Peyva “kameraman” bi tirkî ye?

Gava ku mirov li dîrokê dinêre, zimanan ji hev gelek peyv standine û xwe zêdetir zengîn kirine. Ev danûstandin pirî caran xwezayî bûye. Lê piştî ku serdest û dagirker bi zanebûn nijadperestî kirin, rewş ji xwezaya xwe derket. Bo mînak, piştî ku Mihemed pêxember mir, ereban êrîşî her derê kirin. Erebî bi Quranê ve têkildar kirin û wekî zimanê pîroz û tekane li ser gelên din ferz kirin. Bi vî awayî bivê nevê tesîra erebî li her derê li ser zimanên din çêbû. Kurdî jî yek ji wan mexdûran e.

Piştî avakirina komara tirk, Sazîya Zimanê Tirkî (TDK) di sala 1932an da hat avakirin. Bi vê sazîyê zimanê tirkî ji nû ve hat nivîsîn, jê ra rêzimanek hat danîn û di dibistanan da hat hînkirin. Ji wê rojê heta niha tirkî bûye zimanê nivîsînê. Dûra vê sazîyê bi hezaran peyvên bîyanî li gorî denganîya tirkî guherandin û kirin malê tirkî. Tirkî peyvên xwe bi piranî ji erebî, zimanên ewropî, kurdî, rûsî, farisî û hin zimanên din standine.
Her wekî me li jor jî da xuyakirin, zimanê tirkî gelek peyv ji zimanên din standine. Yek ji wan jî peyva kameraman e. Gava ku mirov li zimanên ewropî yên wekî îngilîzî, holandî, almanî û fransî dinêre, mirov dibîne ku ev peyv ne bi tirkî ye û ji wan zimanan hatîye girtin. Peyva kameraman ji du hêmanan pêk tê: camera û man (camera+man). Her wekî tê zanîn kamera wekî amûreke kişandinê ya ji bo fîlm an jî ji bo dîmenan tê bikaranîn. Peyva man jî bi îngilîzî û holandî û hin zimanên din tê wateya mêr. Gava ku mirov van her du peyvan tîne cem hev, peyveke nû tê dariştin ew jî dibe kameraman. Heke em vê wergerînin kurdî: Mêrê ku kamerayê bi kar tîne. Ji ber ku ev peyv ji zimanên ewropî hatîye wergirtin û di gelek zimanan da cîh girtîye, tu miletek vê zû bi zû wernagerîne zimanê xwe. Ji ber ku hin peyv gerdûnî ne û mirov çi jî bike nayên guhartin. Bo nimûne, peyvên wekî makîne, çay, karbon, plastîk û hwd. Ji ber vê jî em jî pir rehet dikarin vê peyvê wekî xwe bi kar bînin.
En İyi 25 Ankara Kameraman | Armut
Divê em vê yekê destnîşan bikin ku kurd carinan şaşîyan dikin. Gava ku peyvekê di tirkî da dibînin, ji wan wetrê ew peyv bi tirkî ye û ji ber vê jî dest jê berdidin. Lê divê bihê zanîn ku piranîya peyvên tirkî bi taybetî jî peyvên tekonolijîyê, piranîya wan ji zimanên ewropî hatine standin. Ji ber vê jî pêwîst nake em helwestekê nîşan bidin û dest ji bikaranîna peyvên orjînal berdin. Qesta me ji peyvên orjînal ew e ku peyv ji kîjan zimanî hatibe standin, divê resenîya wê neyê xerakirin. Mînak peyva telefonê. Ev peyv jî li her derê dinyayê tê bikaranîn û hewce nake em navekî nû lê bikin.
Balkêş e ku peyva man ku wateya wê bi kurdî mêr e, anîne dawîya kamerayê kirine “kameraman”. Di vir da mirov dibêje qey tenê mêr vî karî dikin. Dibe ku di dema destpêka derketina kamerayê da mêran tenê kamera bi kar anîye. Ji ber vê jî wê demê navê jinê pêwîst nedîtine. Lê di roja me ya îro da jin jî karê kameramanîyê dikin. Êdî sebeb çi dibe bila bibe, ev nav cîhê xwe girtîye çi mêr çi jî jin ji bo her duyan jî tê bikaranîn. Lê belê di kurdî da her çi qas ev peyv wekî xwe bê bikaranîn jî, lê dîsa jî li gorî rêzimana kurdî tê guhartin. Mînak, gava ku em bibêjin “kameramana Ronahî TVyê”, em qala jinekê dikin, lê em bibêjin “kameramanê Rûdaw TVyê”, îcar em qala mêrekî dikin. Her wekî xuya dibe, kurdî peyvên bîyanî li gorî rêzimana xwe bi hin qertafan diguherîne. Hin zimanên din jî hin dengan li gorî denganîya xwe diguherînin û bi kar tînin.
Bawer Agirî
Çavkanî: https://hingehakurdi.blogspot.com/

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply