e, ya bi vî hawî, ya bi wî hawî. Derdê min jî hev e.

Zinarê Xamo : Sipas, min fêm kir.

Remzî Kerîm : min berî nîv saeta mîna te nivîsandibû!!!!!

Remezan Tepeli: Kek Zinar, gor rast niwîsa tirkî serî (başlık) her peyw bi tîpa mezin tê nîvîsandin.

Nav, paşnav tîpên serî gerek mezin bi.

Navên hûsûsî (ozel) bî tîpên mezin tên nîvîsandin. Bi gor vî şertî navên pirtûkan jî hûsûsîye, vî wextî gerek navê pirtûkê bi tîpên mezin vere nîvîsandin(yan giş yan tîpên serî mezin bi).Rast nivîs

Bi gor her zimanî ferq diki, naki ez nizanim.

Zinarê Xamo: Sipas ji bo şiroveya te Remezan.

Di mesela rastnivîsê da di nava me da yekîtîyek tune ye. Yanî em ne tam wek îmla tirkî dinivîsin û ne jî wek ya swêdî.

Tirk navê miletan, zimanan, lehçeyan, navên dîn û mezheban bi herfên mezin dinivîsin.

Lê li gorî Rêbera Rastnivîsînê dibê meriv navên gel û zimanan bi herfên biçûk binivîse.

Tirk peyvên ji navên herêman, bajaran çêbûne bi herfên mezin dinivîsin.

Numûne: qerejdaxî, berferatî, mêrdînî, swêdî bi herfên mezin dinivîsin. Lê Rêbera Rastnivîsînê dibêje bi herfên biçûk binivîsin.

Wê demê dibê em navên kitêban jî ne li gorî îmla tirkî, li gorî ya swêdî binivîsin, ya jî di vî warî da yekîtiyekê çêkin.

Bi ya min meriv wek îmla swêdî binivîse baştir e.

Zinarê Xamo

Ji rûpela zinarexamo.blogspot.com ê hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply