Mesela Habîl û Qabîl

Adem û Hewwa li bihuştê jiyanek kamran didomandin. Nizanîbûn tirs çi ye; westabûn çi ye. Xweda ji ber ku Hz.Adem û Hewwa îmtîhan bike her tişt helal kir  tenê darek mêwe ji wan re qedexe kir ku nêzê vê darê nebin. Şeytên wan xapand nêzê darê bûn. Ji ber wê Xweda lwan daxist rûerdê.

Zemînê bi darên bilind û giya ve pêçayî, bi zinarên dijwar û kendalên tirsehêz ve tijî dîtin. Li her derê heywanên hov, piling, fîl, keftar û tilûrên hov hebûn. Ji ber tirsa wan heywanan, xwe avêtin şikeftek bilind. Gava birçî bûn, wekî li bihuştê bûn; xwarina xwe li nêzîkê xwe, bi hêsanî nedidîtin. Hz. Adem neçar dima, li nav dar û daristanan xwarin digeriya.

Êdî ji bo xwarin bi dest xe, divabû bixebitiya, biwestiya û xwêdan birijanda. Hewwa jî jê re alîkarî dikir û dibû beşdarê xebat û westabûna wî.

Hewwa, ducan bû û zarokek lawîn anî dinyayê. Bi Qabîl bi nav kirin. Hz. Adem ji ber çêbûna vî gedê xwe yê ewul, gellek kêfxweş bibû. Lê êdî Hewwa di xebata wî de nikaribû jê re alîkarî bikira. Karek wî yê din hebû. Ew jî xwedîkirina zarok bû. Adem bi serê xwe derdiket derve. Bi roj xwarin digeriya, dibû şev vedigeriya şikefta xwe û bi lawê xwe şa dibû. Kêfxweş û kamran bû.

Salek din Hewwa dîsa zarokek lawîn anî dinyayê. Wî jî bi Habîl bi nav kirin. Hz. Adem, ji bo malbata xwe li xwarin digeriya û ji wan re dianî. Ji navberê sal derbas dibûn û Hewwa her car ducan dibû û zarokên nû dianî dinyayê. Her sal hejmara malbatê zêde dibû û ji bo zêdekirina xwarinê jî hew Hz. Adem, bi serê xwe dixebitiya.

Qabîl û Habîl mezin bûn. Her yek bû xortek ciwan. Êdî dev ji lîstik-mîstikê berdabûn û ji bo amadekirina xwarina vî malbata giran û parastina wan, ji Hz. Adem re alîkarî dikirin.
Qabîl, ji Habîl meztir bû. Lê Habîl, ji kekê xwe bihêztir bû. Mirovek dilnerm û baş bû. Ji heywanan gellek hez dikir û bi wan şa dibû.

Hz. Adem, xwest di nav her du lawên xwe de karbeşî bike. Wê Qabîl bi cotkarî mijûl biba. Lewra ew, dilhişk û har bû. Jixwe pêwîstiya erdê bi dilnermî û şefqetê tunebû. Ji ber vê yekê vî karî da Qabîl. Wê Habîl jî heywanên ku ji wan hez dikir biçêranda. Ew kar jî li gorî wî bû.
Roj hildihat, Adem û her du lawên wî Habîl û Qabîl, ji şikeftê derdiketin. Habîl diçû mêweyan berhev dikir û Habîl jî diçû, berxên xwe diçêrand. Hz. Adem jî hinek tilûran nêçîr dikir û av dikişand şikeftê. Hewwa jî bi wî avê paqijiya zarokên xwe dikir. Êdî gava dibû êvar, zilam vedigeriyan şikeftê. Qabîl fêkî dianî, Habîl şîr dianî û Hz. Adem jî tilûrên nêçîr kiribû dianî şikeftê. Piştre xwarinan dadanîn holê û hemî malbat rûdiniştin, têr dixwarin.
Xwedê abûrê Adem û ewladên wî zêde kiribû. Hz. Adem xwest ku spasîkirina ji Xweda re, nîşanê Habîl û Qabîl bide. Ferman kir ku bila beşek ji ked û qezenca destên xwe bigrin û ji bo heywan vana bixwin, deynin serê çiyayek. Ew tiştê ku wê deynin wira, wê ji bo Xweda biba qurban û biba zikata malê wan.

Habîlê dilpaqij, bi vî yekê gellek kêfxweş bibû. Lê Qabîl, madê xwe tahl, pozê xwe bilind kiribû. Wûsa difikirî ” Çima ez ê malê xwe yê ku min bi hezar zor û zehmetî bi dest xistiye, biavêjim serê çiyayek…” Lê li ber bavê xwe jî nikaribû raba. Habîl, tavil çû cem berxên xwe, çavên xwe li wan gerand, berxa herî xurt, herî baş hilbijart û serjêkir. Ji ber ku bi vî kiryariya xwe, ji Xwedayê wan nîmetan, ewqas xwarin û vexwarin dabû wan re hemd û spas kiribû, dilê wî şa bibû. Di nav coşek mezin de bû.

Qabîl jî bi madek tahl mêwe û zebzên xwe yên herî xerab cuda kir û anî. Xelata wî jî wekî dilê wî xerab û nebaş bû. Ji vî tiştê hez nekiribû. Ji bo fehm bikin ku xelata wan hatiye pejirandin an na, sibetiriya wî, bi bavê xwe Adem re çûn serê çiya. Gava Habîl, xelata xwe li wir nedî, fehm kir ku hatiye pejirandin.

Lê Qabîl ew mêwe û zebzên xwe yê xerab, wek berê li wir dît. Ango, xelata wî nehatibû pejirandin. Habîl bi kêfxweşî ji Xweda re hemd dikir. Qabîl jî hêrs dibû, ji birayê xwe dibehicî. Vegeriya ser bavê xwe û jê re wûsa go:
-Ji ber ku te ji Habîl re dua kir, Xweda xelata wî pejirand. Te ji min re dua nekir; tu ji min hez nakî?
Hz. Adem:
– Lawê min, Xweda xelata Habîl pejirand. Lewra ew bi dilekî paqij, malê xwe yê herî baş pêşkêş kir. Lê te bi dilekî xerab û qirêj, malê xwe yê herî xerab pêşkêş kir. Ji ber vî yekê Xweda xelata te nepejirand.
Habîl paş de vegeriya, lê Qabîl sekinîbû û bi hêrs li wî mêze dikir. Dilê wî bi rik diavêt, di paş birayê xwe de dimeşiya. Pir xemgîn dibû, bi ber diket. Lewra Xweda , birayê wî, ji ser wî re girtibû. Di ser da Qabîl, ji bo însanek nebaş bû, xwe sûcdar nedidît; hemî qebhetê diavêt ser Habîl.
Şêytan hat û di guhê Qabîl de kurepist kir û go:
– Tu hîna çi disekinî? Birayê xwe bikuje, Habîl bikuje… .
Qabîl serê xwe rakir û lê mêze kir; Habîl ketibû rê û diçû. Ket pey wî. Şêytan jî bi wî re dimeşiya. Aciz nedibû û her dem wî fît dikir.
Qabîl baz da û gihîşt birayê xwe û li ser wî qîriya:
– Bisekine, ez ê te bikujim!
-Kabîl mat mabû:
– Tu yê çima min bikujî?
Qabîl bi hêrs diranê xwe jidand û bersiv da:
– Lewra bavê min, te ji min zahftir hez dike. Xweda jî xelata te pejirand.
Habîl, bi dengek nerm:
– Tu min bikujî jî wê ev tiştek neguherîne. Tu min bikujî, wî demê wê bavê min qet ji te hez neke. Xezeb û hêrsa Xweda wê li ser te zêde be; Ew ê te nebexşîne.
Qabîl îkna nedibû. Rik û behicîn, dilê wî pêçabû. Bi hêrs hat, bi qirika birayê xwe girt û jidand.
– Ez te nekujim, wê dilê min rehet nebe. Ez ê te bikujim!
– Ger tu min bikujî, tu yê tu car negihîjî rehetiyê. Tu ji bo kuştina min destê xwe dirêj bikî jî -ez ji te bihêztir im lê- ez ji bo kuştina te, destê xwe dirêj nakim. Ez ji Xwedayê Perwerdegarê heyînê ditirsim.
Piştre Habîl, hêdî hêdî xwe paş ve kişand û çû. Qabîl, serê wî di ber wî de, hîn jî rik ji birayê xwe digirt û digo:
– Ez ê wî bikujim.
Qabîl bi rewşek xemgîn vegeriya şikeftê. Ji bo razanê xwe dirêj kir, lê nikaribû raketa; xew nediket çavê wî. Li ser bûyeran difikirî. Şêytan dîsa hat û di guhê wî de kurepist kir:
– Ji bo tu ji Habîl xelas bî, wî bikuje. Habîl bikuje.
Şêytan her ku derfet bidiya, vî pêşniyara xwe ya qirêj dubare dikir.
Gava roj hilda, ji şikeftê derket. Biryara xwe standibû; ew ê wî bikuşta.
Habîl çûbû ber berxên xwe û bi dilxweşî wan diçêrand. Dilê wî rehet bû. Di wî demê de Qabîl, ji bo cotkirina zeviyê derket û hat. Gava birayê wûsa kêfxweş û kamran dît, hêrsa wî hîn zêde bû. Dîsa şêytan hat û wûsa kurepist kir:
– Wî bikuje û xelas be.
Qabîl li der û dora xwe mêze kir, kevirek mezin, wek ecêb dît. Wî kevirê girt û wekî dîna meşiya ser birayê xwe. Kevirê rakir û li serê wî xist. Habîl ket erdê û jiyan ji dest da. Bi vî awayî cankujiya ewul pêkhat û xwîna ewul rijiya erdê.

Hişê Qabîl hat serê wî. Gava dît birayê wî di nav xwînê de dirêj ketiye, poşman bû. Fehm kir ku tiştek gellek xerab kiriye. Habîl ji bo bê kuştinê tiştek xerab nekiribû, kuştinê li xwe heq nekiribû. Û wî Habîl kuştibû. Ew insanek nebaş bû û xerabî dikir. Dîsa jî viya îtîraf nekir, nexwest fehm bike, ji birayê xwe behecî û wî kuşt.

Tiştek gelek xerab kiribû. Ew ê vêga çi bikira? Bi kuştina birayê xwe çi ketibû destê wî? Tirsiya, xemgîn bû û poşman bû. Hizûr lê nemabû, baweriya wî qediyabû û ketibû rewşek perîşan û şerpeze. Wekî ba, dar û heywanên hov û her tiştên der û dora wî bi devekî li ser wî diqîriyan.
-“Tu mêrkuj î, tu mêrkuj î….”
Deng lê vedigeriya, di guhê Qabîl de vizîn dikir.
-“Mêrkuj, mêrkuj….”
Qabîl ji xof û tirsa, diricifî, di lingên wî de hêz û qewet nemabû. Ket ber birayê xwe; wî hejand.
-“Habîl, Habîl rabe!”
Lê Habîl bêcan û bêdeng razabû. Bersiv nedida wî. Ji zû de miribû. Wê çi biba? Ew ê vê cesedê çi bikira? Difikirî lê nikaribû çareyek bidiya. Qey ew ê birayê xwe ji tilûr û heywanên hov re bihîşta, ji wan re bikira êm? Na, ev nedibû…

Hat hişê wî ku birayê xwe bigre pişta xwe û bibe. Laş girt pişta xwe, heta ku biweste meşiya. Gava hêza wî qut bû, laşê danî erdê. Li ber serê wî rûnişt, bi xem û keser li wî mêze dikir. Difikirî, ew ê çi bikira. Ji bo birayê xwe kuştibû, xwe şermezar dikir û digo:” Xwezî min wî nekuşta” . Hinek bêhna xwe da û dîsa birayê xwe girt pişta xwe. Laş li piştê, digeriya. Nizanibû çi bikira. Axirê westiya û dîsa birayê xwe danî erdê û li ber wî rûnişt; bêhna xwe dida. Dîsa birayê xwe hilgirt pişta xwe û gava westiya dîsa wî danî erdê. Demek wûsa berdewam kir. Di carê da qijikek dît. Li ber wî qijikê, qijikek din ê mirî jî hebû. Qabîl qijikê temaşa dikir. Heywan, bi nikul û pencên xwe, erdê kola û kortikek mezin vekir. Piştre qijika mirî kişand û xist nav wî kortê û bi axê ser wî nixamt. Qabîl gava ev yek dît, xwe bi xwe wûsa go:
“Heyf li min be. Ez nebûm qasî qijikekî jî.”

Tavilê kortek vekir û laş têxist nav, li wir veşart. Piştî laş bi axê nixamt, êdî hinek rehet bibû.
Di wî demê de Hz. Adem ji ber ku gedên wî dereng mabûn, derketibû li wan digeriya. Qabîl gava dît bavê wî tê, tirs û xof ket dilê wî. Wê bavê wî, vî kiryariya wî ya qirêj nebexşanda. Bi vî fikrê dest bi revînê kir. Hz. Adem gava dît lawê wî ji wî direve, ket tengezariyê. Li der û dora xwe mêze kir û xwîna Habîl dît. Dilê wî bi lezûbez diavêt. Fehm kir ku Qabîl, Habîl kuştiye. Li erdê şopên xwînê jî hebûn. Xemgîn bû, ji çavên wî hêsir ketin xwarê. Hêrs bû û ket pey lawê xwe.
– Qabîl, Qabîl! Te bi birayê xwe çi kir?

Dengê wî wûsa derdiket ku Qabîl digo qey hemî dinya bi ser wî da diqîre. Qabîl bi tirs û xof revîna xwe domand û daket quntara çiyayek. Bavê wî hîn jî diqîriya:
– Qabîl! Tu yê tu car rûyê rehetiyê nebînî. Te ji xwe re deriyên tirsê vekir! Here, her dem di nav tirsê de bijî.
Ji Qabîl re jiyan bibû zindan. Nifirê bavê xwe girtibû. Wekî merivek bi lanet û nayê xwestin jiya…

Ev nivîs ji demacirok.wordpress.com hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply